Peyama Newroza Qamişloyê: Ev agir venamire
Şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi tevlîbûna bi hezaran kesan Newroza sala 2026’an bi dirûşmeya “Em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan” pîroz kirin.
Qamişlo – Gelê Qamişloyê bi dirûşma “Em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan”, pîrozbahî li dar xistin. Ji serê sibê de gelê bajarê Qamişloyê bi cil, berg û alên xwe herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajêr pêk hat. Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Azadiyê hat xemilandin.
Newroz bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê agirê Newrozê ji aliyê Malbatên Şehîdan ve hat vêxistin.
‘Newroz wesîleya yekîtiya gelê Kurd e’
Piştî wê, Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2026’an li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Em Newroza 2026’an li hemû gelê Kurd û azadîxwaz pîroz dikin. Berxwedaniya ku bi salan dewam kir, ji bo parastina Newrozê û parastina wê, ewê bi wî rihê her ev berxwedanî û têkoşîn dewam bike. Li ser vê bingehê em cejna gelê xwe pîroz dikin û bi hêviya ku Newroz bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, rizgariya ji desthilatdariyê û avabûna welatek azad û serbixwe û bi hev re, di nava Kurdistanek azad de bijîn. 2 hezar û 830 sal e ku agirê Newrozê vêketiye. Çawa ku ev agirê Newrozê evqas sal vêketî maye, tevî desthilatdariyê ewê venemire û ewê tu kes nikaribe agirê me vemirîne. Em soz didin gelê xwe ku her sal wê bi çoş û heyecanek pir xurt neroz were pîrozkirin.”
‘Tevî şert û mercên giran gelê Kurd her sal Newroza xwe pîroz dike’
Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û got: “Di vê roja nû de agir li her çar perçeyên Kurdistanê hat vêxistin. Bi berxwedana şehîdan û felsefeya Rêber Apo em gihîştine vê asta îroyîn. Gelek dewletên desthilatdar xwestin ku me tune bikin û rojên me qir bikin, lê bi felsefeya Rêber Apo û berxwedaniya gelê me nikarîbûn ku rojên me tarî û qir bikin. Gelê Kurd her dengê xwe bilind kir û got em hene û em ê hebin û bi wê rihê berxwedaniyê têkoşîna xwe dewam kirin û dengê wan kemê nebû. Gelê Kurd bi wê hêrsa berxwedaniya xwe ya salan Newroza xwe tevî şert û merçên giran pîroz kir û wê her tim pîroz bike.”
Paşê Koma Botan, Koma Şehîd Sakîne û Koma Şehîd Hêva stranên xwe pêşkeş kirin. Her wiha Koma Şehîd Welat a govendê dîlana xwe pêşkêş kir. Hunermend Sefqan Orkêş, Hunermend Danîş Botan, Hunermend Newroz Efrîn û Hunermend Raman Darî jî sitranên xwe gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.