‘Divê jin netirsin û hişyariya wan ji bo pêşketina civakê girîng e’

Li dinyayek ku bi lez teknolojî û hişê çêkirî (AI) pergala kar û jiyanê guhertî de, jin êdî ne bikarhêner in, dikarin bibin hêza sereke ya vê guherînê.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Di serdemeke ku dinya bi asoya zanista kompîter û hişê çêkirî gav davêje de, pirsgirêka bihêzbûna jinan tenê ne diruşmeyek civakî ye, her wiha bûye pêwîstiyek bingehîn a agahî û teknolojiyê. Teknolojî ji bo jina Kurd êdî ne amûrek pêwendiyan e, deriyek nû ji bo şikandina kevneşopiyên aborî û civakî ku salên demdirêj fersendên pêşketinê sînor dike ye jî.

Şirketên ku jinên di beşên teknolojî de dixebitin, zêde bûne

Êdî dem hatiye ku jin di qada bazarê de û mekanîzmayên biryardayînê de peywir û bandorên xwe ji nû ve pênase bikin. Dîroka zanista kompîterê, nîşan dide ku jin ji destpêkê ve rolek girîng dilîze. Mînak Ada Lovelace, kesa yekem ku fêm kirî ku kompîter ne tenê bi hejmaran re sînordar e. Lê belê di çend deh salên dawî de di vê qadê de cûdahiya zayendî ava bû. Di roja me de li gel zêdebûna hişê çêkirî û xebata ji dûrî ve, qadek ku derfeta derbaskirina astengiyên demî û erdnîgarî pêk tîne ava bû. Daneyên gerdûnî, nîşan dide ku di şirketên ku jinên di beşên teknolojî de dixebitin, zêde bûne.

Jinan her tim li pişt perdeya çerxên mezin ên dijîtal cih girt

Dîroka nûbûnên teknolojîk, ji me re dibêje ku jinan her demê li pişt perdeya çerxa mezin a dijîtal de cih girtine. Lê belê tiştên îro tên jiyîn, qonaxek cûda temsîl dike. Qonaxa jêbirîna cûdahiya zayenda ya xwegihandina agahiyan. Li Kurdistanê, di pêvajoya vegera aborî ya civakê de, bûye pirek stratejîk di asta gerdûnî ya jin û jinên ciwan ên hewldêr de. Li bajarên wek Silêmanî, Hewlêr û Dihokê dema jinek di mijara zimanên bername û zanista kompîterê de pispor bûne, êdî tenê bi erdnîgariya xecihî ve sînordar nabin, bi rêya karkirina ji dûr ve û platformên gerdûnî dikarin serxwebûna fînansan bi dest bixin. Ev jî bingehê malbat û civakê xurt dike.

Fikarên jinan ên li hember bazara kar

Bandora kûr a hişê çêkirî, ji bo kêrhatiyên jinan bûye ‘hêzek zêde’. Amûrên bi aqil, di rêveberiya projeyên biçûk de, analîzên dane yên tevlihev, heta bazarên modern, dikare destek bide jinan. Li Başûrê Kurdistanê, gelek jin ji ber berpirsyariyên malbatî, difikirin ku di daketina bazara kar de zoriyan bikşînin, zanista kompîterê û qada dijîtal wek rêya rizgariyê derdikeve holê. Ji ber ev qad, ne bi zayend û mekanan, bi xulqkarî û hêzê ye.   

Dinyaya dijîtal, gavek ji bo serkeftina jinan a ber bi edaletê ve ye

Ji ber vê jinên Kurd veguherîna teknolojîk wek şoreşek fikrî û aborî bibînin. Di karên rojane de pêşketina berhemên hişê çêkirî, ne tenê gavek teknîkî ye. Her wiha gavek ku nîşan bide ku jin dikarin bibin biryargirtina bingehîn e jî. Ji bo pêşxistina pêşeroja Kurdistanê, kilîta teknolojîk di kijan astê de bigre destê xwe de ye. Ji ber dema jinek di dinyaya dijîtal de serkeftinê bi dest bixe, tevahî civak dê gavek din nêzî edaletê bibin.

‘Hişê çêkirî, ji bo jin kêrhatiyên xwe keşif bikin rêyek nû vekir’

Mamosteya zanîngehê profesor Nehle Mihemed Seîd, têkildarî pêşketina teknolojî û aliyên erênî û neyînî yên hişê çêkirî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Teknolojî û hişê çêkirî mijara herî girîng a dema niha ye û ji bo kesên civakê gelek girîng e. Bi taybetî divê li Rojhilata Navîn û herêma Kurdistanê li vê mijarê baldar bin. Ji ber em rûbirûyî demek ku wek şoreşa teknolojiyê tê binavkirin in. Jê re dibêjin hişê çêkirî. Ji ber vê divê derbarê hişê çêkirî de, em xwedî agahiyên berfireh bin da ku em jê sûd bigrin. Her mijarek nû aliyên wê yên erênî û neyînî hene. Gelemperî di destpêkê de aliyên neyînî hê zêdetir tê hîskirin, ji ber em derbarê wê teknolojiyê de ne xwedî agahî û ceribandinên têrker in. Ev rewş bi taybetî ji bo jinan pirsgirêkan ava dike. Ji ber hinek jin bi fikarin ku nikarin xwe li gorî vê dema nûjen sazûman bikin. Lê belê hişê çêkirî, ji bo jin kêrhatiyên xwe keşif bikin û ji wê sûd bigrin, rêyek nû vekiriye.”

‘Divê hemû jin hişê çêkirî nas bikin’

Nehle Mihemed da zanîn ku ji bo ji vê qadê sûd bigrin, di projeyên biçûk de, tenê telefon, ipad an jî kompîturek têr dike û got: “Bi vî awayî dikarin ji amûra hişê çêkirî sûd bigrin. Li vê derê bi taybetî projeyên biçûk ên jinan ku rol bilîzin, girîngî qezenc dike. Li gorî pergala çandî ya herêma Kurdistanê pêşketin û derbaskirina astengiyan gengaz e. Niha li pêşiya pêşketina jinan du astengiyên bingehîn hene. Ya yekem derbarê mijara bikaranîna amûrên hişê çêkirî de ne xwedî hişyariya têrker in, ya duyem jî hê girîngiya pêwîst nadin vê qadê. Divê saziyên eleqedır, ji bo jinan qursên taybet, atolye û navendên perwerdê vekin û wan bi amûrên hişê çêkirî bidin nasîn. Bi vî awayî jin dikarin bi vê rêyê ji bo xwe çavkaniya debarê ava bikin.”

‘Ger hişê çêkirî xelet were bikaranîn, dê rê li ber gelek pirsgirêkan veke’

Nehle Mihemed anî ziman ku hinek navendan derbarê vê mijarê de dest bi bernameyên nasîn û qursan kirine, lê belê beşdariya ciwan û bi taybetî jinan hê sînordar e û wiha got: “Piranî xwendekarên beşa zanistê û kesên ku eleqeya wan ji vê qadê re heye beşdar dibin. Bingehê vê mijarê divê ji malbatê destpê bike. Ger di malbat û dibistanan de hişyarî zêde bibe, ji bo civakê dê bingehek bi hêz ava bike. Di serdanên min li dibistanan kirî de min dît ku hinek mamoste derbarê amûrên hişê çêkirî de ne xwedî agahiyên pêwîst in û ev bi taybetî ji bo xwendevanên keç pirsgirêkan ava dike. Divê ji bo mamosteyan semîner û perwerde werin dayîn. Her di rewşa xelet bikaranîna hişê çêkirî de, wê rê li ber gelek pirsgirêkên civakê veke.”

‘Derbarê teknolojî û hişê çêkirî de min zêdeyî 200 semîner û panel dane’

Nehle Mihemed diyar kir ku îro teknolojî û bi taybetî hişê çêkirî, hema bêje ketiye hemû qadên pîşeyî û divê mirov xwe li gorî vê sazûman bike. Nehle wiha got: “Min derbarê teknolojî û hişê çêkirî de heta niha zêdeyî 200 semîner û panel min dane. Di van xebatan de, min bal kişand ser çend xalan. Ya yekem, fêrbûna teknolojî û hişê çêkirî bi temen re eleqedar nîne, temen ji bo fêrbûna tiştên nû ne asteng e. Ya duyem jin jî dikarin bi asanî vê teknolojiyê bi kar bînin û jê sûd bigrin, teknolojî tenê xizmeta mêr nake, xizmeta hamû mirovatiyê dike. Ya sêyem jî, qada min a pispor amûr û kompîter nîne, tevî vê jî derbarê vê mijarê de min gelek semîner û panel dane. Li Başûrê kurdistanê xebatên jinan ên di qada teknîkê û amûran de di du qadan de bipêş dikeve. Ya yekê şirket ya din jî kêrhatî û pisporiya jinan bi xwe ye. Di roja me de gelek şirketên ku di qada teknolojî û hişê çêkirî de xebat dimeşînin hene û jin di vê qadê de rolên girîng digrin.”

‘Hişyariya jinan ji bo pêşketina civakê gelek girîng e’

Nehle Mihemed got ku hişê çêkirî mijarek girîng a vê dema me ye û divê em li gel vê şoreşa teknolojîk bipêş bikevin. Nehle nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Divê nifşek ku xwedî agahiya hişê çêkirî û teknolojiyê werin mezinkirin. Ji ber bi saya hişê çêkirî, em dikarin karê xwe bipêş bixin, qadên nû yên kar vekin û dikare di pêşketina ciwanan de bibe alîkar. Peyama min ji bo jinan ew e ku destpêkê netirsin, dema jinek tirsiya, nikare tiştekê bike. Jin xwedî gelek ceribandin in û di civakê de jinên bi hêz hene. Lê belê hê hinek jin paş de dimînin û ev rewş ji bo derxistina kêrhatiyên wan dibe asteng. Hebûna jinan û hişyariya wan ji bo pêşketina civakê gelek girîng e.”