Ji Newroza Çolbestan: Newroz xweş e lê yekîtiya Kurdan jê xweştir e

Jinên Kurd û Ermen ên ku beşdarî Newroza Çolbestan a Dirbêsiyê bûn Newroza 2726’an li gelê Kurd pîroz kirin û daxwaza yekîtiya gelê Kurd li Kurdistanê û entegrasyoneke demokratîk li Sûriyeyê kirin.

Til Temir – Gelê Kurd ne bi hêsanî xwe gihand Newroza 2726’an, di şer, komkujî, qirkirin, enfal û êrîşên kîmyabaranê re derbas bûn heta ku xwe gihandin roja îro. Ji bîra dîrokê ve heta roja îro Kurdan serî ji dagirker û mêtingeran re netewand, ji bo misogerkirina mafên xwe yên siyasî, çandî û nasnameya xwe ya neteweyî gelek li ber xwe dan û berdelên giranbuha dan.

Îro li Sûriyeyê gelê Kurd, bihêztir e û li dijî her cure êrîşan agirê Newroz ê geştir kiriye. Jinên ku beşdarî Newroza Çolbestana li Dirbêsiyê bûne, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Rebah Mihdî di destpêkê de Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ev Newroz bibe Newroza azadî û yekîtiyê ji bo gelê Kurd û wiha berdewam kir: “Em Newrozê ji Rojava heta Îmraliyê li Rêber Apo, şehîdan û girtiyên zindanan pîroz dikin. Daxwaza me ew e ku gelê me li çar aliyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike. Newroz xweş e lê yekîtiya Kurdan jê xweştir e.”

Azadiya girtiyan ji girtîgehên dagirkeran

Rebah Mihdî da zanîn ku îro ger Kurd nebin yek ew ê herin yek bi yek û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi vê helkeftê em dixwazin hemû girtiyên me ji zindanan derkevin û gel li dijî zilm û tarîtiyê bi ser bikeve. Ji bo piştgiriya jinan li Kurdistanê û Ewropayê ji Rojava re em gelek spasdar in. Em bi hev re dikarin bihêztir bibin.”

Ermenî bi Kurdan re Newrozê pîroz dikin

Nûr Vartanyan a Ermenî ku bi Koma Artisax a Ermenî re beşdarî Newrozê bûye wiha got: “Em îro şanaz in ku beşdarî Newroz ê bûn ku em jî çanda gelê xwe pêşkêş bikin. Newroz giştî pêkhateyan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîne cem hev. Ji lewre êrîşên ku li dijî gelê Kurd pêk tên, hemû neteweyên din jî hedef digrin.”

Entegrasyoneke demokratîk

Nûr Vartanyan da xuyakirin ku pêwist e entegrasyoneke demokratîk li Sûriyeyê pêk were û wiha pêl da gotinên xwe: “Em dixwazin gelê Kurd û gelên din jî mafên wan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin. Ne tenê nivîsên li ser kaxizan bin divê ku rastî bin û em di nav de bijîn.”

Li dijî nijadperestiya rejîma Baasê neteweya demokratîk

Nûr got ku gel bi Şoreşa Rojava re dikaribûn bi hezkirin û rêzgirtin bi hev re bijîn û têkiliyên wan bihêztir bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serdema rejîma Baasê de gel li dijî hev dihatin sorkirin û tenê rê li ber nijadperestiyê dihat vekirin, rê li ber têkiliyên neteweyan dihat girtin. Lê bi pergala neteweya demokratîk re gel bi hev re bi hezkirin dijî û çandên hev bêyî astnegî didin jiyîn. Em dixwazin ev ruh li giştî Sûriyeyê belav bibe û gelên din jî sûdê ji pergala me bigrin. Pêwist e gelê Sûriyeyê dest bidin hev da ku em bikaribin Sûriyeya demokratîk ava bikin. Em îro bi awayekî azad çanda xwe didin jiyîn û divê ji bo giştî Sûriyeyê derbasdar be.”