‘Temînata çareseriya krîza Sûriyeyê ne navendîbûn e’

Endama Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osê, tekez kir ku temînata çareserkirina krîza Sûriyeyê ne navendîbûn, bihevrebûna cudahiyan e û got ku temsîla jinan ji sedî 50 di warên biryardayînê de girîng e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Sûriye di qonaxek hesas û krîtîk re derbas dibe û sîstema navendî ji bo civaka Sûriyeyê xeterek mezin e. 13 sal in hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li dijî vê pergalê têdikoşin, li ber xwe didin û ew nenavendîbûnê wekî riya avakirina Sûriyeya piralî û demokratîk dibînin. Têkildarî mijarê endama Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Civaka Sûriyeyê dixwaze bi destên xwe teşe bide pêşeroja Sûriyeyê’

Şêra Osê, diyar kir ku Sûriye di qonaxeke nû ya dîrokî de derbas dibe, qonaxek ku gelê Sûriyeyê ji 13 salan zêdetir ji krîza Sûriyeyê, di nav de kuştin û wêranî, êş kişandiye. Zêdetirî deh salan e desthilatdariya otorîter û şer didome, gelê Sûriyeyê ji vê yekê êş kişandiye û wiha got: “Îro em hemû dizanin ku Sûriye piştî hilweşîna rejîma Baasê di qonaxeke nû re derbas dibe û piştî zêdetirî heşt mehên bê rejîma Baasê, tevahiya gelên Sûriyeyê hêvî dikin ku taybetmendiyên pêşeroja Sûriyeyê bi dest, nêrîn û dengê xwe ava bikin lê mixabin ev hêvî bi hatina rêveberiya demkî pêk nehat.”

‘Navendîbûn bû sedema şer û pêkanîna hemû cureyên tundiyê li ser civaka Sûriyeyê’

Şêra Osê da zanîn ku sîstema navendî bi xwe re krîz û şeran derdixe û wiha anî ziman: “Ji ber navendîbûn û tundrewiya ku bû sedema şer û wêraniyê, gelê Sûriyê her tiştê xwe yê hêja feda kir û zêdetirî ji sedî 80 ax û bajarên Sûriyeyê wêran bûn. Çarenûsa bi hezaran Sûriyeyiyan li navendên girtinê û deverên din nediyar e. Ji ber vê sîstemê îro gelên Sûriyeyê bi hemû cureyên tundiyê re rûbirû ye.”

Şêra Osê di berdewama axaftina xwe de behsa gavên erênî ji bo Sûriyeya nû kir û got: “Em bawer dikin ku tekane temînata çareserkirina krîza Sûriyeyê ya îro ne navendîbûn, jiyana wekhev a hemû cudahiyên Sûriyeyê ye. Rêveberiya demkî gelek gav avêtin, wekî diyaloga neteweyî, ragihandina destûrek û lidarxistina hilbijartinên Meclîsa Gel lê bêyî ku nêrînên Sûriyeyiyan an rola pêkhateyên cuda û jinan, li ber çavan bigre vê yekê kir. Gavên ku divê îro li Sûriyeyê werin avêtin divê yekdeng bin û em taybetmendiyên pêşeroja Sûriyeyê bi hev re bi teşe bikin. Divê rêveberiya demkî baweriyê di navbera gelên Sûriyeyê û rêveberiya demkî de çêbike.”

‘Di hilbijartinên Meclîsa Gel de nûnertiya jinên ku bi salan e tekoşînê berdewam dikin tunebû’

Şêra Osê bal kişand ser rêjeya hebûna jinan di hilbijartinên Meclîsa Gel a rêveberiya demkî de, bi temsîlek şermok pênase kir û wiha got: “Îro Sûriye jinên Sûriyeyî ji navendên biryardayînê dûr in û dengê wan ê siyasî tune ye. Jinên Sûriyeyê pir hatine paşguhkirin û di hilbijartinên Meclîsa Gel de, me beşdariya jinan bi rêjeya ji sedî 40 dît, mixabin temsîliyetek tirsnak e ku armancên jinên Sûriyeyê yên têkoşiyan û di berxwedana li dijî rejîma Baasê de bûn mînak nîşan nade.”

‘Divê jin di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de roleke bingehîn bilîzin’

Şêra Osê destnîşan kir ku pêşeroja Sûriyeya demokratîk bi pêşengî û rola jinan di her qadê de misoger dibe û wiha berdewam kir: “Divê jin di avakirina paşeroja Sûriyeyê de roleke bingehîn bilîzin, ne tenê destûreke sade bi bendeke ku tenê jinan ji maf an rola wan bêpar dike. Beriya ku gav werin avêtin divê em kongreyeke neteweyî ya berfireh li dar bixin, daxwazên gelên Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe nîşan bidin. Rastî ev e, gelên Sûriyeyê gelek êş kişandin û têkoşiyan lê dîsa jî em dibînin ku rêveberiya demkî ji rejîma Baasê cuda nîn e hema polîtîkayan didomîne û girîngiyê dide navendîparêzî û yekrengiyê.”

‘Peyama 10’ê Adarê rizgariya hemû Sûriyeyê ye’

Şêra Osê wiha got: “Em dibêjin ku peymana 10’ê Adarê ne tenê rizgarkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye ya hemû herêmên Sûrîyeyê ye û divê di zûtirîn demê de were bicîhanîn. Divê jinên Sûriyeyê roleke xurt bilîzin û rêveberiya demkî rola xwe bilîze, berpirsyariyên xwe yên li hemberî Sûriyeyê bi cîh bîne. Guhdarîkirina dengê Sûriyeyê ji her tiştî girîngtir e. Sûriye di nava krîzeke aborî û ewlehî de ye. Kuştin û revandin hem li hundirê Sûriyeyê, hem jî li herêmên dagirkirî bênavber berdewam dikin. Divê hemû Sûriyeyî bibin yek û kongreyeke neteweyî ya berfireh li dar bixin da ku daxwazên xwe diyar bikin û bikaribin teşe bidin pêşeroja Sûriyeyê.”

‘Nasnameya me ya Sûriyeyî me tîne ba hev’

Şêra Osê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nenavendîkirin vebijarkek stratejîk e ji bo zêdekirina karîgeriya îdarî û bidestxistina pêşketineke domdar lê serkeftina wê bi amadekariyeke baş û avakirina kapasîteyên herêmî ve girêdayî ye ku dikarin di çarçoveyeke zagonî û sazûmanî ya saxlem de berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Gelên Sûriyeyê gelek êş kişandin û bi salan têkoşiyan, di dawiyê de, nasnameya me ya Sûriyeyî heman e û me dike yek.”