Ji bo girtiyên jin çalakî

MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daxuyanî da û xwestin ku her kes bibe dengê girtiyên jin.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî da. 

‘Dê navê van xakan bibe aştî’

Daxuyaniya li Amedê li pêşiya edliyeyê hate dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û wêneyên jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” û dovîzên “Jin li ber xwe didin, dengê wan dîwaran derbas dikin”, “Jinên girtî li ber xwe didin” û “Di 25’ê Mijdarê de em bi jinên girtî re ne” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn axivî û da zanîn ku jin li dijî zextan têkoşîneke bênavber didin. Pinar Sakik Tekînê anî ziman ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li dijî girtiyan didomin, jin dev ji berxwedanê bernadin û got: “Her ku em hêviyê mezin dikin dê navê van xakan bibe aştî.” 

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’ 

Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma jî metna hevpar xwend. Metna hevpar wiha ye: 

“Tekoşîna jinan ne li girtîgehan, li kolanan, li malan û li her qadên jiyana civakî de di binê zextan de ye. Çîrokên jinan ên wekî Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Narîn Gezerê, li vê erdnîgariyê ji ber ku jin in çawa bi awayekî sîstematîk dikin hedef şanî me dide. Nedîtina kiryaran an jî parastina wan, berdewamiya zextên siyasî ya li ser jinan bi awayekî vekirî derdixîne pêşberî me. Pratîka van kuştin û windakirinan, tekoşîna jinan îro jî di navbera jiyan û mirinê de çawa wekî xeteke zirav de diçe dîsa tîne bîra me.

Tam jî bi vê sedemê, banga çareseriya demoqratîk û aştiyê ya ku Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de, lezgînî û wateya tekoşîna ku jin didin kûr dike. Heta polîtîkayên şer ên ji ber zextan dertên berdewam bike, jin dê hem li girtîgehan, hem lî li kolanan dê bibin hedef. Aştiya civakî û azadiya jinan bi vê banga ‘perspektîfa çareseriya demoqratîk’ ve rasterast girêdayî ye. 

Wekî jinan, em dizanin ku; bi dawîbûna tecrîdê, pêvajoyek vekirina rêyên çareserî û diyalogê, tê wateya ji kokê hejandina zextên li hemberî jinan e. Em îro yên ku ji mîrata vê berxwedaniyê hêzê digirin, dîsa bang dikin; hemû cureyên zextên li ser jinan nemînin û jin jiyaneke bi azad bijîn pêkan e. Ev jiyan tenê bi wekheviyê, edaletê û demokrasiya xwe dispêre Civaka Demokratîk pêkan e.  Em wekî jin dizanin ku cîhanek bi aştî, azadî û bêtundî pêkan e. Û heta ku em vê jiyanê bi Civaka Demokratîk re ava bikin, wê tokoşîna me berdewam be. Jin, jiyan, azadî.” 

Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan bal kişand ku heta girtî azad nebin aştî pêknayê û got: “Divê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bibin.”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

Êlih 

TUAY-DER a Êlihê û TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratik e” hate hilgiritn. Metna hevpar ji hêla Hevberdevka TUAY-DER a Êlihê Nûriye Başçi ve hate xwendin.  

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û " Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Sêrt 

Li Sêrtê jî bi pêşengtiya nûnertiya TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Revşan Arslan ve hate xwendin.  

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Mêrsîn 

Bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 

Metna hevpar ji hêla Hevseroka Çukurova TUAY-DER’ê Adalet Kuran xwend. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê, bi dirûşm û stranan bi dawî bû.

Colemêrg 

Colemêrg TUHAY-DER’ê jî li navenda navçeya Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinê avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Colemêrg TUHAY-DER’ê Pinar Yilmaz ve hate xwendin.  

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Wan 

Wan TUHAY-DER’ê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê Rengîn Karaduman ve hate xwendin.