Di hilbijartinên Şîliyê de Jeannette Jara di tora yekem de bû yekem

Di tora yekem a hilbijartinên serokkomariyê ya Şîliyê de, tu namzet negihan dengên têrker. Namzeta Partiya Komunîst a Şîliyê Jeannette Jara, ji sedan 26,76’ê dengan girt û bi serket.

Navenda Nûçeyan – Di hilbijartina serokkomariyê ya Şîlî tora yekem temam bû, lê belê tu namzetan ji sedî 50’ê dengan ne girtin û hilbijartin ma tora duyem.

Li gorî encama sindoqan, nazmeta partiya Komunîst a Şîliyê Jeannette Jara ji sedî 26,76’ê dengan girt û di rêza yekem de cih girt. Jeannetta Jara di dîroka welat de, bû yekem endama partiya Komunîst a ku tora yekem qezenc kirî. Namzetê rastgirên tund Jose Antonio Kast, jî bi ji sedî 24,05’ê dengan di rêza duyemîn de bû, namzetê Partiya Gel Franco Parisî jî ji sedî 19, 55’ê dengan bû sêyem.

Jeannette Jara, dema encam di nirxand diyar kir ku welat xwedî pergalek piştevanî û  hêviyê dide avakirin e.