Têkoşîn Ozan: Divê nêzîkatiyên têkildarî çareseriyê hebin

Têkoşîn Ozan diyar kir ku merasîma hatî lidarxistin, îradeya têkarîkirina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û got: “Merasîma me li dar xist niyetbaşiyeke têkildarî demokratîkbûyînê ye. Divê nêzîkatiyên têkildarî çareseriyê hebin.”

Navenda Nûçeyan – Komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ya ji 30 kesî pêk tê ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî di nav de, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen a 19’ê Hezîranê de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li Gundê Sûrdaş ê girêdayî navçeya Dûkan a Silêmaniyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.

Têkoşîn Ozan (Esmen Eyaz) ku di nava Koma Aşitî û Civaka Demokratîk de ya bi armanca nîşandana niyetbaşiyê û îradeya têkildarî çareseriya demokratîk merasîmek li dar xist de cih girt, ji ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)’ê re axivî.

Têkoşîn Ozan: Me pêngava niyeta baş avêt

Têkoşîn Ozan ku yek ji wan gerîlayan e ku çeka xwe şewitand û îmha kir, têkildarî merasîmê wiha got: ‘’Hestên ne dûrî têkoşîna me ne, girêdayî pêşketina têkoşîna me pêş dikevin. Rewşa heyî yan jîpêngavên hatine avêtin, rewşa derbasbûna têkoşîneke nû, pêşxistina rê û rêbazên têkoşînê û dewlemendkirina wê ye. Ji ber wê yekê jî ji ber ku qonaxeke nû ye  ne di avayê qedandina hin tiştan de ye, ne di wateya bidawîbûna têkoşînê de ye. Ji ber vê yekê di rastiyê de ji ber hin guherînan hestên me jî diguherin, tim di nava xwede hinekî xemgîniyê dihewînin lê belê ji ber ku me dest bi rêbaza têkoşîna nû kiriye biryardarî û kelecan heye. Girêdayî bersivdayîna banga Rêbertî coşek heye. Em vê çi qasî pêk bînin û kûr bikin em ê ew qasî jî şad bibin. Ji xwe me pêngava niyetbaşiyê avêt. Dema me çekên xwe îmha kirin me têkoşîna xwe neda sekinandin. Me pêngava niyetbaşiyê avêt. Ev yek ji bo pêşketina zemîna yasayên entegrasyona demokratîk û demokratîkbûyînê ne. Pêngaveke gelekî erênî ye. Girêdayî vê yekê biryardariya di warên demokratîkkirin û azadîkirina pêvajoya nû de nîşan dide. Pêngava îfadekirina dilsoziya ji bo Rêbertî ye.”

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em amade ne pêngava rast biavêjin’

Têkoşîn Ozan di axaftina xwe de ev peyam dan: “Em amade ne ku çekên xwe deynin. Em amade ne ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêngavên rast biavêjin. Em amade ne ku bi hev re guherîn û veguherînê pêkbînin, girêdayî demokrasiyê Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin, di pêşengtiya jinan de dest bi pêvajoyeke guherîna demokratîk bikin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye.”

Pirsgirêk, pirsgirêka çareseriya pirsgirêka Kurd a girêdayî azadiyan e

Têkoşîn Ozan li hemberî şîroveyên hin derdoran ku rê û rêbazên têkoşîna ekdarî ya PKK’ê weke “teslîmîyetê” şîrove dikin jî bi van gotinan nerazîbûnên xwe nîşan da: “Pênasekirina vê yekê ya weke teslîmiyetê ya awayên cuda  nêzîkatiyên dûrî çareseriyê ne. Pirsgirêk, ne pirsgirêka çekberdana PKK’ê ye. Pirsgirêk, pirsgirêka çareseriya pirsgirêka Kurd a girêdayî azadiyan e. Pirsgirêka azadiya li Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka jinan, kedkaran û azadiyan e. Nêzîkatiyên derveyî van yekan ne ji aliyê PKK’ê ve ne jî ji aliyê gelê me ve nayên qebûlkirin. Divê nêzîkatiyên têkildarî çareseriyê hebin. Ya rast ev e. Çareseriya pirsgirêka Kurd bes nayê wateya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd; çareseriya têkildarî pirsgirêkên gel, kedkar û jinên li Tirkiyeyê diyar dike. Têkildarî van yekan pêngava diavêje. Ji ber vê yekê em weke demokratîkbûyîneke berfireh û pirsgirêka azadîbûnê pênase dikin.”

‘Rêya demokratîkbûyînê girêdayî nêzîkatiya pirsgirêka Kurd e’

Têkoşîn Ozan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bes wê girêdayî demokratîkbûyîn û azadiyê pêş bikeve û got: “Di mijara pirsgirêka Kurd de pênaseyên weke înkar yan jî ‘terorê’ tu çareserî pêk neanîn. Tecrûbeyên 50 salî nîşan dan ku ev yek bi vî rengî nameşe. Îro sînordarkirina çareseriyê ya di çarçoveya çekdanîna PKK’ê de wê pêvajoyê tengav bike. Lê belê ya girîng, li gel pêngavên yasayî pêkanîna guherîna civakî ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de sînordarkirinên weke înkar, îmha yan jî ‘terorê’ wê çareseriyê pêk neynin.  Heya niha neanî ku tecrûbeyên 50 salî hene. Ji niha û pê ve jî çareseriyê naîne. Ez di wê baweriyê de me ku haya hemû kesan ji vê yekê heye. Hemû kes vê yekê wisa fêm dike. Jixwe gelê Kurd di vê mijarê de hesas e û gelekî polîtîk e. Bi rastî jî aligirê çareseriyê ye. Merasîma me li dar xist jî rêbazeke têkoşînê ye. Yanî di warê têvkariya pêvajoya guherîn û veguherînê de rêbazeke têkoşînê ye. Niyetbaşiyeke têkildarî demokratîkbûyînê ye. Em hêvî dikin ku wisa jî berdewam bike.”