'Bê temsîliyeta jinan li Sûriyeyê dadwerî ne pêkan e'
Berdevka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nehêd Nehas derbarê beşdariya jinan a li edaletê de got ku "Jin cewhera civakeke hevgirtî û hêmana bi bandor in. Lewma bêyî jinan edaleta rastîn li Sûriyeyê ne pêkan e."

NÛR EL-EHMED
Reqa – Tevgerên jinan, partiyên siyasî, leşkerî û sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya dadweriya veguhêz kirine xalên sereke yên daxwazên xwe. Jinan ji ber nebûna raporên rêxistinên navneteweyî û herêmî yên mafên mirovan û jinan ku binpêkirinên li dijî jinan li Sûriyeyê, bi taybetî li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên krîzê de belge bikin, rêyek wiha bijartin. Ji ber ku ew pêdiviyek e ku pêwîst e di vê qovaxa girîng de li ser erdê bê pratîkkirin.
'Divê hevsengiyek civakî ku mafên jinan mîsoger dike hebe'
Berdevka Partiya Sûriya Pêşerojê Nehêd Nehas derbarê pêdiviya bilez a bilindkirina edaletê de wiha axivî: "Di nava salên krîzê de, Sûriyeyê gelek şerên xwînî û pevçûnên çekdarî di nav komên cuda yên ku wê demê herêm kontrol dikirin de, dîtiye. Di encamê de bandorên neyînî li ser kesan û civakê jî çêbûn. Di nav qonaxa hesas û çarenûs a ku herêm piştî hilweşîna rejîma Baasê dijî de, edalet bûye pêdivî û ferzek ji bo bidestxistina hevsengiyek civakî ku maf û parastina jinan mîsoger dike. Sepandina edaletê li ser girîngiya avahiya civakî ya heyî ye. Ew nikare di civakek kaotîk û bê rêkûpêk de were bicîhanîn. Bingeha wê mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên civakên etnîkî û olî yên cihêreng ên herêmê ye û berpirsiyarkirina tawanbarên binpêkirinên mafên mirovan ên ku zagonê binpê dikin."
Kêşeyên ku jinên Sûriyeyê pê re mane
Nehêd Nehas bal kişand ser zehmetî û kêşeyên ku jinan di nava salên krîzê de dîtine û got: "Di bin kontrola komên terorîst de, jinên Sûrîyeyê bi dûrxistin û bêparhiştina rol û mafên xwe, windakirina malbatên xwe, koçberî, windakirina stargehê, bêparhiştina ji perwerde û kar û hilweşîna malbatan re rûbirû mabûn. Em jî wek tevgerên jinan, partiyên siyasî û sivîl li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me hewcedarî bi edaleta rast wek modelek ji bo çareseriyek radîkal ji bo xilasbûna ji bandorên şer û êşa jinan dît û bibin piştgirek ji bo jinên ku ji şer bandor bûne. Bi riya lidarxistina rêze semîner û komxebatên diyalogê û belavkirina broşuran ku di dema wan de em ê têgeha edaletê û çawaniya beşdarbûna jinan tê de pêşkêş bikin û wan bi hişmendî û hêzê hêzdar bikin da ku rola xwe bilîzin û dengê xwe temsîl bikin."
'Jin bingeha rastîn a civakeke yekgirtî ne'
Nehêd Nahas pirsgirêkên herî berbiçav ên ku beşdariya jinan di edaletê de pê re rûbi û dimîne vegot û wiha axivî: "Jin bi serdestiya mêran a di sazî û dadgehan de, nebûna temsîliyeta jinan di saziyên biryardana siyasî de, zordariya li ser jinan ji hêla mêrên serdest ve ku wan hedef digirin, newekhevî û cudakariya li dijî wan û neheqiya aborî re rûbirû ne. Jin cewhera civakeke hevgirtî, hêmana bi bandor û kevirê bingehîn di avakirina nifşên pêşerojê de ne. Ger ew bên paşguhkirin, tevahiya civak jî wê bê paşguhkirin. Ji ber vê divê jin di pêvajoya edaletê de beşdariyeke bi bandor bike. Edalet û dadperwer bê jinan ne gengaz e."
Girîngiya entegrekirina rastîn û bi bandor a jinan di civakê de
Nehêd Nehas bawer dike ku jin di komîsyonên rastiyê û dadgehên taybet de cih bigirin da ku sûc û binpêkirinan eşkere bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hebûna jinan di pêkanîna mekanîzmayên dadweriya veguhêz de klîşeyan dişkîne û cihê wan di biryardana Sûriyeyê de xurt dike. Nebûna dengê jinan dibe sedema têkçûna pêvajoyê. Divê mexdûrên jin di hemû qonaxên dadweriyê de werin temsîlkirin da ku êşa wan were qebûlkirin û her wiha binpêkirinên veşartî yên wek tundiya zayendî û koletiyê werin eşkerekirin. Ji bo piştgiriya darayî û derûnî ya jinan û ji bo hêzdarkirina wan di hemû aliyan de, avakirina komîteyên taybet pir girîng e. be. Ev dê ji bo başbûn û ji nûve entegrekirina wan a rastîn û bibandor di nav civakê de xalek ber bi veguhartinê ye."