Li Yemenê zewicandina zaroka 12 salî bû sedema hêrsa jinan
Li Yemenê keçek 12 salî di nav bêdengî û hevkariya eşkere de hat zewicandin, bû sedema hêrsa rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan.

Yemen – Li Yemenê zilamek ku bi keça 12 salî re zewicî, bû sedema hêrsa raya giştî û rexneyên tund ên rêxistinên mafên mirovan ku daxwaza parastina keçên temenbiçûk dikin.
Suad Murad El-Omerî ya 12 salî, di nav hevkariya eşkere ya bav û weliyê wê yê qanûnî de, bi zilamekî ku bi dehan salan ji wê mezintir e re bi darê zorê hat zewicandin. Dayîka keçikê piştî ku gilînameyeke fermî da Dadgeha Mawasit û Ma'afer, dozê eşkere kir. Dayîkê rave kir ku zewac bêyî zanîn û razîbûna wê û bi awayekî veşartî pêk hatiye.
Bêyî xebera dayîkê zewicandin
Dayîkê anî ziman ku peyman bi awayek neqanûnî hatiye çêkirin, ji ber ku razîbûna zarok an jî erêkirina dayîkê li ber çav nehatiye girtin, ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûnên herêmî û pîvanên navneteweyî ye. Dayîkê her wiha weliyê qanûnî, bi derbasbûna ji desthilata xwe û beşdarbûna çalak a di vî sûcî de tawanbar kir.
Kêmasiyên qanûnî hene
Parêzer Nebîla El-Cebûbî bûyer wekî êrîşek eşkere ya li ser zarokatiyê bi nav kir û daxwaz kir ku peyman tavilê were betalkirin, hemû aliyên têkildar berpirsyar werin dîtin. Parêzer Nebîla destnîşan kir ku ev doz ne dozeke bi tena serê xwe ye, beşek ji lîsteyek dirêj a binpêkirinên li dijî keçên temenbiçûk ên li Yemenê ye. Nebîla got ku tê de kêmasiyên qanûnî, ji bo sepandina zewacên ku zarokatiya zarokan ji wan distînin û pêşeroja wan wêran dikin, tên bikaranîn.
‘Bêdengî sûcek e’
Bûyer li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûneke berfireh. Çalakvan û parêzvanên mafên mirovan xwestin ku ji bo rizgarkirina Suad El-Omerî tedbîrên bilez werin girtin û ji kesên têkildar, hesab bipirsin. Çalakvanan gotin ku bêdengî sûcek e û bi qasî kiryarê bi xwe ye. Her wiha wan daxwaza çavdêriya hişktir a peymanên zewacê û bicîhanîna qanûnên ku zewaca di bin temenê biçûk de sûcdar dikin, kirin.
Ev doz careke din rewşa bi hezaran keçên Yemenî yên ku ji ber xizanî û adetên civakî yên mîrasî neçar mane ku zû bizewicin, tevî xetereyên giran ên ku pê re rû bi rû ne, radixe ber çavan. Nîşan didin ku di heman demê de qanûn hîn jî nikarin wan biparêzin.