Talîban zexta li ser rojnamegeran zêde kir

Navenda Rojnamevanên Efganî, ragihand ku Talîbanê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de zextên li dijî rojnamevanên jin û xebatkarên çapemeniyê di astekî girîng de zêde kir.

Navenda Nûçeyan – Navenda Rojnamevanên Efganî, di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Efganistanê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de herî kêm 140 bûyerên binpêkirinên azadiya çapemeniyê û rojnamevaniyê hatiye tomar kirin û da zanîn li gorî heman heyama sala borî ji sedî 56 zêde bûye.

Li gorî daneyên navendê, hikûmeta heyî ya Efgan, di navbera mehên Çile û Hezîrana 2025’an de pevajoyek tundtir a binpêkirina çapemeniyê derbas kir. Dema ku sala borî di heman heyamê de 90 binpêkirin hatin tomarkirin, îsal ev hejmar derket 140’an.

Tepisandina bi pergalî ya çapemeniyê: Gef û tirsandin

Navenda Rojnamevanên Efganî, da zanîn ji 120 binpêkirinên hatine tomarkirin, têkildarî gef û tirsandina  li dijî rêxistinên çapemenî û xebatkarên çapemeniyê ye. Bi taybetî biryara qedexekirina Qanûna Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê ya weşandina dîmenên zindî, ji bo medyaya bi dîmen gelek sînordarkirinan anîn.

Biryara qedexekirina weşana bi dîmen ya di medyayê de ku di sala 2024’an de li parêzgehên wekî Kandahar, Takhar, Badghis, Helmand û Nangarhar dest pê kir, ji bo 14 parêzgehên din ên wekî  Bamyan, Kunduz, Badahşan, Nûristan, Pancshir û Zabul jî hate dayîn.

Zêdebûna girtinên dezgehên çapemenî û rojnamevanan

Di 6 mehên ewil de, 26 dezgehên çapemeniyê ( 23 kanalên TV’yên herêmî) neçar man bên girtin. Tenê destûr hate dayîn 3 kenalên TV’yê bi awayekî sînordarî weşanên xwe bidomîne, lê yên mayî an veguherî radyoyê an jî bi tevahî hatin girtin.

Her wiha, herî kêm 20 rojnamevan bi sûcdariya "propagandaya li dijî hikûmetê" hatin girtin. Demê girtinan ji çend seatan heta çend mehan diguhere. Ji wan 6 rojnamevanan 6 heta 12 mehan mehkumê cezayê girtîgehê hatin kirin û niha li girtîgehên Pul-e-Charkhî ya li Kabul û Bagramê tên ragirtin. Her wiha 3 rojnamevanên din ên sala borî hatin girtin, heta niha di girtîgehê de ne.

Di çapemeniyê de zextên li dijî jinan zêde dibe

Navenda Rojnamevanên Efganî, diyar kir ku divê pêvajoyê de zextên li dijî rojnamevanên jin û xebatkarên çapemeniyê jî di astekî girîng de zêde bûye. Gelek dezgehên çapemeniyê yên li aliyê jinan ve tên rêvebirin, rastî zextên hikûmetê hat. Di nava van gefan de girtina dezgehên ragihandinê û ji bo domandina weşanên xwe, li şûna rêveberên jin tayînkirina rêveberên mêr jî heye. Her wiha navendê, ragihand ku li Parêzgeha Kandaharê ya navenda biryargirtinê ya Talîbanê, weşandina dengê jinan a di medyayê de ji nîvê Adara 2025’an vir ve bi tevahî hate qedexekirin.

Qûtkirina piştgiriya darayî ya çapemeniya taybet û sansur

Navenda Rojnamevanên Efganî, da zanîn ji bilî zextên ewlehiyê, kêmkirin an jî qûtkirina piştgiriya çapemeniyê ya rêxistinên navneteweyî, di çapemeniya taybet de bû sedema pirsgirêkên darayî yên berfireh û bû sedema rawestandina bernameyan û kêmkirina xebatkaran. Navendê, diyar kir ku Wezareta Agahî û Çandê ya Hikûmetê beriya demekî kurt di televîzyonan de weşana nîqaşên siyasî û aborî qedexe kir.

Ji civaka navneteweyî re hişyarî û banga tevgerkirinê

Navenda Rojnamevanên Efganî, der barê tepiserkirina berfireh a azadiya çapemeniyê de metirsiyên xwe anî ziman û banga li Qanûna Medyayê Giştî ya Efganî kir ku rêz li azadiyên bingehîn ên çapemeniyê bigre. Her wiha navendê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên azadiya çapemeniyê kir ku ji bo rêz girtina azadiya çapemeniyê û piştgirîkirina çapemeniya azad ku stûna civakek piralî ya li Efganistanê, zext li hikûmetê bikin.