TAJÊ hashtaga ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ vedike

TAJÊ ji bo pêşîgirtina xetereyên yasayên ku ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat erêkirin û ji bo avakirina bihîstiyariyeke navnetewî, îşev bi etîketa ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ hashtagek vedike.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro saet di 8’ê êvarê de bi etîketa ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ hashtagek dide destpêkirin. Armanca TAJÊ, pêşîgirtina xetereyên her du yasayên ku rê li ber berdana çeteyên DAIŞ’ê û zewicandina zarokên keç vedike ye. Yasa ji hêla parlamentoya Îraqê ve hatiye erêkirin. TAJÊ dixwaze bihîstiyariyek navneteweyî ava bike.

‘Pêkanîna yasayê rê li ber berdana DAIŞ û berpirsên fermanê vedike’

Têkildarî mijarê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Hesen agahî da. Rîham Hesen ji bo tevlibûna hashtagê bang li hemû jinan kir. Rîham diyar kir ku ev çend meh in yasa di rojevê de ne û niha jî di merheleya pêkanînê de ne û wiha got: “Niha di zîndana Îraqê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hene ku destê wan di xwîna civaka Êzîdî û jinên Êzidî de ne. Tevî ku hêj berpirsên fermanê nehatine darizandin, wendahiyên me nehatine dîtin û ferman ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi fermî nehatiye qebûlkirin, parlamentoya Îraqê ketiye dû pêkanîna yasaya ku rê li ber berdana çeteyan û berpirsên fermanê vedike. Divê em baş bizanibin bi taybetî civaka Êzidî, ev yasayên ku hatine qebûlkirin wê xetereyên gelek mezin bi xwe re bînin. Ji bo vê divê em heta dawî li dijî vê yasayan rabin û nehêlin bikeve meriyetê.”

‘Ev yasa wê fermanên nû bi xwe re bîne’

Rîham Hesen da zanîn ku di serî de jinên Êzidî, pêwîst e tu kes li dijî van yasayan bêdeng nemîne û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Ger yasa bikeve meriyetê, ewê fermanên nû bi xwe re bîne. Em jî wek TAJÊ ji bo pêşîgirtina xetereyên yasayan û avakirina bihîstiyariyeke navnetewî, îro saet di 8’ê êvarê de bi navê ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ hashtagê didin destpêkirin. Ji bo vê em di serî de jinên Êzidî û Îraqî, bang li hemû jinên cîhanê dikin ku beşdarî hashtagê bibin û pêşiya fermanên nû bigirin.”