Mehek e agahî ji du rojnamevanên li Reqayê nayê girtin
YRA'yê ragihand ku ji 8'ê Çileya îsal ve agahî ji rojnamevan Eva Maria Michelman û Ehmed Polat ku li Reqayê kar dikirin, tune ye.
Navenda Nûçeyan – Agahînegirtina ji du rojnavanan, di nava medyaya Rojava û mafên mirovan de fikarên mezin çêkir. Der barê nezanîna aqubeta rojnamevanan de fikarên mezin hene.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku sibeha 18'ê Çileya 2026`an dema pêşketinên li bajarê Reqayê dişopandin, têkiliya bi herdu rojnamevanan; Eva Maria Michelman û Ahmed Bolat re qut bûye. Ev yek di heyama êrîşên komên bi ser hikûmeta demkî ya Şamê û yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de, pêk hatiye û wiha hat gotin:
“Li gorî agahiyên li ber destên me, rojnamevan Eva Maria Michelman sala 1989’an ji dayîk bûye. Weke nûçegihana ajansa ETHA û Ozgur TV li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir.
Di heman demê de rojnamevan Ehmed Polat ji sala 2016`an ve nûçegihanê ETHA û Ozgur TV bû. Vê dawiyê jî edîtor û nivîskarê malpera Kurdistanazad.com bû ku sala 2025’an hatiye damezirandin.
Agahiyên dawî nîşan didin ku dema herdu rojnamevan li Reqayê di avahiyek dorpêçkirî de rapor û nûçeyên der barê êrîşan de amade dikirin, têkilî bi wan re qut bûye. Ji wê demê û vir de tu agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan nîn e. Metirsiya der barê jiyana wan de zêde dibe.”
YRA'yê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku tavilê çarenûsa herdu rojnamevanan eşkera bikin û berpirsyariya xwe ya exlaqî û zagonî ji bo gerantiya jiyana wan pêk bînin. Her wiha bang kir ku divê rêz ji qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina rojnamevanan û kedkarên çapemeniyê re wer girtin.