Subjeyên têkoşîna azadiyê: Pêkhatina aştiyê têkbirina zextan e

Jinên ku subjeya têkoşîna civakî ne, diyar kirin ku pêkhatina aştiyê têkbirina zextan e û gotin ku çareserî, di têkoşîna demokrasiyê de ye.

ELÎF AKGUL 

Stenbol – Pişti banga Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, di 10’ê Tîrmehê de Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi biryar in ku gavên Rêber Apo ji me dixwaze, bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe davêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî yan jî bi gavavêtina me tenê bi pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin.” 

Subjeyên têkoşîna civakî, nirxandin û hêviyên xwe yên der barê vê pêvajoyê de ji ajansa me re vegotin.

‘Aştî wê pêşiya demokrasiyê veke’

Sekretera Giştî ya Platforma ‘Emê Cînayetên Jinan Rawestînin’ Esîn Îzel Uysal bi bîr xîst ku ne cara ewil e li ser van axan aştî tê axaftin û diyar kir ku ezmûnên berê nîşan didin ku axaftina aştiyê û civakîbûna wê di aliyê demokratîk de rê vedike. Esîn Îzel Uysal, bal kişand ser çalakiya Însiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ya li ber Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ya li Enqereyê û wiha got: “Em li gelek cîhên Tirkiyeyê bi jinan re bûn. Me bi hev re li pêşiya meclîsê daxuyaniya xwe da. Dema behsa aştiyê tê kirin tu wateya riyên dirêj nîne, hatina ji van riyên dirêj û kombûn jî nîşan didin ku çareseriya vê pirsgirêkê çiqas girîng e.”

Esîn Îzel Uysal, axaftina xwe wiha domand: “Niha di vê pêvajoya ku em derbas dibin de, em astengkirin û desteserkirina mafên xwe yên dengdan û hilbijartinê diaxivîn. Me nû li Rojava encamên vê yekê dîtin. Lê gelê Kurd bi salan e vê yekê dijî. Hevşaredarên wan ji kar hatin girtin û gelek caran qeyûm hatin tayînkirin. Îfadekirina nêrîna xwe ya siyasî û axaftina bi zimanê xwe gelek caran weke sûc hat nîşandan û em mînakên vê yên cuda jî dibînin. Pêkhatina aştiyê, ji holêrabûna van zextan e. Ji holêrakirina van zemînan e. Lewma em difikirin di vî aliyê de jî pir bi qîmet e.”

'Divê edalet û aştiya civakî bê pêkanîn’

Endama Lijneya Rêveber a DÎSK Genel-İş’ê Îzel Sezer, destnîşan kir ku pêvajoya berdana çekan di aliyê bidawîkirina pêvajoya pevçûnên bi dehan salan didomînin de mîsogerkirina mafê hemwelatbûna wekhev a gelê Kurd de gavek dîrokî ye. Îzel Sezer bi gotinên; “Lê ji bo aştiyeke mayînde tenê bêdengkirina çekan têr nake; pêdivî bi îradeyek çareseriya demokratîk ku mirov bikaribin bi nasname, ziman û çanda xwe azadî bijîn heye” û wiha domand: “Divê dewlet ne tenê di aliyê polîtîkayên ewlehiyê de her wiha bi edaleta civakî û aştî nêzî pêvajoyê bibe, bi paşeroja xwe ya pevçûn û pirsgirêk re rû bi rû bibe û veguhertinek ku pêşerojê bi ewle mîsoger dike, armanc bike.”

Îzel Sezer, wiha axivî: “Weke xebatkarên çapemeniyê, di vê pêvajoyê de berpirsyariyên me hene, em hem şopdarên heqîqetê ne hem jî dibin perçeyek civakîbûna aştiyê. Di rewşeke ku her cure îradeya têkildarî aştiyê tê krîmînalîzekirin û rojnamevanî weke sûc tê hesibandin de, parastina azadiya derbirînê û daxwaza aştiyê ya gelan, erka me ya herî bingehîn e."

'Çareserî di têkoşîna demokrasiyê de ye'

Cîgira Serokê Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê Tirkiye bi siyaseta navxweyî re sînordar namîne û ev nirxandinan kir: "Di pêvajoya dawî de, bi bandora pêşketinên li Rojhilata Navîn re jî li Tirkiye û herêmê qonaxek nû destpê kir. Divê biryara berdana çekan weke derfeta bihêzkirina têkoşîna demokrasiyê bê nirxandin. Lê çawa ku gotina hikûmetê ya 'Tirkiyeyek bê teror' ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê nebe alîkar, berovajî vê yekê çavkaniya bingehîn a pirsgirêkê wê veşêre. Çareseriya pirsgirikê ya bi riyên mafên wekhev, demokratîk û aştiyane dê hem demokratîkbûna welat mîsoger bike û hem jî ji destên hêzên emperyalîst û dewletên hevkar ên li herêmê şerê serwerî dikin û ji bo berjewendiyên xwe her cure cudahiyên mezhebî, olî û neteweyî teşwîq bikin, qozek bigre.”

Selma Gurkan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bêguman ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, hikûmet jî neçar e ji bo vesazkirinên hiqûqî, siyasî, îdarî û hwd. gavan biavêje lê dixwazim destnîşan bikim ku divê çareserî ne tenê gavên hikûmetê girê bidin, wê çareserî bi têkoşîna demokratîk çêbibe.”

'Em bi qasî aştî û azadiyê, wekhevî û demokrasiyê jî dixwazin'

Cîgira Serokê Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar jî destnîşan kir ku ev pêvajo bi qasî xwedî derfet e, ewqas jî xwedî rîsk e. Sezîn Uçar, bi van gotinan hişyarî kir: "Ji ber ku dewleta Tirk hem li ser tevgera Kurd û hem jî li ser hemû hêzên şoreşger û sosyalîst ên li Tirkiyeyê teslîmbûnê ferz dike û dixwaze tasfiye bike." Sezîn Uçar, diyar kir ku ji 2015’an vir ve civaka Tirkiyeyê ‘di bin dorpeça tasfiye û êrîşek mezin de ye’  û got ku tevî van jî pêvajo derfetan jî dide û wiha domand: “Êdî pirsgirêka Kurd ji aliyê hemû kesan ve tê nîqaşkirin. Ji ber wê ji aliyê kedarên Tirkiyeyî ve, karker, bi taybetî ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê ve, ji aliyê karker û kedkarên Tirk ên ku bi salan e bi şovenîzmê hatine jehrîkirin û aliyên ku di mijara meseleya Kurd de bi mesafe ne; tê wateya şikandina bandora şovenîzma civakî. Lewma ev pêvajo hem ji bo sosyalîstan, hem welatparêzan, hem şoreşgeran, hem jî karker û kedkarên Tirk bi hêztir bi rêxistin bike û hem jî di aliyê mafên demokratîk ên Kurd ango mafên kolektîf ên neteweyî û ji bo gelê Kurd di aliyê van mafên xwe de bibin xwedî gotin, muxatab û alîgir bibin, derfetek pêşkêş dike.”

Sezîn Uçar bi gotinên; "Nebaş e ku dewletê di pêvajoya sê-çar mehên dawî de gavên girîng neavêtiye" wiha axivî: "Heta îro ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Tevgera Kurd gotina xwe got, niha divê dewleta Tirk gavan bavêje lê ev gav hê nehatine avêtin.”

Sezîn Uçar bi gotinên; "Operasyona li dijî şaredariyên CHP’ê û girtina mirovan di 1’ê Gulanê de û Meşa Rûmetê, nîşaneyên pêvajoya ku hikûmet dixwaze bimeşîne ne," destnîşan kir ku di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurd de pirsgirêkên weke girtiyên nexweş, Qanûna Têkoşîna Terorê û girtiyên siyasî hê jî nehatine çareserkirin. Sezîn Uçar, anî ziman ku "Tu têgihîştinek demokrasiyê ku bi gelê Kurd re danûstandinê dimeşîne û li rojava jî faşîzmê gurtir dike nabe” û destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî, pêvajoya em ji ber rewşa Rojhilata Navîn dijîn, dîrokî ye û çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêkek gerdûnî ye. Sezîn Uçar, bal kişand ser girîngiya vegotina van şert û mercan a hem ji kedkarên Tirk û hem jî Kurd û wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin lê bi qasî ku aştiyê dixwazin, naskirina mafên demokratîk ên neteweya Kurd jî dixwazin. Em bi qasî aştî û azadiyê, wekhevî û demokrasî jî dixwazin.”

'Divê pêvajo ji civakê re bê vegotin’

Dr. Pinar Saip a di qada tenduristiya gel de têdikoşe, bal kişand ser girîngiya aştiyê ji bo tenduristiya gel. Dr. Pınar Saip bi gotinên; "Gelek bandorên travmatîk ên şer hem di aliyê derûnî de hem jî di aliyê sosyolojîk de hene. Her wiha pirsgirekên weke tengasiyên aborî jî encamên şer in” wiha axivî: "Bandoreke mezin a pêvajoyên hawirdorên bê şer û bê pevçûn hem li ser dawîanîna van travmayan, hem jî başbûna şert û mercên aborî heye. Lewma em weke bijîşk difikirin ku ev rewş ji bo tenduristiya gelek dê pir baş bibe.” Dr. Pinar Saip, destnîşan kir ku divê pêvajo zelal be û di bin banê meclîsê de were meşandin û wiha got: “Vegotina pêvajoyê ji civakê re û zanakirina civakê ya di vê mijarê de jî pêdiviyek e.”

'Pêşveçûna bênavber a pêvajoyê, wê ji bo cîhanê mînak be'

Berdevka EHP’ê Ozge Akman jî diyar kir weke EHP ji dema destgirtina parlamenterên DEM Partiyê û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî vir ve ev pêvajo weke encama têkoşîna gelê Kurd a heta îro dê bibe sedema gavên girîng. Ozge Akman, destnîşan kir ku dema geşedanên li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê tên destgirtin, ev rewş dihat bendawarîkirin û bal kişand ser girîngiya encambûna erênî ya pêvajoyê wiha domand: “Têkoşîna bi salan a gelê Kurd a ji bo wekheviyê di rastiyê de ji bo hemû beşên din ên civakê yên rastî newekheviyê tên jî mînakek mezin e. Danasîna hebûna xwe û veguherîna pêvajoya berdana çekan a di encama têkoşînek mezin a aştiyê de, wê pêşî li pêşketinên girîng veke.”

Ozge Akman bi gotinên; "Di rewşa heyî ya li Tirkiyeyê de, pêşketina hikûmetê ya heyî hilberandina çareseriyek û roj bi roj zêdekirina şert û mercên li dijî demokrasiyê, piranî caran di hinek beşên civakê de pêleke bêhêvîtiyê dê biafirîne” diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd, wê riya çareseriyên pirsgirêkên din jî veke. Em têkoşîna ku tevgera Kurd heta îro anî, bi hemû beşên din ên rastî newekheviye tên re mil bi mil meşandina vê, wekî derfetek mezin dibînin.  Wê têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû kesên bindest hêvî bide. Ji bo pêşveçûna bênavber a pêvajoya îro, wê ji bo gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û heta cîhana ku îro li ber şer e, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan bibe mînak."