Rêzan Şêx Dilêr: Merasîma duh dîrokî bû
Çalakvana siyasî Rêzan Şêx Dilêr bi gotinên; “Duh rojeke dîrokî bû, pêngaveke girîng ji bo çareseriyê hatiye destpêkirin” diyar kir ku bûne şahidên kêliyên dîrokî.

Navenda Nûçeyan – Duh ango roja 11’ê Tîrmehê di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê de kiribû, li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş ê navçeya Dukana Silêmaniyê herêma Başûrê Kurdistanê bi merasîmek ku Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî di nav de bû, komeke gerîlayên ji 30 kesan pêk dihat, Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ çekên xwe şewitandin.
Têkildarî vê pêngava dîrokî ya gerîlayên azadiyê, çalakvana siyasî Rêzan Şêx Dilêr li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek parve kir.
Rêzan Şêx Dilêr di peyamê de ev tişt got: “Duh rojeke dîrokî bû, gavên girîng, ji bo çarenûsê hatin avêtin. Ev ne tenê guherîneke siyasî ye, di heman demê de qonaxake nû ye ji bo pêwendiya aştî, dadwerî û pêşketinên mezin û pêvajoya aştiyê ya li herêmê ye.”