SOHR û ICRC ji bo Kobanê bang kirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji bo Kobanê hişyariya ‘keraseta mirovî’ kir û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir. Xaça Sor a Navneteweyî têkildarî êrîşan hişyarî da û ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariyê bang kir.
Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) der barê êrîşên berdewam ên li ser Kobanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajarê Kobanê bi tevahî di bin dorpêçê de ye, înternet û xizmetên ragihandinê qut bûne û ev yek xetereyek cidî ya karesatek mirovî çêdike.
SOHR’ê, da zanîn ku ji destpêka êrîşan ve elektrîk û av nîn e û hat gotin ku pêdiviyên mîna xwarin û alavên tibî bi lez xilas dibin. SOHR’ê, diyar kir ku sivîl, bi taybetî jin, zarok, kal û pîr, di xetereyek mezin de ne û banga mudaxeleya lezgîn a navneteweyî kir.
SOHR’ê, da xuyakirin ku bêdengiya civaka navneteweyî bûye sedema karesateke mirovî ya nû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kobanê bi tevahî di nava dorpêçeke bêrehm a giran de ye û hat gotin ku ev rewş bi êrîşên çeteyên girêdayî hikûmetê re û bi binpêkirina agirbestê re berdewam dike.
Gel nikare xwe bigihîjîne alavên tibî û xwarinê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema pevçûnan de li başûrê Kobanê sivîl bûne hedef, welatiyek bi guleyên sekvanan hatiye qetilkirin, jineke ciwan di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye û jineke din jî birîndar bûye. SOHR’ê, anî ziman ku gel nikare bigihîje alavên tibî û pêdiviyên xwarinê yên bingehîn bi taybetî ji bo pitikan, têrê nakin.
SOHR’ê, destnîşan kir ku bûyerên tên jiyîn wê bi xwe re encamên giran bîne û bang li hemû aliyan kir ku xizmetên bingehîn sererast bikin û sivîlan ji pevçûnê biparêzin.
Komîteya Xaça Sor a navneteweyî têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da û ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bang kir.

‘Divê sivîl bên parastin’
Daxuyaniya ICRC’ê wiha ye: “Malbatên ku ji ber êrîşan gelek caran ji cih û warê xwe bûn, di nava mercên giran ên zivistanê de careke din neçar man malên xwe biterikînin. Kêmbûna xizmetên tenduristî, germahî û avê rîska li ser malbatan zêde dike. Divê sivîl, birîndar, mirovên nexweş û yên li girtîgeh û kampan bên parastin. Divê binesaziya sivîl û mirovên sivîl bên parastin."