Sala 2025’an ji bo jinên Êzidî bû sala vejînê

Jinên Êzidî ku di dîrokê de gelek caran bi fermanan hedef hatine girtin, di sala 2025’an de bi dehan çalakî û perwerdan, nîşan dan ku ev sala vejînê bûye.

Şengal – Di sala 2025’an de jinên Êzidî li dijî her cure êrîşên şerê taybet, siyaseta bi aloz a dewleta Iraqê û hişmendiya wê ya zayendperest, planên PDK’ê yên kirêt ên li dijî çand û baweriya Êzdayetiyê û gefên dijminane yên dewleta Tirk û kevneşopiyên civaka zayendperest ku heta şaneyên civakê xwe bicih kirine têkoşîna azadiya hebûn, îrade û Şengala xweser û azad meşandin. Jinên Êzidî li ser bingeha bi ruhê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin navenda têkoşîn, xwerêxistinkirin, çalakî û xebatê.

Têkoşîna jinan ji bo mirovahiyê bû bawerî hêz û îrade

Jinan di sala 2025’an de bi têkoşîn û berxwedana xwe ji avakirina hişmendiya “Aştî û Civaka Demokratîk” re pêşengî kirin û ji bo pêşxistina wê, bûn hêza herî radîkal a bi rêxistinkirî ya li dijî pergala mêr. Li hemberî tarîtiya pergalê ya ku mêr temsîla wê dike, jinan li dora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşaleya ronahiyê girtin û berê wê dan tevahî mirovahiya ku dixwaze xwe di vê ronahiyê de bibîne û bibe perçeyek ji vê yekê. Têkoşîna jinan hêviyê da civakê, ji bo mirovahiyê jî bû bawerî, hêz û îrade. Jinên Êzidî piştî fermanê di vê ronahiyê de xwebûna xwe bi dest xistin. Di sala 2025’an de bi vê ruh û baweriyê têkoşiyan, rêxistinbûna xwe parastin û li ber xwe dan.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Di sala 2025’an de Abdullah Ocalan di perspektîfên ku ji civaka Êzidî re şandin de, xeta berxwedana jinên Êzidî ya li hemberî hişmendiya fermanan weke navgîna azadiya civaka Êzidî bi nav dike. Careke din hezkirin, bêrîkirin û dilsoziya xwe ya bi jinên Êzidî û civaka Êzidî re anî ziman û têkoşîna wan silav kir. Di heman demê de balkişand ser nejibîrkirina fermanê û têkoşîna hesabxwestinê. Li hember tovê hişmendiya dijminane ku di navbera netew, ol, bawerî, çand û nasanmeyan de hatiye çandin, ji bo civaka Êzidî perspektîfa pêkanîna Ronesansa Êzidiyan da û jinên Êzidî jî weke pêşeng û pêkanînerên Ronesansê diyar kir.

Bi Ronesansa Êzidiyan derbasî qonaxeke nû bûn

Di sala 2025’an de şer, alozî û qeyrana pergalê di her alî de berdewam kir. Li Iraqê jî aloziya siyasî, ewlehî û desthilatdariyê bi hemû şêwayên xwe berdewam kir. Lê di nava vê qeyrana naxweyî ya li Iraqê de, li Şengalê bi pêşengiya jinan civaka Êzidî bi perspektîfa paradîgmaya neteweya demokratîk dibe modeleke ji bo hemû nasname û baweriyên cuda yên li herêmê dijîn. Di vê wateyê de têkoşîna jinên Êzidî ya di sala 11’emîn de, bi Ronesansa Êzidiyan derbasî qonaxeke nû bû. Bi vî rengî sala 2025’an bi têkoşîn, çalakî, xebat, rêxistinbûn û perwerdê derbas bû.

Xwe li dijî komployê di xeta Sarayan de birêxistin kirin

Di 9’ê Çileyê de bi mebesta salvegera 12’emîn a komkujiya Parîsê ku Sara, Rojbîn û Leyla hatibûn qetilkirin, semîner hatin dayîn û meşeke girseyî hat lidarxistin. Jinên Êzidî careke din dilsoziya xwe ya bi xeta têkoşîna Sara re anîn ziman û soza bilindkirina têkoşîna li dijî qirkirina jinan dan. Di 10’ê Çileyê de Jinên Ciwan yekemîn  Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê, bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” li dar xistin. Di 26’ê Çileyê de bi pêşengiya jinên Êzidî pêngava ‘Rêber Apo bide xwendin’ dest pê kir. Di daxûyaniyê de hat ziman ku divê fikrên wî, li hemû civaka Êzidî were belavkirin. 

Jinên Êzidî di 9’ê Cotmehê de li qadan bûn

Komploya navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi belavok, semîner û meşê hat şermezarkirin. Di salvegera 27’emîn a komployê de jinên Êzidî hêrsa xwe ya li hemberî komployê anîn ziman û banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Jinên Êzidî di 9’ê Cotmehê de salvegera komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan û peymana di sala 2020’an de heman rojê de li dijî Şengalê hatiye îmzekirin, bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di çalakiyan de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin û banga tevlîbûna pêvajoya nû ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat kirin.

Peyama Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyan xist  

Ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî rêzeçalakiyan li dar xist. Bi ruhê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi moral û kelecanek mezin jinan 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinan bi hêz û moralê ku ji peyamên Abdulah Ocalan girtine, roja jinên kedkar a cîhanê bi daxuyanî, semîner û şahiyan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de jinên Êzidî baweriya xwe ya bi serxistina pêvajoya Aştî û Cîvaka Demokratîk qêriyan û têkoşîna jinan hat silavkirin.  

YJŞ: Ev bihar û hemû demsal dê bibin bihara jinan

Di 7’ê Adarê de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. YJŞ’ê di daxuyaniyê de têkoşîna jinan a ji bo hebûn û xweparastinê silav kir û got ku “Bi bangewaziya Rêber Apo ev bihar û hemû demsal dê bibin bihara jinan û bi biharbûna têkoşîna jinan re ew ê hemû cîhan bedew bibe. Di 17’ê Adarê de li ‘Baxçeyê Rêber Apo’ bi pêşengiya jinên Êzidî, cejna netewî Newroz bi ruhê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. 

‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Adarê de ji civaka Êzidî re nameyek şand. Di nameyê de got ku beşdarbûna jinan a vê berxwedanê, pir bi wate ye û wiha domand: “Êdî em ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe, bi destên xwe ava bikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 73 fermanan e. Ev bang Ronesans e, herî zêde jî wê ji bo civaka me ya Êzidî Ronesans be.” Rojbûna Abdullah Ocalan ku roja 4’ê Nîsanê ye, bi çandina daran hat pîrozkirin. Jinên Êzidî bi helwesta “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye” ew roj pîroz kirin. Yek ji kevintirîn cejna civaka Êzidî Çarşema Serê Salê ye. Îsal jinên Êzidî li her deverê bi rengînî û pîroziya meha Nîsanê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Jinên Êzidî li dijî girtina şervanên xwe daketin meydanê

Di 18’ê Adarê de, dema şervanên YBŞ’ê li ser erka xwe ya parastinê bûn, li navenda Şengalê ketin kemîna hêzên artêşa Iraqê. Di encamê de pevçûn derket û 5 endamên YBŞ’ê bi birîndarî ketin destê artêşa Iraqê.  Li dijî girtina şervanên YBŞ’ê gelek çalakî, bangewazî ji aliyên siyasî, civakî, oldar û serokeşîrên Şengalê ve hatin kirin. Di 19’ê Adarê de ji bo şermezarkirina girtina 5 şervanan, jinên Êzidî dema xwestin derbasî navenda Şengalê bibin, li serê çiyayê Şengalê artêşa Iraqê bi çekên xwe yên giran û hêza zordar pêşî li dayîkan girtin. Li hemberî vê helwesta dijminane ya Iraqê jinên Êzidî dev ji çalakiyê bernedan. Bi helwesteke radîkal û bi rûmet xwedî li şervanên xwe derketin. Çalakiya dayîkên şervanan nêzî du mehan berdewam kir. Di 21’ê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li dijî girtina 5 şervanên YBŞ’ê meşeke girseyî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre xiyanet û Bijî Edalet’ hat lidarxistin. Di 7’ Nîsanê de dayîkên şervanên YBŞ’ê li ber navenda îstîxbaratê û hikûmetê ya li Şengalê 6 rojan çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Di 22’ê Adarê de rojnamevan û kedkara çapemeniya azad a jinên Êzidî Nûjiyan Erhan li ser gora xwe ji aliyê hevalên wê ve bi daxuyaniyek hat bibîranîn. Şopdarên Nûjiyan hêrsa xwe ya li dijî xeta xiyanetê anîn ziman û soza domandina têkoşîna heqîqetê ya Nûjiyanan dan.

Di konferansa NADA’yê de semînera li ser fermanê

Di 16 Gulanê de Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li ser sosyalîzmê li dar xist. Di komxebatê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên li ser kesayeta sosyalîst hatin nîqaşkirin. Di 17’ê Gulanê de li Silêmaniyê yekemîn konferansa NADA’yê hat lidarxistin. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî heyetek beşdarî konferansê bû. Di konferansê de li ser fermanê semînerek hat dayîn.

Ji bo 19 jinên ku hatin şewitandin çalakî

Komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ bi boneya salvegera şewitandina 19 jinên Êzidî ku li bajarê Mûsilê di 3’ê Hezîrana 2016’an de hatibûn şewitandin, nameyek ji saziya kesên winda û buroya NY’ê ya li Iraqê re şand. Di nameyê de hat xwestin ku ji bo nasnameya wan 19 jinan bê eşkerekirin xebatek bê meşandin. Di 30’ê Hezîranê de Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya 29’emîn salvegera Zîlan (Zeynep Kinaci) û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş lidar xist. Di meşê de hat gotin ku “Em dê bi ruhê şehîd Zîlan heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

Roja 11’ê Tîrmehê li Şikefta Casenê Tevgera Azadiyê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavek avêt. Bi beşdariya komeke gerîla, di bin pêşengiya hevseroka KCK’ê Besê Hozat de merasîma dîrokî ya şewitandina çekan hat lidarxistin. Jinên Êzidî li ser navê civaka Êzidî di merasîmê de cih girtin û peyamên aştiyeke mayînde dan û daxwaza azadiya  fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

‘Aştî û Civaka Demokratîk Bersiva 73 Fermanan e’

Di 17’ê Tîrmehê de Abdullah Ocalan bi peyamek, yekemîn konferansa Ronakbîriya Şengalê silav kir û wiha got: “Ezdayetî ji bawerî û kevneşopiyek zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re ye û pîrozdîtina ruhberan ji xwe re esas digre. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heya roja me ya îro anîn pergalên zordar her dem wan ji xwe re xeter dîtine. Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê tu carî serî netewandin.”  Di 17-18’ê Tîrmehê de li ser perspektîfên Abdullah Ocalan, Akademiya Ronakbîriyê ya Şengalê di pêşengiya jinên Êzidî, yekemîn konferansa xwe bi dirûşma banga “Aştî û Civaka Demokratîk Bersiva 73 Fermanan e” li dar xist.

Çalakiyên bîranîna salvegera 11’emîn a fermanê

Di 24’ê Tîrmehê de piştî 11 salan keça Êzidî Rîham Hecî Hemê ji hêla şervanên YPJ û QSD’ê ve ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, vegeriya Şengalê. Jina Êzidî ji hêla malbat û jinan ve bi tilîlî û dîlanan hat pêşwazîkirin. Di 1’ê Tebaxê de bi boneya salvegera 11’emîn a fermanê jinên Êzidî yekem car kovarek bi navê Nîsan derxistin. Kovara Nîsan her sê mehan carekê bi rojevên rojaneyî, civakî, çandî, siyasî yên jinên Êzidî derdikeve. Di 2’ê Tebaxê de jinên Êzidî li gundê Hardanê serdana goristana cangoriyên fermanê kirin û soza rakirina tola fermanê dan.  Di navbera 21’ê Îlonê û 1’ê Tebaxê de li Bexdayê komîteya dîplomasiyê li ser navê TAJÊ bi hevkariya wezareta çandî ya Bexdayê bi boneya salvegera 11’emîn a fermanê, yekem car rêzeçalakî li dar xistin. Pêşangehek ji wêneyên fermanê hat vekirin û çîroka Cîlan û Fermandara YJŞ’ê Hêza ji beşdaran re hat vegotin. Ji bo kesên di fermanê de hatin kuştin, gulan avêtin çemê Dîcleyê.

Jiyanê 3 deqe sekinandin

Di 3’êTebaxê de li her derê Şengalê jiyan ji bo 3 deqeyan hat rawestandin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji gundê Hardanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heya Girzerik, Tilezêr, Siba û Medîbanê her kesî ji bo 3 deqeyan jiyanê da sekinandin. Gelê Şengalê li ber meclîsên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û meclîsên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê rêzgirtina 3 deqeyan bûn. Di 3’yê Tebaxê de 11’emîn salvegera fermanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat bibîranîn. Di meşê de wêneyên şehîdên fermanê hatin rakirin, dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bimre xiyanet’ ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî YJŞ û YBŞ’ hatin berzkirin.  

Daxwaza ‘gorên komî vekin’

Malbatên Roja 13’ê Tebaxê, piştî 11 salan 22 cenazeyên kesên di fermanê de hatine qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin. Lê hê jî cenazeyên bi hezaran kesan ji gorên komî nehatine derxistin û malbatan  xwest ku hemû gorên komî yên hatine tesbîtkirin lê nehatine vekirin, zûtirîn demê de bên vekirin. Di 20’ê Tebaxê de Cîlan Berces di 11’emîn salvegera nemirbûna xwe de li navenda Tilezêrê bi pêxistina findan hat bibîranîn. Di bîranînê de dayîka nemir Cîlan axivî û got ku ew bi keça xwe serbilind e, ji ber ku di ber baweriya xwe de nemir bûye.

Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa

Di salvegera 11’emîn a fermanê de komîteya dîplomasiyê dosyayek li ser fermanê, bi sê zimanan Erebî, Kurmancî û Îngîlîzî amade kir. Dosya bi nameyek re, ji 21 welatên ku jenosîd nas nekirine re hat şandin. Di salvegera 11’emîn a fermanê de ji bo bîranîna tevahî kesên di fermanê de hatine kuştin û jinên hê jî dîlgirtî ne, Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa bi klîba “Dansa Vejîn” nemirên fermanê bi bîr anîn. Sitiya Nexşa bi armanca xuyanîkirina çanda kevnar û resen a jinên Êzidî, di nava salê de gelek çalakiyên hunerî li dar xistin.

Di salvegera fermanê de ji bo bîranîna hemû nemiran klîbeke bi navê ‘Şehîdên welatê min’ weşand. 28’ê Texbaxê jinên Êzidî di salvera 11’emîn a fermana 74’an de bi sernavê komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşma “Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad” li dar xistin. Jinên Êzidî konferansê diyariyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, rola xwe di avakirina ronesansa civaka Êzidî de nîqaş kirin û soza biryardariya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dan.

 Îsal yekem car jineke Êzidî li Cimayê Perî rakir

Cejna Cimayê yek ji kevintirîn rê û resma civaka Êzidî ye. Cejn bi armanca ciwanîkirina hemû qubeyan tê pîrozkirin. Di biharê de ev cejn di meha Gulanê de ye û di mehên payîzê de jî ji meha Îlonê heta Cotmehê berdewam dike. Di 26’ê Îlonê de cara yekem jina bi navê Hêwiz Hecî di cimaya pîrê ewra de Perî siwar kir. Heya niha yekem jin e ku di cimayê de perî siwar dike. Di sala 2023’an de jî yekemîn car jinên Êzidî di cimayê de li qubeya Xatûna Fexra Hîlal rakirin.

Di çarçoveya naskirina TAJÊ-YJŞ de gelek hevdîtin

Di nava salê de komîteya dîplomasiya TAJÊ bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera jinên Êzidî û jinên ji neteweyên cuda de, li ser naskirina jenosîdê, danasîna TAJÊ-YJŞ, aqûbeta jinên dîlgirtî, naskirina Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê li herêma Nînovayê, di asta Iraqê de, li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, bi saziyên jinan, partî, netewe, kesayetan re 16 hevdîtin pêk anîne. Dosyayek li ser danasîna TAJÊ-YJŞ’ê, bi nameyek ji hevgirtina NADA’yê, 113 kes û saziyên Rojhilata Navîn û Bakur Rojhilatê Efrîqayê re hat şandin.

Di 5’ê Kanûnê de li wergeha penaberan a Rustem Cûdî ya Maxmûrê, 14’emîn konferansa Meclîsa Îştarê hat lidarxistin. Jinên Êzidî beşdarî konferansê bûn û peyama hevgirtina jinên Êzidî û Mexmûrê dan.

Akademiya Jineolojî ya Şengalê li her derê perwerde da jin û mêran

Di 16 Îlonê de yekîtiya jinên ciwan û akademiya jineolojî ya Şengalê, li Serdeştê kampa perwerdê bi navê Xwebûn vekirin. Di kampa xwebûnê de jinên ciwan perwerdeya bîrdozî, çandî, dîrokî, werzîş, xweparastina cewherî dîtin. Akademiya Jineolojî ya Şengalê di nava salê de li hemû gund, komelgeh, navenda Şengalê û li gundewarên civaka Ereb lê dijîn, bi akademî, meclîs, sazî, YBŞ-YJŞ û asayîşa Êzidxanê re li ser Jineolojî perwerde da. Jinên Êzidî û tevahî civaka Şengalê ji bo zanista jinan nas bikin bi eleqeyeke mezin beşdarî perwerdê bûn.

Zarok bi çanda Êzidayetî tên perwerdekirin

Di 18’ê Mijdarê de di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan de ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê meşandin, Akademiya Jineolojiyê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û sedemên pêşxistina tundiyê semînerek ji bo mêran da. Di heman demê de îsal akademiya jineolojî ya Şengalê bi armanca diroka jinên Êzidî ya ku ser hatiye girtin li gelek deverên şengalê, li şûnwarên kevnar û resen xebatên lêkolînê da destpêkirin. Di çarçoveya dewreyên perwerdekirina zarokan ku bi armanca pêşxistina çanda Êzidayetî hatine destpêkirin de bi dehan zarok li Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa hatin perwerdekirin. 

Pêngava ‘Xwe Nekuje Her Xwekuştinek Fermanek e’

Di 30’ê Cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, Rêveberiya Xweser û tevahî sazî û dezgehên wê. dest bi pêngaveke nû ya bi dirûşma “Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e” ragihandin. Pêngav bi armanca pêşîgirtina bûyeren xwekuştinê yên di nava civakê de zêde bûne hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de civînên gel, perwerde û semîner ji aliyê TAJÊ ve hatin lidarxistin. Ev pêngav heta bighîje armanca xwe dê berdewam bike. Di 11’ê Mijdarê li Iraqê hilbijartinên parlementoyê çêbûn. Jinên Êzidî û xelkê Şengalê ji bo namzedê/a ku di parlamentoyê de îradeya wan a siyasî temsîl bike, çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Roja Rizgarkirina Şengalê ku di 13’ê Mijdarê de ye, îsal bi gelek çalakiyan hat pîrozkirin. Jinên Êzidî careke din deyndarî û dilsoziya xwe ya bi gerîlayên azadiyê re anîn ziman û keda wan a di rizgarkirina Şengalê de bi bîr xistin. Di çarçoveya pêngava “Xwe Nekuje Her Xwekuştinek Fermanek e” de, jinên Êzidî bi mebesta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan çalakî, semîner û perwerde li dar xistin. Akademiya Jineolojî ya Şengalê jî bi vê boneyê perwerde dan mêran. Di çalakiyan de peyama “Em dawî li her xwekuştinê bînin û jiyana azad û komînal ava bikin” hat dayîn.

Festîvalên Vejînê yekem car hatin lidarxistin

Di 24’ê Mijdarê de bi mebesta Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, bi pêşengiya jinên Êzidî meşek girseyî hat lidarxistin. Di 26’ê Mijdarê de yekemîn Festîvala bi navê Vejîn a Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî bi dirûşma “Vejîn Jiyan e, Jiyan Komîn e” hat lidarxistin. 

Saleke bi têkoşîn û berxwedan

Sala 2025’an ji bo jinên Êzidî bû sala têkoşîna rêxistinî, civakî ya li hemberî şerê taybet û hişmendiya zayendperest. Bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demoratîk” re jinên Êzidî li ser esasê ji nû ve avabûnê, avakirina Ronesansa Êzidiyan û pêşxistina jiyana komînal û demokratîk saleke bi têkoşîn û berxwedan derbas kirin. Navgîna vê têkoşîn û berxwedanê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di vî warî de sala 2025’an mîraseke girîng ji bo tevahî jinên têkoşer ên bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe didin, dewrî sala 2026’an dike.