Ronîda Osman a di komkujiyê de şehîd bû hat oxirkirin

Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê Ronîda Ebdo a ku li gel malbata xwe ji aliyê dewleta tirk ve hat armanc girtin, li goristana Şehîd Dicle oxirkirin.

Kobanê – Dewleta tirk ku di 16’ê Adarê de komkujiyek li gundê Berxbotanê pêk anî. Di encamê de malbatek bi temamî ku ji 11 kesan pêk tê, tevî dê, bav û 7 zarokan hatin qetilkirin. Ji van 11 kesan Ronîda Osman a 18 salî û Narîn ya 9 salî bi giranî birîndar bûûn. Ronîda ji ber birîna xwe ya giran şevî din jiyana xwe ji dest da ku tenê Narîn ji malbatê ma.

Ronîda ku endam Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, îro ji aliyê şêniyên Kobanê ve bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle hat oxirkirin. Di merasîmê de malbatên şehîdan, sazî û rêxistinên Kobanê û gel amade bû.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirin destpê kir, paşê hevseroka Desteya Jîngehê Almaz Romî û Rêveberiyê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Ismayîl axivîn.

‘Heman feraset komkujiyan pêk tîne’

Almaz Romî wiha got: “Ev zêdetirî 3 mehan e ku dewleta Tirk bi rê û rêbazên herî hov Bakûr û Rojhilatê kiriye armac. Bi heman hovîtiyê dewleta tirk komkujiyek li gundê Berxbotanê pêk anî ku ev malbat bi temamî hatin qetilkirin. Di dîroka Tirkiyê de bi sedan komkujiyên bi vî şêwazî hene, lê bi taybet yên li hember gelê Kurd zêdetir in. Bi vê komkujiyê re goristana şehîdan a komkujiya Kobanê ku ji aliyê DAIŞ ve pêk hat, piştî 10 salan ji nû ve vebû ku duh merasîma vê malbatê lê pêk hat. Yên ku herdû komkujî pêk anîn heman feraste in.”

Pişt re wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin ku malbatê bi tilîlî û silogan wergirt.

Herî dawî hevriyên Ronîda cenazeyê wê gitin ser milê xwe û bi siloganên “Şehîd Namirin” spartin axê.