Jinên Êzidî: Heta dawiyê em ê li qada berxwedanê bin
Jinên Êzidî ku ev du roj in li dijî artêşa Îraqê û êrîşên wan li ber xwe didin, anîn ziman ku Îraq qanûna DAIŞ’ê li ser wan pêk tine û dan zanîn ku dê heta dawiyê li qada berxwedanê li ber xwe bidin.

Şengal-Di 18’ê Adarê de artêşa Îraqê li navenda bajêr li taxa Yermûk a navenda bajarê Şengalê kemîn avêt pêş seyareyeke şervanên YBŞ’ê û wesayît hat gulebarankirin. Di encama vê êrîşa hêzên Iraqê de yek jê giran sê şervanên YBŞ’ê birîndar bûn û hêzên Iraqê dest danîn ser birîndaran.
Piştî êrîşa artêşa Îraqê, Êzidiyan berê xwe dan navenda Şengalê û li ber navendên hêzên Îraqê dest bi berxwedan û çalakiyê kirin. Ev du roj in gel di nav berxwedanê de ne û diyar dikin ku heta encamgirtinê dê çalakiya xwe bidomînin.
Li hemberî artêşa Iraqê kona çalakiyê hat vedan. Derbarê berxwedanê de jinên Êzid3i nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Heta encamgirtinê dê berxwedan bidome’
Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şengalê Emşê Korkorkî diyar kirk u ev du roj in ji bo şervanên xwe, ji bo zarokên xwe di nav berxwedanê de ne û wiha got: “Ev 11 sal in zarokên me ji bo civak û axa xwe biparêzin li ber xwe didin. Lê niha şervanên me ku parastina axa xwe dikin di destê hêzên Iraqê de ne û birîndar in. Ev milet ji bo zarokên xwe ji destê artêşê bigirin rabûne ser piyan û dê berxwedana me heta encamgirtinê bidome.”
‘Îraq hêza êrîşkirinê ji ku digire’
Jina bi nave Lîza Xêrî jî bi van hevokan behsa çalakî û berxwedana xwe kir: “Ev du roj in em di nav berxwedanê de ne. Artêşa Iraqê êrîşî zarokên vê civakê kir. Artêşa Iraqê vê hêzê ji ku digire û êrîşan pêk tîne. Iraq qanûna DAIŞ’ê li ser vê civakê pêk tîne. Em li qada berxwedanê li ber xwe didin. Bi hinceta PKK’yî ne, êrîşî me û zarokên me dikin. Em ji tu kesî û hêzî natirsin. Ji bo em serî li hemberî wan natewînin, dibêjin hûn PKK’î ne û terorîst in. Em nameya ku Rêber Apo ji bo civaka Êzidî şandî silav dikin, em serê xwe li ber mîmarê azadiyê Serok Apo ditewînin, silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em ne PKK’yî ne, lê fikrê PKK’ê li tevahî dinyayê û mirovahiyê belav bûye û divê artêşa Iraqê xwe li pişt hincetên bi vî rengî veneşêre. Û em Sûdanî şermezar dikin û em dibêjin tu DAIŞ’î, tu mafê artêşa Îraqê li ser vê civakê nîne û nikare me biparêze. Heta dawiyê dê berxwedana me bidome.”