‘Aştî riyeke ji bo azadiyê ye’ -1

Li Rojhilata Navîn hêzên serdest aştiyê ji bo çewisandinê bi kar tînin. Lê belê ji bo Kurdan feraseta berxwedan û mayînê ye. Ev aştî ne dawî anîna şer e, destpêka hewldana ber bi azadî û demokrasiyê ve ye.

AVZEM VIYAN

Navenda Nûçeyan- Pêvajoyên aştiyê her dem di dîroka xebatên rizgarîxwaziyê de wek riyek ji bo derbasbûna ji tundiyê ye. Lê belê pirsa sereke ev e: “Kîjan awayê aştiyê? Di demeke ku modela teqlîda aştiyê li ser bingeha cezakirina desthilatdariyê û dabeşkirina qezencan hatiye damezrandin de, nêrînek din jî heye. Ew jî ew e ku aştiyê ne weke sazkirinên demkî, belkî weke guherîneke bingehîn a di pêkhateyên civakê de dibîne.

Ew peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê de ji bo jinan şandiye, bi awayekî eşkere destnîşan dike ku bê azadiya jinan, tu civak nagihîje aştî û demokrasiya rasteqîn. Di vê nêrînê de aştî nayê wateya bidawîbûna şer. Tê wateya destpêkek nû. Bingehek ku tê de jin weke hêza sereke ya guherînê, rolek navendî di biryardayîna siyasî û civakî de dilîzin.

Îro ev modela aştiyê ku li ser bingeha rêxistina civakê û beşdariya rasterast a xelkê hatiye damezirandin, peymana di navbera hêzên serdest de ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê dinyayê bûye îlham. Lê belê ev rê hê ew ê rastî gelek tengasiyan bê. Ji ber hêzên serdest, pêşî li guherînên ku gefê li serdestan dixwin digrin. Li gel wê jin di vê xebatê de pêşeng in, ji ber ku ji bo wan aştî ne mafekî bingehîn ê siyasî ye, mercê bingehîn ê jiyanê ye.

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî der barê bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pêvajoya ‘Aştî û Cîvaka Demokratîk’ de axivî. Necîbe Qeredaxî da zanîn ku civakên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji ber cihê jeopolotîk ê herêmê, di aliyê erdnîgariya herêmê de ji sê parzemînan pêk tê û wiha berdewam kir: “Guzergahek bazirganiyê ye, di aliyê dîrokî de hem dergûşa herî mezin a ayînî nivisiye û baweriya xwezayî ye, hem jî dahênerên yekem ên dîrokê bûn, hemi dahênanên erênî û neyînî li vê herêmê derketiye. Dahênên erênî mînak derketina niştecihbûnû şoreşa çandiniyê, jin û ziman, dahênanên nerênî jî ew ku desthilata yekem a mêrsalarî li herêmê şikil girt eve jî hertim din ava ciaka xwezayî û çiyayî de bû cihê aloziyan, ev herêm jî hertim pilanên dagirkirinê li ser heb, çend caran di dîrokê de hewl dagirkirina wan herêman hate dayîn. Di dîrokê de civat û baweriya etnîkên civaka Kurd li wê herêmê, çend caran rastî dagirkeriya hemû aliyan hatin. Lê belê bi çanda pêşîlêgirtin û parastinê, wisa kir ku hemû hewldanên dagirkeran têk biçin. Ji ber wê ji komkujiya fîzîkî bigre heta bikaranîna hemû amûrên şerê derûnî, aborî û gelek caran jî civaka Kurd hê di rewşa xweparastina fîzîkî de ye. Kurdan anîne rewşeke wisa ku ne tenê erka nasname û hebûnê kiriye, dibe ku Kurdbûnê mîna bela û bargiraniyê bibîne.”

‘Jin du caran tên dagirkirin’

Necîbe Qeredaxî da zanîn ku di rewşeke wiha de serhildan û serîrakirina li hemberî dagirkeriyê, di dîrokê de pêwîstiyek bingehîn bû, wiha got: “Dagirkerên ku civakê weke mirov nabînin, anîne rewşeke ku ji mirovbûnê derxistine. Ji derveyî şoreşê tu riyeke din namîne. Ev rewş li hemû aliyên Kurdistanê weke hev bû, bi taybetî piştî perçekirina Kurdistanê bi peymana Lozanê, ji bo civakek di vê rewşê de aştî dihat wateya bêdengbûna milkparêziyê jî. Ji bo dewletên dagirker jî aştiyê weke amûrek ji bo bêdengkirin û qirkirina çandê li hemberî gelan û rengên cuda bi kar anîn. Kesên bijare di pêkanîna îdeolojî û siyasî ya dewletê de bûn, ev karaktera dagirkeriya mêrsalar careke din civakê dagir dikir û di civaka bi vî awayî de ku rewşa wê ya aborî û civakî xirab e de jin du caran tên dagirkirin. Carek ji aliyê dewletê û carekê jî ji aliyê mêr ve.”

‘Jin mîna hebûnek sekinandina rijandina xwînê dihat dîtin’

Necîbe Qeredaxî anî ziman ku têkoşîna gihîştina nasname, hebûn û azadiyê di qonaxên borî de her dem bi baweriya têgihîştinê, li ser maseya danûstandinê bi dest dikeve. Diyar kir ku ew ên ku dibêjin ew têkoşîna ku Kurdan bi çek bi dest xistine, di danûstandinê de ji dest dide, yan jî têkoşîna çekdarî her dem bijarteya çek û meydana têkoşîna siyasî ji yek cuda ne. Necîbe wiha got: “Ev têgihîştin, gelek caran bi xebatên qonaxa çiyê û qonaxa bajar bi nav dikin. Bi taybet ev nêrîna ku li Başûrê Kurdistanê serdest e, heta li beşek li Rojhilatê Kurdistanê jî heye, bi vî awayî nêz bûne yan her dem danûstandinên aştiyê li rawengehek karekterek mêrane teşe girtiye. Tu caran jin nebûna bikirek sereke di danûstandinên aştiyê de. Vê têgihîştinê bandorê li ser civakê kir û li ser teşegirtina têgihîştina civakê kir li hemberî Tevgera Azadiyê. Di vê qonaxê de divê ya ku were lêpirsînkirin têgihiştina meya ji bo şer û aştî, têgihiştina meya ji bo danustandin, têgihiştina meya ji bo mafê azadî û nasname bi mêzê danustandin bi destbixwe, ne bi têkoşînek civakî û têkoşînê ev mafane bi dest bixin. Ew têgihiştine di modela hizir, fikir û rêxsitina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku hewl didim behs bikim.”

‘Divê aştî her dem di şeran de bandorê li ser cihê jinan jî bike’

Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku têkoşîna aştî û bihevrejiyana demokratîk, sadetirîn û bingehîn pêwîstiya mirov û civakê ye û wiha got: “Ger ku nakokî û alozî hebe, girîng e peywir, pêşxistina modelek baştir hebe ji bo civakê, modelek be ku civak raste rast beşdar bike. Ne modelek li ser bingeha ji nabirina hev be. Divê aştî her tim di şeran de bandor li ser cihê jinê jî bike. Di dîrokê de me gelek bihîst di şerê navbera dû hêzan de dema jinan laçika spî diavêtin erdê, şer disekini. Lê belê mixabin di gelek şert û mercan de jin wek hebûnek sekinandina rijandina xwînê dihat dîtin. Jin ji bo aştiyê gelek xwîn rijandiye û bûye qurbanî.”

‘Gavên ber bi hizir û modela civaka demokratîk ve’

Necîbe Qeredaxî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser destpêka Tevgera Azadiya Kurdistanê ya beriya 52 salan û wiha pê de çû: “Ji bo bidawîkirina dîroka dagirkerî, bê nasnameyî, şer û gîhandina bi nasnamebûn, bi taybet rewşa dagirkirina jinê ya di dîrokê de helwestek heta radeya dawî ya şoreşgeran bû û helwestek rast bû. Qonaxa damezrandina partiyek şoreşger di wan şert û mercan de tekane bijartin bû. Destpêkirina şerê çekdarî ji bo Kurdan di şert û mercên qirkirinê yên hemû aliyên dagirkeran de, tekane bijarte bû. Ji bo gelê Kurd rewşa dagirkeriyê ya herî mezin a beşa Kurdistanê Bakur bû, ev jî dê bandorê li hemû rewşa Kurdistanê bike, ya ku Rêber Ocalan ava kir ji bo civaka tune bûyî vejînek bû, serkeftina tevgerê bû ku di aliyê ferasetî, fikrî û felsefî de pêşkêşiya dîrokê biguherîne û rabûnek dîrokî di hemû aliyan de bi xwe bibîne.”

Hewldana bi riya zagon û reforman

Necîbe anî ziman ku di rewşa tunebûnê de di xwerêxistinkirin û redkirina dagirkeriya di hemû astan de, dagirkeriya ser xak, fîzîkî û hebûn û xwepênasekirinê, helbet ev rewşa ku em behs dikin serkeftina  şoreşgeraneye, cewher û krokiya vê pênesekirinê azadiya civakê û azadiya jinê bihevdû ve girêdidin, ev ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê helwesta herî başbû. Necîbe da zanîn ku krokiya vê felsefeyê û fikrê azadkirina jinê wek peywirek ji bo hemû azadiyan dizane û dike merceke pêşwextî ya ji bo azadiya civakê. Necîbe wiha berdewam kir: “Li pey wê jî rêxistina xweser a jinê girîng dibîne ku faktorek ji bo guherîna di qadên ku dagirkerî û mêrsalarî li ser wê hebûna xwe didomîne. Ji ber wê jî destpêka têkoşîna jinê li dijî feraseta dagirkerî û mêrsalarî û pêkanîna têkoşîna netewî, çînayetî û rêgezî bi hev re girînge. Bê encamgirtina ji vê têkoşînê û avêtina gav ber bi hizir û modela civakek demokratîk, jin û mêr bi awayê demokratîk, behskirina aştiyê avêtin. Ger ew şert û merc pêknehatiban û Tevgera Azadiyê derneketiba wê aştî  bibûya xeyal ku civakê dixin ber xeyalên puç û jin jî helbet beşek ji rizgariya şoreşên gelan de berdewam soz dane jinan û mafê wan bidin, helbet ew  hewldana bi reforma yasa û destkeftiyên takekesî, ji bo qawîmkirina desthilata xwe bû û ev sozane bi demê re tune bûn ew reform tenê ji bo berjewendiyên takekesî yên desthilatê bû. Din ava van bûyeran de ne pirsa Kurd û ne pirsa civakî ya Kurd ku herî zêde bandor li jinan kir, bi reforman bê çareserkirin. Mimkun nebû bi zihyeta reform were çareserkirin. Divê şoreşek civakî çêbibûya.”

Necîbe Qeredaxî diyar kir ku bê guman qonaxa têkoşînek bê navber a 52 salî, encamek serxistina civak û jinê, bi hemû wateya xwe şoreşek civakî, zîhnî û demokratîk û li ser siyaseta demokratîk, aştî û ber bi modela civakek demokratîk ve gav bavêje ye. Necîbe Qeredaxî wiha got: “Di rewşa civak û tevgerek ku fikir, felsefe, jiyanê gihandine asta paradîgmaya modernîteya demokratîk ku li ser bingeha prensîbên demokrasiya rast, ekolojî û azadiya jinê, bêguman di cihek bi hêz de aştiyê bi têkoşîn pêş bikeve. Lê belê bê guman ne hêsan e.”

‘Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ne pêvajoyek tiştên amade ye’

Necîbe Qeredaxî têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ diyar kir ku di demekê de li dinyayê ewqas tundî heye û çekên nû tên hilberandin de, Ocalan behsa aştiyê dike, her kes meraq dike ku rewşa Tevgera Azadiya Kurdistanê û jinên Kurd ber bi ku ve diçe. Necîbe di vê mijarê de ev tişt gotin: “Bangawazî yan pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ne projeyek wisa ye ku em dereng bixin, hîs bikin ku tiştek amade pêşkêş bike. Belkî ev pêvajo bi temamî ji aliyê tevgera azadiya Kurdistanê, Tevgera Azadiya Jina Kurd, civaka Kurd û tenê dostên gelên Kurd û hemû kesên ku baweriya wan bi modernîteya demokratîk heye, bi ser dikevin. Ew peyam û ev qonax encama têkoşîna Rêber Ocalan ku 26 sal in didomîne ye. Ew şikandina tecrîdê û rewşa encama berxwedana mînak a dîroka gelê Kurd, tevger, kesên xwedî li Rêber Ocalan derdikevin û dostên gelê Kurd in.”

 ‘Rêber Ocalan afrînerê çandeke nû ya siyasî û têkoşînê ye’

Necîbe Qeredaxî di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji bo ji peyam bê famkirin divê di tevgerê de sedema serhildana hemû qonaxên borî yên têkoşîna çekdarî, modela rêxistin, fikir û îdeolojiya tevgerê û pêwîstiyên guherînê li gorî serdemê bên famkirin. Necîbe Qeredaxî wiha berdewam kir: “Yên ku rêbaza têkoşîna di nava tevgera azadiyê de binasin, elbet çûneyetiya pênasekirina pirsgirêkê û çawaniya destberdana çareseriyan û naskirina dewletên ku Kurdistanê dagir dikin û şert û mercên dinyayê bi aştî binasin, ew ê di têgihîştina vê pêvajoyê de zehmetiyê nekişînin. Ji ber Rêber Ocalan afirînerê çanda nû ya siyasî û çanda têkoşînê ye, ji bêderfetiyê derfet xuliqand, pencereyek nû vekir û riyek nû ji bo gelê Kurd û gelên din ên herêmê û dinyayê vekir.”

‘Her şehîdbûnek êşek mezin e’

Necîbe Qeredaxî anî ziman ku ji bo Ocalan du prensîb di şer û aştiyê her wiha di têkoşîna ji bo civakek demokratîk girîng bûye û wiha berdewam kir: “Ya yekem ew bû ku nabe xwînrijîn bigihîje astek ku aştî zehmet be, ji ber di dawî de yên ku li dijî hev şer dikin, li heman herêmê dijîn û neçar in bi hev re li ser aştiyê biaxivin. Ya duyem jî rê li ber xemên mezin bigre, di tevgerê de ku nebe sedema bêhêvîtiyê. Ji ber di nava 40 salên têkoşîna ji bo aştiyê de, me bedelên gelek giranbiha û bi qîmet dan. Hunera rêbertî di pêşxistina çanda têkoşînê de ew bû ku her şehîdbûnek ku êşek mezin dide, çawa vedigere hêza têkoşîna mezin û bikin felsefeyek jiyana nû xwedî li doza wan derkevin.”

Armanca vê hewldanê

Necîbe Qeredaxî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistina pêvajoyê û wiha got: “Tevî hemû êrîşên navxweyî û derve yên li ser Tevgera Rêber Ocalan a ji bo çanda têkoşîna aramiyê, tevger ber bi parastina yekitiya ruhî, rêxistin û têkoşînê ve bir û di heman demê de xist nava têkoşîneke hizrî, rêgezî û çînayetî, ji bo ku têkoşîn bi awayê zindî berdewam bike. Ger wate di cihê xwe de be ‘Cin ji şûşê derket êdî venagere’ tê wê wateyê ger tiştek ji qalibê xwe derket êdî venagere qalibê berê. Ji bo wê jî bingeheke rêxistinê dirust kiriye ku mezintir dibe. Lê belê ev bedena mezin pêwîstî bi werçerxek dîrokî hebû ji bo yên ku di bin bandora şer, partî, navendî û desthilatdariya modela reel sosyalîst, Yekitiya Sovyetan derxin û bike pêkhateyek ku berê xwe bide civakê, ne dewletê. Berê xwe bide demokrasiyê, ne desthilatiyê,  amrazek pêşxistina civakê be, ne kontrolkirina civakê be. Ev model hizir û kirdarî li ser xweparastin û xwerêveberiya kûr bibe û li pey wê paradîgma xwe nû bike. Ev hewldan ne nûne, di navenda salên 90’î de destpê kir. Çend caran Rêber Ocalan hewl da zemînê şer vegerîne zemînê çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk.”

Beşa duyem: Sedemên bangawaziya Abdullah Ocalan û berpirsyariya hemû Kurdan bi taybetî jinan çi ye?