Ji aliyê Îsraîlê ve hatibû girtin: Behsa îşkenceyan kir
Jina bi navê Ebîr Xeban girtina xwe ya ji aliyê hêzên Îsraîlî ve, îşkence û heqaretên ku di dema dîlgirtinê de dîtiye, anî ziman. Ebîr got "Min hemû cureyên lêdan û êşkenceyê dîtin. Jin li girtîgehên Îsraîlê bi heqaretê re rûbirû dimînin."

REFÎF ISLÎM
Xeza – Di encama şer û pevçûnên ku di nava tevgera Hamas û Hêzên Îsraîlê de di 7'ê Cotmeha 2023'an de li Xezayê rû daye de, gelek kes perîşan û şerpeze bûn. Ebîr Xeban yek ji wan e ku piştî êrîşên hêzên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine girtin. Ebîr Xeban got ku “Dema ku min korîdora ewlehiyê ya ku hêzên Îsraîlê bi nav kiriye ji bo niştecihên Xezayê ji başûr ber bi başûr ve birevin derbas kir, min nizanîbû ku ezê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve di nav qêrînên zarokên xwe de bêm revandin û zarokên xwe di nîvê rê de bihêlim.”
'Bi zorê hatim girtim'
Ebîr Xeban bal kişand ser êrîşên dijwar ên hêzên Îsraîlê û wiha got: "Piştî salekê ji êrîşên dijwar ên li ser zîvala Xezayê û koçberbûna me, min biryar da ku bi sê zarokên xwe re koçî başûr bibim. Gelek ji malbat û hevalên min li ber çavên min hatin qetilkirin. dema ku ez gihîştim benda kontrolê ya dawî ya hêzên Îsraîlê, leşkerek ez di rê de sekinandim. Min nizanîbû ku ew kêliya dawiyê bi zarokên xwe re dijîm e. Ez hatim girtin û zarokên min di nîvê rê de man. Ev kêliya herî bi êş û dijwar bû. Min nikarîbû zarokên xwe xilas bikim."
'Hemû cureyên tundî û heqaretê li ser min pêk anîn'
Ebîr Xeban da zanîn ku ji aliyê leşkeran ve hîzara wê hatiye perçekirin, her wiha ew tazî kirine û wiha got: "Ez birim cîhekî, piştre bi sibehê re ez derbasî zîndanên Îsraîlê kirim. Berî ku derbasî zîndanê bibim, dîsa tazî hatim kontrolkirin. Paşê lêpirsîn derbarê min de vekirin û bi hinceta ku şeva 7'ê Cotmehê ez derbasî yekîneyên niştecihên Îsraîlê bûme rastî lêdan, êşkence û tundiyê hatim. Ez jî di wê şevê de nexweş bibûm û di nexweşxaneya Kemal Edwan de xwe derman dikir. Leşkeran dest û lingên min girêdidan. Her wiha her min bersiva pirsên lêkolînvan neda û ne li gor daxwaza wî bûya, bi şokên elektrîkê re rûbirû dimam. Di heman demê de bi hinceta ku hevjînê min terorîst e hatim dîlgirtin. Lê piştî ku îsbat bû hevjînê min ne terorîst e, dîsa ez birim zîndanê. Li zîndana El-Demon bi girtiyên jin ên Xezayî re mam."
'Zarokên min heya niha bi tirs dijîn'
Piştî serbest kirina Ebîr Xeban bi komek girtiyên jin re wan berê xwe dan Xezayê û peyamên jinên girtî ji malbetên wan re ragihandir. Ebîr Xeban dibêje: "Dema min destpêkê bayê azadiyê bêhn kir, min berê xwe da gel malbatên girtiyên jin û rewşa girtiyan ji wan re ragihand. Piştre min berê xwe da nexweşxaneyê ji bo cîhê lêdanê derman bikim. Zarokên min jî bi riya malbatek gihîştin ba mala apê xwe. Heya niha zarok bi tirs dijîn ku carek din neçar bibim wan bihêlim. Ev jî ji êş û azarên min dijwartir dike."