‘Hêviyên Şerîfe yên ji bo azadî û edaletê zindî ne’

Kampanyaya Şerîfe Mihemedî ragihand ku hêviyên Şerîfe yên ji bo azadî û edaletê li nava dîwarên gîrtîgehê berdewam dikin û wiha hat gotin; “Yên ku dibêjin qey wê dengê azadîxwazan bibirin, xwe dixapînin.”

Navenda Nûçeyan-Kampanyaya Şerîfe Mihemedî bi boneya hatina Cejna Newrozê daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku du sal in girtî ye, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevî ku Şerîfe ji bo azadî û wekheviyê kar kir, du sal in biharê di zindanê de derbas dike û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Hêviyên Şerîfe yên ji bo azadî û edaletê li nava dîwarên gîrtîgehê berdewam dikin, cezayê Şerîfe ji bo bêdengkirina dengê jinan û xwepêşandanan bû. Yên ku dibêjin qey dê bi riya girtin, îşkence û darvekirinê dengê azadîxwazan bibirin, di nava xeyalan de dijîn. Em hêvî dikîn em ê cîhanek ava bikin, azadî û edalet dê ne tenê xeyal bin.”

Du sal in girtî ye

Çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî ya 45 salî ji bajarê Urmiyeyê ye û li bajarê Reşd niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de careke din cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hat pejirandin.