Rojnamegera Misrî Hîba Ziyad jiyana xwe ji dest da

Jina ciwan a Misrî û Rojnamevan Hîba Ziyad piştî daketineke giran a tansiyonê krîza dil derbas kir û koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevana Misrî Hîba Ziyad yek ji kesayetên girîng e û wê di meşa  xwe ya kurt de şopeke diyarker hişt. Hîba, bi dehan bernameyên pirreng pêşkêş kir ku di nav de yên siyasî, civakî, zanistî, hunerî û malbatî hebûn. Rojnamevana jin  a ciwan a Misrî Hîba Ziyad, îro ji nişka ve koça dawî kir. Ev agahî ji bo raya giştî, medyayê û civaka hunerî nûçeyek bi şok bû. Li ser hesabê wê yê fermî yê Facebookê, agahiya wefata wê  ya di dema xewê de ragihandin. Di encama  daketinek dijwar a tansiyona xwînê û piştre krîza dil de,  bêyî ku hişyariyek an nexweşiyek hebe, ev yek bû sedem ku koça dawî bike.

Çavkaniyên nêzî rojnamevana ciwan Hîba Ziyad, diyar kirin ku di rojên dawî de ti pirsgirêkên tenduristiyê jiyan nekiriye û bi awayekî normal karên xwe yên rojnemevantiyê didomand, lê koça wê ya dawî bû surprîzek. Çavkaniyan zêde kir ku ew nekariye beşa bernameya xwe ya herî dawî ya hefteya borî qeyd bike, ev yek bûye sedema pirsan li ser nebûna wê ya ji nişka ve, beriya ku sedema vê yekê îro bi agahiya koça dawî ya wê ya ji nişka ve eşkere bibe.

Di dema xebatên xwe yên rojnamevantiyê de Hîba Ziyada ciwan şopek zelal û diyarker hişt. Ji ber ku wê di vê meşa xwi ya kurt de zêdetirî 32 bername pêşkêş kirin. Di bernameyên xwe de mijarên dewlemend ku di nav de siyaset, civak, zanist, huner, malbat û heta metafizîkê hebûn, dineqişand. Ev yek jî bû sedem ku bibe yek ji kesayetên rojnamevanên ciwan, çalak û berbiçav.  

Herî dawî di Tîrmeha borî de di sezona duyemîn a bernameya "Trend TV" de derket ser ekranê, ku tê de rêzebeşên civakî û hunerî pêşkêş kir.