Rojnameger Rojda Altintaş hat binçavkirin
Rojnamevan Rojda Altintaş bi hinceta ku ji meha Adarê ve lê digeriyan li Stenbolê hate binçavkirin.
Stenbol – Rojnameger Rojda Altintaş di parvekirinek li ser medyaya dîjîtal de ragihand ku ew bi hinceta ku ji meha Adarê ve lê digeriyan ji aliyê polîtên dewleta Tirk ve hatiye binçavkirin.
Rojda Altintaş, ku li Nexweşxaneya Hasekî ji kontrola tenduristiyê derbas bû, li ser hesabê xwe yê X ev tişt parve kir: "Di dema kontrola GBT de, ji min re gotin ku ji bo min fermana girtinê heye. Ez ketim panîkê ji ber ku ji nişkê ve bi wesayîta polîsan ji bo lêpirsînê dibirin. Ji min re gotin ku ji ber nûçeyek ku min nivîsandiye, bi tohmeta 'eşkerekirina nepeniya ragihandinê' min dibin lêpirsînê û piştre ez ê serbest bêm berdan. Ez hîn nizanim ew kîjan nûçe bû. Dema ku ez agahdariyê bistînim, ez ê parve bikim."