NY: Jinên Xezayî ji bo jiyanê di mercên gelek zor de têdikoşin

Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Xezayê jin, di bin siya birçîbûn, koçberkirin û şîdetê de di mercên bê derfet de hewl didin malbatên xwe li piyan bigrin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Xezayê dest pê kirin bû sedema hilweşandina bajar. Ji êrîşan herî zêde jin û zarokan zirarê dîtin.

Berpirsa karên mirovî ya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sofia Callatorp bi daxuyaniyek diyar kir ku jinên Xezayî rojane têkoşîna ji bo jiyanê didin û got ku jin di nava xizanî û tunebûnê de hewl didin malbatên xwe li piyan bigrin. Sofia Callatorp xwest cîhan berê xwe bide Xezayê û da bal kişand ku dîmenên di medyaya cîhanê de ‘rewşa rastîn nîşan nadin’ da zanîn ku şer hê neqediyaye, êrîş kêm bibin jî komkujî hê didomin.

‘Jin hewl didin zarokên xwe ji êrîşên rojane û sermayê biparêzin’

Sofia Callatorp diyar kir ku li Xezayê jin bi birçîbûn, tirs û travmayên rojane re rûbirû ne, got ku jin hewl didin zarokên xwe ji êrîşên rojane û sermayê biparêzin, li cihê ku tu ewlehî tune ye xeta dawî ya parastinê ava kirine. Her wiha diyar kir ku niha li herêmê ji 57 hezarî jin debara malbatên xwe dikin bal kişand ku di mercên mirov dikare bibêje ‘ne pêkan’ de jiyana xwe didomînin. Sofia Calltorp, got ku jin di navbera vebijarka “jiyan û mirinê” de mane, di mercên ku ne pêkan e ji nû ve avakirin çêbibe de xwe li jiyanê digrin.

‘Jinên Xezayî neçar man gelek caran bi zarok û extiyaran re koçber bibin’

Sofia Calltorp îfade kir ku jinên Xezayê bi caran ji cihên xwe hatine derxistin, her carê neçar mane bi zarok û extiyaran re li cihekî bi ewle bigerin û wiha bi dawî kir: “Pêdiviya jinên Xezayî ew e ku agirbest bidome, alîkariyên xurek û hemû pêdiviyan bigihîjin wan, pêdiviyên ji bo zivistanê werin bicihanîn. Pêwist e xizmeten tendirustiyê û desteka derûnî ji wan re were dayîn. Divê ku jin an jî zarokek keç ji bo sax bimîne ewqas neçarî têkoşînê nebe.”