‘Guhertinên di qanûna rewşa kesane de li Kuweytê cudakariyê kûr dike’

Bloka Jinên Demokrat a Kuweytê (Kinda) diyar kir guhertinên di qanûna rewşa kesane de hatiye pêşniyarin cihêkariyê kûr dike û di bin navê "guhertina malbatê" de li ser jinê wesayeta qanûnî tê xurt kirin.

Navenda Nûçeyan – Hûrguliyên guhertinên di Qanûna Rewşa Kesane ya Kuweytê de hatine pêşniyarkirin, di civakê de têkildarî der pêşeroja edalet û wekheviya di qanûna malbatê de nîqaşek berfireh avakir. Bloka Jinên Demokratîk a Kuweytê, "Kinda", ev gav mîna pêşveçûnek ku gef li destkeftiyên dîrokî yên ku bi têkoşîna demdirêj a jinên Kuweytê hatine bidestxistin dixwe, bi nav kir.

Ji destpêka sala 2025’an û vir ve, pêşniyarên guhertinên Qanûna Rewşa Kesane ya Kuweytê, bû mijara nîqaşek dijwar. Tê diyar kirin ku ev guhertinan ji ber qelskirina pozîsyonên jinê ya di nav malbatê de û bandorek neyînî li ser mafên zarokan dike, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ve tê rexnekirin.

Bloka Jinên Demokrat ên Kuweytê Kinda, di daxuyaniya xwe ya 26’ê Mijdarê de, diyar kir pêşniyarên hatine kirin li dijî rêgezên wekhevî û edaletê yên Makezagona Kuweytê ye û di bin navê "guhertina malbatê" de li ser jinê wesayeta qanûnî tê xurt kirin. Kinda, destnîşan kir ku ev guhertin jinê ji nû ve tîne pozîsyona girêdayîbûnê.

Hişmendiya baviksalar xurt dike

Blokê, da zanîn bendên mîna ji nû ve rêzkirina rêza wesayeta zarokan dike li ser jinan zexta civakî pêkbîne û biryarên hevberdan an jî ji nû ve zewicandinê neyînî bandor dike. Her wiha diyar kir di rewşa hevberdanê de şerta vegerandina mehrê li ser jinê barên darayî yên zêde ne û yekkirina miktara nefeqayê jî newekheviyên aborî paşguh dike. Rêxistinê, da zanîn gotinên mîna "xizmeta mêr” jî hişmendiya baviksalar xurt dike.

Kinda, diyar kir rêya kêmkirina rêjeyên hevberdanê ne sînordarkirina mafên jinan e, misogerkirina edaleta aborî û civakî ya piştî hevberdanê ye. Kinda, da zanîn guhertin bi şêweyê xwe ya niha nayên qebûlkirin û banga ji nû ve nirxandina pêşnûname û avakirina diyaloga bi civaka sivîl re kir.

Kinda ya di Cotmeha 2024’an de hat damezrandin, ji wê demê û vir ve li ser mijarên cûrbecûr ên têkildarî mafên jinan daxuyaniyan dide û polîtîkayên hikûmetê rexne dike.