Rêxistina Sara ji bo danasîna zagona pêngavek da destpêkirin

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Sara Roza Îsa diyar kir ku ji bo diyardeya tundiya li dijî jinan sînordar bibe û zagona malbatê were naskirin pêngavek hişyarkirinê dane destpêkirin.

DELAL REMEDAN

Hesekê – Zagona malbatê jiyana hevbeş ji jinan re misoger dike û têgeha malbata demokratîk di nav xwe de dihewîne her wiha weke çareseriya herî guncaw tê dîtin.

Rêxistina Sara ya têkoşîna tundiya li dijî jinan ji bo li dijî tundiya jinan bisekine û zagona malbatê ya taybet bi jinan bide naskirin 1’ê Tîrmehê pêngaveke hişyarkirina civakê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya "Em hêvî ne, em aşitî ne" destpê kir.

Der barê armanc û bernameya wê pêngavê Endama Komîteya Perwerdeyê a Rêxistina Sara ya bajarê Hesekê a kantona Cizîrê Roza Îsa got: “Di vê rewşa zehmet û bi krîz a li Sûriyeyê de ji bo têgeha malbata demokratîk were fêmkirin divê wekheviya rastîn di civakê de were pêkanîn. Ji bo têkiliyên di navbera malbatê de birêxistin bibin divyabû zagonek were danîn.”

‘Pengavek ji bo tekoşîna li dijî tundiya jinan destpê kir’

Roza Îsa di berdewamiya axaftina xwe de behsa kar û xebatên Rêxistina Sara kir û wiha anî ziman: “Gelek beşên Rêxistina Sara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Li hemû navçeyên bajarê Hesekê û kampên wê hene. Bi hevbeşiya bi komîn û meclisên heyî re em semînerên hişyariyê yên taybet didin jinan. Ji destpêka meha Tîrmehê ve ji bo zagona malbatê bidin naskirin Rêxistina Sara pêngavek ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan destpê kir. Armanca me ji pêngavê ew e ku em jinan û civakê hişyar bikin û zagona malbatê û tundiyê bi jinan bidin naskirin. Pêngava me dê 2 mehan berdewam bike û dê hemû kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne.”

Pirsgirêk li cem tevgerên jinan tên çareserkirin

Roza Îsa Her wiha axaftina xwe domand: “Ji ber em di herêmeke eşîrtî de dijîn civak di gelek pirsgirêkên malbatî û civakî re derbas dibin. Mîna van rewşan di encama adat teqalîd, qetilkirin, intîxar, rev, pijinî û devjêberdanê çêdibin. Ev pirsgirêk hemû bi hevbeşiya bi rêxistin û tevgerên jinan ên din mîna Mala Jin û Kongra Star tên çareserkirin. Jin di dîroka xwe ya dirêj de ji ber civaka mêrsalar berdêlan dide ji ber wê erka me ye em li hember hemû binpêkirin û tundiya li dijî jinan bisekinin ji ber zagona malbatê parastina mafên jinan dike û civakek bê tundî ava dike.”

Roza Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibin û xwe hîn zêdetir birêxistin bikin û anî ziman ku divê jin maf û erkên xwe bizanibin û tevlî tevgerên jinan bibin.