Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand û diyar kir ku berxwedana zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket.

Tişrîn – Bi amadebûna girseyek ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ku zêdetirî 100 roj e gel çalakiya nobetê lê li dar dixe, daxuyaniyek da.
Girse wêneyên kesên di Berxwedana Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha wêneyên nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên ku 19’ê Kanûna 2024’an û rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê dema berxwedana bendavê dişopandin, di êrişên hewayê yên dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, hildan.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwend.
Rêveberiya Xweser şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr anîn û hemû kesên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nobeta parastina bendavê de cih girtin silav kir.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd bi zimanê Kurdî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman jî bi zimanê Erebî daxuyaniyê xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji destpêka meha Çile ya 2025`an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin.
Êrîşên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir; ji ber ew saziyeke jiyanî ye û av û enerjiyê ji bo milyonan kes re peyda dike. Di çarçoveya vê gefa heyî de şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanan bersiv dan banga berpirsiyariya nîştimanî û tev li berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina xak û destkeftiyan de bûn.
Ji 8`ê Çileyê ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka QSD`ê û YPJ`ê ku mertaleke xurt li hemberî hewldanên pêşketinê bûn, tev li nava refên berxwedanê bûn.
‘Berxwedana bi sekn û fedakarî dewam kir bi ser ket’
Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hember amûra şer nivîsand û îsbat kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet û ne azad qebûl nakin û amade ne ku heya nefesa xwe ya dawî hebûna xwe biparêzin. Ji ber wê jî Bendava Tişrînê şahidiya efsaneya têkoşînê ya keç u xortên xwe, rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.
Di serî de şehîd Menîce, şehîd Kerem Şehabî, şehîd Harûn, şehîd Ezîz Ereb, Bavê Teyar, şehîd Ronahî Efrîn em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên qehreman û tevahiya şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, ditewînin. Em ji hemû birîndaran re şifaya dixwazin û soz didin ku keda wan dê vala neçe.
Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serketinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.
‘Bendava Tişrînê bû keleha sekna gel’
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.
Her wiha em xebatkarên tenduristiyê silav dikin ku di şert û mercên herî dijwar de erka xwe pêk anîn. Her wiha em rojnamegerên ku rastî ragihandin bi taybet şehîd Cîhan, Şehîd Nazim û Şehîd Agîd Roj û hemû kesên ku li gel vê destanê bûn û li kêleka gelê xwe bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li hember dewleta Trik a dagirker, bû nimûneyeke zindî ya hêza gelên hevalbend di parastina xak û deskeftiyên xwe ruxmî hemû zehmetiyan.
Şehîd namirin
Şîfaya acil ji birîndaran re
Berxwedan heta serkeftinê dewam dike."