Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Hat ragihandin ku di êrîşên dawî yê Îsraîlê bi ser Zîvala Xezayê de herî kêm 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê didome. Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê ku li herêmên cûda yê Xezayê di saetên şevê heta niha pêkanî de 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor ajansa nûçeyan ya Filistînê WAFA, balefirên Îsraîl, êrîşî avahiya Rumuz ya li nêzî herêma el- Kerame ya li bakur û rojavayê bajarê Xezayê kir. Di êrîşê de 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûn.
Di encama êrîşa li dijî malbata El- Attar ya li taxa es- Selatin ya li rojavayê Beyt Lahiye ya li Bakurê Zîvala Xeza 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Di encama hedefgirtina komek Filistînî li bajarokê Cibaliye li bakûrê Xeza bi balefirên bê mirov (ÎHA) kesekê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din hate ragihandin ku Îsraîlê êrîşî gelek avahî û malên sivîlan yên li bajarê Refahê kiriye.
Bîlanço her ku diçe giran dibe
Piştî ku êrişên Îsraîlê car din destpê kir piranî ji wan kesên bi temen, jin û zarok 2 hezar û 436 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 6 hezar û 450 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 52 hezar û 535, hejmara birîndaran jî bûye 118 hezar û 491.