Li dijî jinan sêgoşeya zayendî, mêrsalar û kevneşopî

Li Komara Îslama Îranê tundiya li dijî jinê ne tenê hişmendiyek civakî ye, tayîsîna pergala hiqûqî- siyasî û olî ku jinê wek mirov nabîne, wek milkê taybet ê mêr dibîne ye jî.

Navenda Nûçeyan – Tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe. Êdî li tu derek ewlehiya jinan tuneye. Berê malbat ji bo zarokên keç û kur wek cihek bi ewle dihat hesibandin, lê belê îro ew cih jî vegeriyaye cihek ku jin lê tên qetilkirin, jinên ku ji aliyê bav, bira û hevjînên xwe ve tên qetilkirin...

Li aliyê din, çêkera darazê ya Komara Îslama Îranê, li beramberî cînayetên jinan bêdeng dimîne û bi bê tevgera xwe, pêşiya van komkujiyên sîstematîk vedike. Ev yek bûye sedem ku ji bo jinan tu qada civakî bi ewle nehiştiye, li her derê bingehek ji bo ku rastî zext, cînayet û êrîşan were, amade kirine.

Di vê mijarê de me bi zanayek civakî ji Şîrazê Marîa Karamî re hevdîtin kir û bersîva pirsên ajansa me da.  

* Li cihek ku tê îdiakirina welatek Îslamî ye û parastina malbatê dike, çima cînayetên jinan hatiye rewşa tsûnamiyek?

Li gorî xwezaya dewletê, zext amûra kontrola zorkirinê ye. Ev mekanîzma dixwazî bi navê Îslamê, demokrata sosyal, sosyalîst yan jî bi navek din ên xemilandî, di bingehê de hemû yek in. Dema em dewletê kûrtir lêkolîn bikin, em ê bibînin beşek mezin ya dîroka mirovahiyê bê dewlet derbas bûne. Ji ber vê yekê, ne zoriyek jêneveger, ne jî saziyek ebedî ye; berovajî wê, divê were lêpirsînkirin, yan jî li cihê wê alternatîfên mirovî bicih bibin.”

Di gotinê de çêkerên wek dewleta Îslamî, olek diyar li gorî xwe dinirxîne, di encama berjewendiyên xwe de nivîsên ku pîroz dibînin, nêrînek dinyayê ava dike. Ev lênêrîn têkiliyên xwezayî, mirovî, etnîkî, siyasî û civakî xwe dispêre vegotinên mîtolojîk û baweriyên feraset, bi wate dike. Ji ber vê yekê, fikrên rasyonel û daneyên ceribandî, xwe dispêrin dogmayan. Nêzîkatiyên mirovî û civakî berê hatine diyarkirin. Pêvajoyên çêkirina zagonan, ne di bingehê aqil de, xwe dispêre esasê baweriyê. Ev zagon tenê xizmetê ji baweriyan re dike, ên ji derveyî baweriyê dimînin, tên dûrxistin. Di dewletên olî de civak ne yekîneyek yek perçe ye, çêkerek hiyararşîk û perçebûyî ye. Hemû tiştan bi berçavkek olî dibîne. Di van cûrên çêkeran de hestên mirovî, kapasîteya fikirînê, hişyarîbûn, zanabûn û asta madî tune tê hesibandin; ya derdikeve pêş tenê ruh e, ew jî ruhek li gorî baweriyê hatiye nasîn. Malbat jî di nava vê çêkerê de cihek serbixwe û mirovî nagre. Bi taybetî di nêzîkatiyên civaka Îslamî de, divê malbat xizmetê ji olê re bike, ne pêwîstiyên mirovî. Ol vediguhere amûra zextê, berdewama hêzê pêk tîne. Nirxên malbatê, sûda desthilatê di berdewamiyê de tê pîvan, ne bi girêdana rûmet û hestên mirovî. 

Nêzîkatiyên xwe dispêre nirxandinên olî, aliyê kêm yê jinê, lewaz, wek perçeyek mêr tê dîtin. Ev nêzîkatî dibe sedem ku jinê ne wek xwedî maf, wek qusûr binirxîne. Di mafê jinê yê jiyanê de dikare ji destê wê bê derxistin, ji ber ku ew xetayek, guneh û çavkaniya ji xwe derxistinê tê dîtin. Ji ber vê yekê, di şûna nêzîkatî û empatiyê de, rastî cezayên herî giran tên. Jin di vê civakê de ne mirovek wekhev e, wek cinsek kêm û bi guman tê dîtin. Tenê dema tê hilberîn heye û lê belê bi serîdanînê tê tolerekirin. Di pergalek navenda wê ol de, ne dengê jinê heye, ne hêza wê; ne nasnameya wê ya serbixwe ne jî cihek wê yê bi ewle.  

* Li dijî bêdengiya li pey hev qetilkirina Fershtah, Mona, Romina, Mehsa û jinên din, bêdengiya pergalê tê çi wateyê?

Rejîma Îranê dijminê jinan e, pergalek mêrsalar e û xwe dispêre temen. Ne tenê bi bedena jinê, ruh, îrade û hebûna wê re jî di nava şer de ye. Di vê rejîmê de jin her roj tên qetilkirin. Ne tenê bi kêr û ta, bi zagon, di pergala perwerdê de, di çêkerên rêveberiyan de û li hemû qadên civakî ku jinê wek kes qebûl nake. Jin hertim di nava tundiyê den e. Ev tundî ger her tim ne fîzîkî jî be, ruh, hêvî û hestên hebûnê, wan tune dike. Her cûreyê tundiyê, awayek veşartî yê qetilkirinê ye; mirina ruh, ji mirina bedenî biêştir e. Mirina fîzîkî dawiya bedenê ye, lê belê hestên jinê, nasname û îradeya wê dema ji aliyê civakê ve tune were hesibandin, mirinek rast ku her roj xwe dubare dike û nayê dîtin tê jiyîn.

Li beramberî kiryara zextê û biçûkxistinê ya li dijî jinan, divê civak bertek nîşan bide. Lê belê civakek ku qonaxa hişyarkirinê derbas nekirî, wê çawa li ser lingan bimîne? Civakek ku girêdayî normên tund hewl dide xwe bi dembûriyek rizî, guherînên bingehîn pêk neyne. Jinên ne di nevanda civakê de, nêzîkatiyek mêrsalarî ku jinê li kêlekê dibînin, wek ‘yê din’ dibînin; bêdeng mafê wê yê neyî, bê nirx. Ji ber vê yekê mirina Fereshtah, Mona, Romina, Mahsa û bi sedan jinan di vê pergalê de ne weteyekê hildigre, ne jî nirxek. Di nûçeyan de ne tenê hejmar bêdeng dimînin. Ji ber vê rola civakê, ji nû ve pênasekirin neçariyek e. Di rejîmek ku jinê red dike de, li benda reformê, tenê cara duyem heqaretê li jinê dike.

*Rejîmek ku jinê darve dike, bavên wan dike kujerên wan, hevjîn yan jî birayên wan, ewê çawa werin darizandin?

Di rejîmên olî de, jin ne wek mirov, wek amûra hilberîna daxwazên mêr pêk bîne tê dîtin. Ger ev xeta hebe, heta ev xeta hatibe avakirin, jin bedêlê wê dide. Mêr mafê ku di nava malbatê, dewletê de bi navê olê wek nûner tevger dike, mafê jinê bi awayê herî wehşî ceza bike, di xwe de dibîne. Di pergalek ku mêr serdest e de, qetilkirina jinek ji aliyê mêr ve, li gorî berjewendiyên pergalê yên olî û siyasî be, tê cezakirin. Berovajî wê, fikirîna darizandinê tê wateya şerek îdeolojîk ê li dijî pergalê. Li pêşiya darizandina mêrek ku jinek qetil kiriye,  astengiyên olî, zagon û çandî heye. Lê belê ger heman sûcdarî li jinê were kirin, rê vekirî û bi xwîn e. Gelek deman jin bi sûcên sextê tê recimkirin, darvekirin û di bêdengiya civakê de tên qetilkirin.

Fîlmê ‘Recimkirina Soraye’ li Îranê neynika zilm û cezayên wehşî yên çêker ên li dijî jinan e.

*Mêrê ku jinê wek namûs dibîne, ji bo vê namûsê biparêze, bi dar, ta û kêr û gule qetil dike, ne berhema çanda mêrsalariyê ye?

Mêrên ku li dijî çêkerên dewletê û serdestiyê dernakevin, hêrs û bê çaretiya xwe dighînin jinan. Mêrê herî aciz, mêrê ku  ji bo hêza xwe nîşan bide, neçar dimîne jinê biperçiqîne ye. Ev serdestî ne ji azadiyê, ji tirsê çêdibe. Ji bo mêr namûs ji aliyê dewlet û desthilatiyê ve hatiye dîlkirin. Mêr li cihê têkoşîna hêza zextê ya esas, vî barî li jinê bar dike. Heçku namûsa rast hezkirina ji av, ax, xweza, çand, kevneşopî û welat e. Ev nirx di hişê gelek mêran de qet cîh nagire. Ew namûsa ku wenda kirine, di bedena jinan de lê digerin, ev rastî ye û bênamûsiyek bi tirs e. Jin ne namûsa kesî ye, namûsa xwe ye.

Yê ku jiyanê diherimîne, civakê paş ve dibe û tundî aniye halê amûra hêzê, mêrê bi hêz û desthilat e. Mêr avakerên rejîma otorîter û rêveber in. Hêzê ne bi exlaq û fikir, bi zorê pêk tînin. Di civakên mêrsalar de dibêjin ‘ger tiştek zêde bibe bê qîmet dibe.’ Ev gotin ji mantik û hestên mirovî dûr e û nêzîkatiya rêbazê xwedîderketinê diteyîsine.

* Civak kengê mêr (bav, hevjîn, bira) her tim ne parêzvan, hinek caran bûye kujer qebûl dike? Ma ne divê têgîna malbatê cardin were nivîsîn? 

Ger civak rêzê li kes, bi taybetî jin û îradeya serbixwe negre, wê ji krîzê dernekeve. Di rejîmên olî de kes ne xwedî îradeya xwe ye û qîmetê nadin fikir, biryar û çalakiyan. Ji ber vê, divê civak piştevaniyê nû pênase bike û rolên kesan eşkere diyar bikin. Kes û civak wek goşt û hestî bi hevdû ve girêdayî ye. Lê belê bênirxkirina kes, ne tenê di rêk û pêkiyek ku tenê civak xwedî gotin e de, kes tên tunekirin. Civakek wisa tije tundî, bê qîmetî û olî heye.  

Malbat êdî ne cihek ku kes bipêş ketiye, saziyek ku hatile kolekirin û tepisandin e. Bav, birayê mêr û hevjîn, nûnerên rejîmê ne; her yek jê wek dewletek biçûk tevdigere. Jin du caran wek milk tê dîtin. Birayê mêr û hevjîn, hemû difikirin ku xwediyê jinê ne. Jinê wek milk dinirxînin. Mulkiyet tenê ji bo kirdeya madî û tê hesibandin e derbasdar e. Ji ber vê jî, divê were hasibandin û bibe xwedî. Malbat êdî ne çêkerek ku parastina rûmeta jinê dike, girtîgehek ku wê dîl dike ye. Jin di vê çêkerê de bi asan tên perçekirin û qutkirin û qetilkirin. Jin bi awayek fîzîkî û ruhî tê parçekirin û di encamê de dibe qurbana bê edaletî û tundiyê.

*Çima qetilkirina jinek ji aliyê mêr ve wek pirsgirêka kesî tê hesibandin, daxwaza azadiyê wek gefa li dijî ewlehiya netewî tê dîtin?

Heta jin wek milkê mêr were dîtin, qetilkirina wê wek mafek taybet tê nirxandin û li gorî zagonan, wek mijarek şexsî tê dîtin. Rejîmên otorîter nexwazin jinê wek hêzek veger bibînin, ji ber ev rola jinê, tê wateya çêkera rejîm û mêrsalarî. Ji ber vê daxwazên jinan yên edalet, azadî û maf, wek gefa li dijî bingehê pergalê tê nirxandin. Dengê jinan wek gefa ewlehiyê tê pênasekirin.