MKG: 9 rojnamevanên jin hê girtî ne

Komeleya Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku 9 rojnamevanên jin hê girtî ne û darizandina 17 rojnamevanan jî didome.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên a Mezopotamyayê (MKG) encamên rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanan di meha Nîsanê de bi raya civakî ve parve kir. Di raporê de hate gotin ku zext, gef û sansura li dijî rojnamegerên jin didomin. 

‘Hewl didin rojnamevanan bêdeng bikin’

Di rapora MKG'ê de hate ragihandin ku rojnamevanên jin bi du awayî rastî zextê tên û wiha hate gotin: “Nûçeyên ji bo cemaweriyê têne amadekirin, têne krîmînalîzekirin û mafê agahîwergirtinê bi polîtîkayên zextê têne tepisandin. Rojnamevanên girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin û mafê wan ê ragihandinê ji wan re nayê dayin. Ev rewş weke deqeke reş li ser sicîla azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê ye.”

MKG’ê diyar kir ku li gel zexta fîzîkî li qadên dîjîtal jî astengiyên ragihandinê û biryarên rakirina naverokê zêde bûne.

Daneyên binpêkirinên meha Nîsanê wiha ye: 

“* 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin.

* Bang li 4 rojnamevanan hate kirin ku li dozgeriyê îfadeyê bidin.

* Li 2 rojnamevanan kiryarên xerab hatin kirin.

* Dema 2 rojnamegeran nûçe dişopandin hatin astengkirin.

* Mafên mirovan ên 7 rojnamevanên girtî hatin binpêkirin.

* Li hemberî 3 rojnamevanan dozên nû hatin destpêkirin.

* Li 2 rojnamevanan 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

* 17 rojnamevan hîn jî di 11 dosyayên cuda de têne darizandin.

* 9 rojnamevanên jin hîn jî girtî ne.

* Hesabê medyaya dîjîtal ên 2 rojnamevanan hatin girtin.”

MKG'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û ji dadgeriyê jî xwest bi rengekî serbixwe tevbigere. MKG’ê, got ku ew ê li dijî zext û sansurê piştevaniyê mezin bikin.