Rêveberiya Xweser: Berxwedan didome

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û bang li gel kir ku xeta parastina rewa xurt bike.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji 6’ê Çileyê ve, komên çete yên girêdayî hikumeta Şamê ya demkî şerekî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Di çarçoveya vî şerî de, li dijî gelê me yê ku bi hemû hêza xwe li ber xwe dide, tawan û binpêkirinên herî giran û hov hatine kirin. Ev gelê me îro rûbirûyî şerekî qirkirinê ye.
Di pêşketineke din a xeternak de, komên çete dorpêçeke dijwar daniye ser bajarê Kobanê û gundewarên wê. Piştî ku van koman dest danî ser Bendava Tişrînê, ava vexwarinê û elektrîk li ser bajarê Kobanê qut kirin. Her wiha, hemû rêyên ku Kobanê bi herêmên derdorê ve girê didin, hatine girtin. Ev yek bûye sedem ku derbasbûna xurek, sotemenî û dermanan bi temamî bisekine ku ev jî encamên xeternak bi xwe re tîne û rasterast jiyana rûniştvanên herêmê dixe bin metirsiyê.

Di demekê de ku em hişyariyê didin hikumetê ji ber berdewamkirina polîtîkaya şer û dorpêçkirina herêmê, em wê bi temamî berpirsiyarê encamên vê rewşê dibînin. Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan dikin ku zexteke herî giran li ser hikumetê bikin da ku şerê xwe rawestîne, dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê rake û rêyan ji bo derbasbûna pêdiviyên bingehîn veke. Lewre tiştê ku ev komên çete dikin, tawana şer e û pêdivî bi destwerdaneke rasterast a navneteweyî heye.

Ji ber vê yekê, wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê, em radigihînin ku em ê li gel gelê xwe di çarçoveya seferberiya giştî û li gorî prensîba mafê parastina rewa de berxwedana xwe bidomînin. Em ê hemû hewldanên xwe bikin da ku herêm û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Em ê li hemberî van polîtîkayên neexlaqî tu carî serî netewînin û teslîm nebin. Em bang li hemû gelê xwe yê li her derê dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin heta ku ev şer were pûçkirin.”