Rejîma Îranê cezayê ‘recmê’ li girtiyên jin birî

mevana jin ya Îranî Jîla Benî Yeqûb eşkere kir ku rejîma Îranê li girtiyên jin yên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn ku li Girtîgeha Qerçek tên girtin, cezayê ‘recmê’ li wan birî.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevana jin ya Îranê Jîla Benî Yeqûb têkildarî metirsiyên darvekirina çend jinên girtî yên li Girtîgeha Qerçek agahiyên nû eşkere kir.

Jîla Benî Yeqûb eşkere kir ku rejîma Îranê li girtiyên jin ku ji ber tometbariyên cuda cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn ku li Girtîgeha Qerçek tên girtin, bi  cezayê ‘recmê’ li wan birî

Rojnamevanê got; “Girtîgeha Qerçek cihê kesên ku cezayên giran û darvekirinê li wan hatiye birîn û di salên borî de jî gelek girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo vê girtîgehê hatine guhestin.”