Meclisa Olî ya Jinan: Rê nedin îslama siyasî

Rêvebera Meclisa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Til Temirê Gulnaz Osman pêvajoya ku niha jinên Sûriyeyê dijîn nirxand û got ku divê li dijî îslama siyasî bêdeng nemînin, dema bidestxistina derfetên dîrokî ye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Piştî ketina rejîma Esed pêvajoyeke nû li Sûriyeyê ku ji 2011’an ve bi krîzê re rûbirû ye, dest pê kir. Di pêvajoyeke wiha de ku niha Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ li ser desthilatdariyê ye, li dijî jinan gelek biryarên nû derdikevin mîna belavkirina broşuran, çarşevên reş û hicaban. Her wiha li dijî sembolên olî yên pêkhateyan jî êriş çêdibin.

Li ser vê mijarê rêvebera Meclisa Olî ya Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê Gulnaz Osman ji ajansa me re axivî.

'Di bin rûpoşa HTŞ’ê de rastiya wan a bi xwîn heye'

Gulnaz Osman got ku HTŞ’a îro Sûriyeyê birêve bibe, paşperdeya wê Cebhet El-Nusra bû ku dîroka wê bi kuştin û desthilatdariya li ser jinan û têkbirina mafên wan dagirtî ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Îro bi rûpoşeke nû, rûyekî nû daketiye meydanê. Her çiqas rû nû kiribin jî lê tevgera wan diyar dike ku îdolojiya wan hê nehatiye guhertin. Mînak dibêjin ku nabe jin di saziyên edaletê de cih bigrin û ev ji biryarên herî xeter in ku jin li qadeke wiha pê re rû bi rû dimîne. Jinên Sûriyeyê ruxmî ku salên dirêj e di nava şer de ne û bandorên herî mezin li ser wan çêbûye jî dîsa berxwedêr in. Lê bi hatina desthilatdariya nû, HTŞ’ê re gelek jinên zana, bijîşk û zanyar hatin qetilkirin."

'Destwerdana li beden û hestên jinan ne rewa ye'

Gulnaz Osman bal kişand ser biryarên nû yên der heqê jinan de tên girtin çarşev û hicab li wan tê ferzkirin û wiha xeteriya li ser nasnameya jinan a zêde dibe wiha anî ziman: "Em rewşa jinan a li hundirê Sûriyeyê dişopînin, çawa hicab li wan tê ferzkirin û çarşev li wan tê belavkirin. Destwedana beden û hestên jinan tişteke bi xeter e. Mafê desthilatdariyê tune ye ku bi hinceta ola îslamê hicabê li ser jinan ferz bike. Di serdema Pêxember de jin di warê şer, aborî, bazirganî, çandinî û bijîşkiyê de xwedî rolekî aktîv bûn. Lê di bin navê ola îslamê de zihniyeta mêrsalar jinan ji gelek mafên wan ên rewa bêpar dikin. Desthilatdariya niha dixwaze jinan ji jiyanê qut bike."

'Di çapemeniyê de polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan nerm dikin'

Gulnaz Osman got ku îro gelek welatên Rojhilata Navîn ji bo jinan têk bibin ola îslamê bi kar tînin û bi darê zorê hewl didin jinan ji qadên jiyanê û kar dûr bixin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li Îran û Efganistanê jî rewş heman e, ne tenê li Sûriyeyê ev polîtîka tên meşandin. Azadiya jinan bi ola îslamê ya şaş û ne dirust sînordar dikin. Di warê çapemeniyê de polîtîkaya xwe ya li hemberî jinan nerm dikin lê belê li ser rûyê erdê ne wiha ye. Dixwazin îslama rast ji cewherê wê vala derxin û li gorî îdolojiya xwe bidin meşandin. Jin damarê jiyanê ye, bê jin tiştek naçe serî."

'Li hemberî îslama siyasî çareserî îslama demokratîk e'  

Gulnaz Osman bal kişand ku îslama demokratîk a li hemberî îslama siyasî dibe çareseriya herî guncaw û wiha berdewam kir: "Em îro fikrên îslama demokratîk belav dikin. Li ser vê axê gelek ol û bawerî hene, îslama demokratîk ew e ku bi awayekî aştiyane hemûyan hembêz bike, rêz bigre û nirx bidin her kesê, bêyî ku kes destdirêjiyê li yên din bike. Ji lewre cihê ku îslama demokratîk hebe rê ji îslama siyasî re nayê vekirin. Mînak niha Îran xwe li ser îslama siyasî dide avakirin û bi xwînrijandinê her tiştî ferz dike. Siûdî jî berê wiha bû, niha dewleta Tirk jî wiha dibe û heta dirêjî Efxanistanê jî bûye. Ji lewre danasîna îslama demokratîk gelek girîng e ku giştî welat li gorî wê tevbigerin û ew ê bibe çareseriya herî rast."

Ol û baweriyên Sûriyeyê û sembolên wan ên olî di xeterê de ne

Gulnaz Osman got ku berê Sûriyeyê ber bi xeterê ve ye û wiha sedemên wê anî ziman: "Sûriye ber bi rewşeke xeternak ve diçe. Yek ji sedemên wê ew e ku rast e ciwanên Sûriyeyê di nava HTŞ’ê de cih digrin lê em ji bîr nekin ku gelek komên ne ji Sûriyeyê di nav wan de hene, ji Efxanistan, Ozbekistan û ji gelek nasnameyên din hatine û ev ên herî tundrew in. Tirseke mezin li ser ol û baweriyên Sûriyeyê heye. Şewitandina dêran û dara sersalê ya Xirîstiyanan ev xeter e û tirsê jî dide avakirin. Gelo dê di pêşerojê de hîn çi biqawimin? Lê tirsa herî mezin li ser hebûna jinan e."

‘Dibe ku Sûriyey veguhere cihên komên tundrew’

Gulnaz Osman di axaftina xwe de got ku ew ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê ne piştrast in û wiha fikarên xwe bilêv kir: "Em dîroka wan baş dizanin, ji lewra em ji hikûmeta nû ne piştrast in bi tirs in, ji ber dîroka wan bi xwîn û qetilkirina jinan tê nasîn. Em bi tirs in ku Sûriyeya wargeha gelek nasname û pêkhateyan, veguhere qadeke tundrewbûnê û mizgeftan bi awayekî ne dirust bi kar bînin û jinan ji riya zanistê dûr bixin. Ji danûstandin û rêza ku ji pêkhateyan re nagirin niyeta desthilatdariya nû zelal dibe. Li dijî jinên Sûriyeyê bi awayekî nerm polîtîkayên hişmendiya mêr-dewletê li ser jinan tên ferzkirin. Ji lewre ger niha jin daxwaza mafê xwe nekin, ji niha ve heta 3 heyvên pêşiya me wê gelek tiştên nû çêbibin."

'Divê jinên Sûriyeyê derfeta dîrokî bi dest bixin'

Gulnaz Osman bang li jinan kir ku niha dema jinên Sûriyeyê ye ku li dijî biryarên der heqê wan de derkevin û jê ne razî bin û got ku dê wan di destûra nû ya Sûriyeyê de temsîl neke  wiha domand: "Hikûmeta nû ya Sûriyeyê hê jî di pêvajoya sererastkirinê de ye, ji lewre niha dem hatiye ku jin serî hildin, ji bo mafên xwe, têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê jin vê fersendê qezenc bikin, daxwaza mafên xwe di destûra Sûriyeyê ya nû were nivîsandin de bikin. Ger cihê xwe di destûra nû de negirin wê fersenda dîrokî winda bikin."

Gulnaz Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wiha bimîne wê Sûriye ber bi xirabûnê ve biçe. Ji ber ku li vir Durzî, Îsmaîlî, Xirîstiyan, Misliman û Elewî hene, di ketina rejîma Esed de ev pêkhate wê li hemberî hev şerê mezheban bidin meşandin. Dixwazin dewleteke îslamî ava bikin lê ya diyar dibe ew e ku dewletek tundrew ava dibe û jin di nav de bê maf in. Ji vir, em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku bêdeng nemînin, biqîrin daxwaza mafên xwe bikin. Ger îro ranebin dê mafên xwe winda bikin."