Çalakvana Îtalî: Divê guh bidin daxwazên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Endama tora jinên Îtalî ya bi navê Noi Rete Donne, Cecilia Brighi bi peyamek ku ji bo jinên Sûriyê şand, piştgiriya xwe bi têkoşîna jinan re anî ziman û got ku divê dîplomasiya navnetewî bila guh bide daxwazên jinên Sûriyê.
HÊLÎN XWEBÛN
Îtalya – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li hemberî êrişan jin li heremê bi ragihandina seferberiyê di hemu qadan de têkoşînê dikin û dibêjin ku ew ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Li hemberî vê yekê pêyama piştevaniya jinan ji qada navnetewî jî ji bo têkoşîna têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.
Endama tora jinên Îtalî ya bi navê Noi Rete Donne, Cecilia Brighi têkildarî daxwaz û helwestên jinên Sûriyê peyamek piştgiriyê şand. Cecilia Brighi destnîşan kir ku pêwîst e dîplomasiyên welatên curbicur ên ku piştgiriya pêvajoya guhertina demokratîk a li Sûriyê dikin, li hember daxwazên Meclîsa Jinên Sûriyê û ezmûna awarte ya ku bi salan e di Rêveberiya Xweseri a Bakur û Rojhilate Sûriye de berdewam e, bi her awayî rêzê bigrin.
‘Jinên Sûrî daxwaz dikin ku ‘îradeya jinan’ bê naskirin’
Cecilia Brighi di peyama xwe de wiha got: “Qurbaniyên ku bi dehan salan ji aliyê rêjîma dîktator a Beşar Esed, DAIŞ’ê û tundrewên Îslamî ve rastî tundî, destavêtin û kuştinê hatine jin in. Noi Rete Donne berdewamkirina tawan, kuştin, revandin û tundiya li dijî jinan, kêmaniyên etnîkî û olî, şermezar dike. Noi Rete Donne, destekê dide armancên Meclîsa Jinên Sûriyê ku bi biryar dixwaze siberojeke azad ji hemû gelê Sûriyê re ava bike. Jinên Sûrî daxwaz dikin ku ‘îradeya jinan’ bê naskirin, nûnertiya jinê ya adil û wekhev di hemû pêvajoyên biryargirtinê de û di Komîteya Destûra Bingehîn a nû de bê garantîkirin. Ji ber ku jin zêdetirî nîvê civaka Sûriyê temsîl dike.”
Banga ‘li hember daxwazan rêz bigirin’
Cecilia Brighi diyar kir ku Meclîsa Jinên Sûriyê ji bo lêkolîn û dadgehkirina hemû tawanên şer û tawanên li dijî jinan û mafên mirovane, di nav tiştên din de daxwaza avakirina komîteyeke heqîqet û dadmendiyê jî dike. Cecilia Brighi destnîşan kir ku ewê avakirina welatek demokratîk, dadmend û ewledar, tenê bi beşdariya wekhev a jinan û hemû pêkhateyên cuda yên olî, çandî û etnîkî li Sûriyê, pêk were. Peyama Cecilia Brighi bi van daxwazan bidawî bû: “Divê dîplomasiyên welatên curbicur ên ku piştgiriya pêvajoya guhertina demokratîk li Sûriyê dikin, li hember daxwazên Meclisên Jinên Sûriyê û ezmûna awarte ya ku bi salan e di rêveberiya xweseriya Bakur û Rojhilate Sûriye de berdewam e, bi her awayî rêzê bigrin.”
Tora Jinên Îtalî ya bi navê Noi Rete Donne, toreke nefermî ya jinên Îtalî ye. Ji 15 salan zêdetir e ku li ser mijarên demokrasiya wekhev, bi mebesta beşdarbûna wekhev a jinan a di pêvajo û organên biryardanê yên cewherê giştî û taybet de, di hemû beşan de xebatên dilsoziyê dimeşîne. Ji çandê heta zanistê, ji hiqûqê heta siyaset û aboriyê di hemû qadan de dixebite.