Sala 2024’an li Rojhilat, Îran û Afganistanê bû sala têkoşîna jinan
Jinan di sala 2024’an de li sêgoşeya Kurdistan, Îran û Afganistanê li hember dijminatiya li dijî jinan, vê salê kirin sala têkoşînê. Têkoşîna jinê ku sînor derbas kirin, bû sembola berxwedan û azadiyê.
NUDA HUSEYÎN PANAHÎ
Navenda Nûçeyan - Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evîn tê girtin, gava cezayê darvekirinê lê hat birîn, got “Hêvî ji serkeftinê hêjatir e.” Bi vê gotinê re, hêviya jiyanê û têkoşînê ya ku sînorên zext, zordarî, girtin û kuştinê dişkêne, careke din zindî bû. Çirûska berxwedan û têkoşînê bi vê seknê re, di dilê hezaran jinên li Komara Îslamiya Îranê dijîn de, vêxist. Bû sedem ku çîrokên derbarê vîn û giyana jinê bên vegotin. Di hinek vegotinan de hat dîtin ku îşkence, kuştin û girtin nikare raman û giyanê jinan daqurtîne.
Du jinên Kurd, du parazvanên mafên jinan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî rastî cezayê darvekirinê hatin. Ji salek zêdetir e ku li hember dijminatiya herî giran a pergala Komara Îslamiya Îranê û îşkenceyên wê yên dermirovane, têdikoşin. Zîndanên Komara Îslamiya Îranê, li ser bingeha kuştina hemû kesên di lêgerîna azadiyê de ne, li ser tunekirina wan a fîzîkî, hêviya wan a têkoşînê, hatine dîzaynkirin. Sekna jinên Kurd ên di van zîndanan de hatine dîlgirtin, van kelehên komkujiyan, veguherandine eniya vîn û berxwedana jinê.
Hêzên global ên hegemonîk û netew-dewletên herêmî, projeya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dimeşînin û civakê ber bi kaşek netewî ve dibin. Di serdemeke wiha de têkoşîn û vîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, gihîşt asta herî jorîn. Krîzên nasname, civak û aborî yên li herêmê çêdibin, pêşveçûnek di asta tofanan de derxistin holê. Ev kûrahiya tofanan, bûye sedem ku civak bi xeterên wekî kêmbûna hiqûqî, bîrdozî û avabûnên nasnameyî re rû bi rû bimînin.
‘Rojhilata Navîn li hember nasname û hêviya azadiyê ya jinê qada şer e’
Rojhilata Navîn a wek şaristaniya navenda wê jin e tê zanîn, ev demeke dirêj e ku bûye navenda hêzên hegemonîk û pergalên bavsalarî. Ev hêz, dixwazin bi rêya bîrdoziyên siyasî di ser argumana îslama siyasî re kevneşopiyên olî bikar tînin, berovajî dikin û di bin desthilatiya şirîetê û dewletê de modêlên civakê ava bikin. Di van modêlên tên avakirin de herî zêde jin û zarok tên binpêkirin.
Şerê Rûsya û Ukraynayê, pevçûnên di navbera Îsraîlê û Îran, Hîzbûllah û Hamasê de û hilweşîna hikûmeta Sûriyê, hemû bûn parçeyek zêdekirina hêza Rojhilata Navîn û bazirganiya global. Şerên hêzê yên hegemonyayên global û herêmî, di serî de jin û zarokan, her wiha bi milyonan kesan kuştine û birîndar kirine. Civak û têkoşîna jinan di bin bandora neyînî ya van şeran de mane. Şerên ku carcaran di bin maskeya olê de, carcaran jî bi sloganên 'kafir û misliman’ hatine meşandin, herî zêde bandora xwe li jinan kirine; lê ruyê rastîn ê van şeran jî, bi têkoşînên jinan aşkera bûne.
Îsrara di neçareseriyê de, ruyê din ê tevliheviyê
Netew dewletên wek Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê jî bi armanca girtina para xwe ya ji projeya Rojhilata Navîn a nû, di asta leşkerî û dîplomatîk de rola xwe lîstine. Şerê ku di sêgoşeya Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê de hatiye kûrkirin, di aliyê civakî, netewî, bîrdozî, sosyolojîk, nasnameyî û zanistî de krîzên kûr derxistiye holê. Şerê ku herêma Kurdistanê û şoreşa jinê kiriye hedefa xwe, di şûna çareseriyê de krîz û tevliheviyê zêdetir kûr kiriye.
Di tevahiya dîroka otorîter a Îranê de, polîtîkayên pêkutîhez ku krîzan ava kirine, li hember civakê û jinan wek amûra zextê bikar aniye. Meseleya şarê, mijara sereke ya ku di dîroka vê pergalê de tim hatiye nîqaşkirin e. Di serdemek de zorê dan ser jinan ku şara serê xwe deynin, di serdemek din de jî zorê dan ser wan ku serê xwe bigirin. Ev bêaramiya di polîtîkayan de, bû pirsgirêkek ku maliyetên giran da ser milê jinan. Heta, gelek jinan jiyana xwe avêtin talûkê, ji bo bijartina cilûbergên xwe li îşkence, cezayên pere yên giran, girtîgeh û sînorkirina pergalan razî kirin.
Yasayên di qirika Îranê de man: Jin ne dîn in!
Yek ji yasayên ku jin xwe neqayîl dikin jî, yasaya “Şar û Namûsê” ye. Ev yasaya ku di çend astan de hat pêşxistin, di demeke nêz de wek 74 xal û 5 beşan hat erêkirin. Pêwîst bû 3 salan bê pêkanîn; cezayên pere yên giran, girtin, sînorkirinên pîşeyî û civakî, heta avêtina ji kar, qedexeya xebatê jî bi vêya re dimeşiya. Îranê piştî girtina vê biryarê dest bi amadekariya pêkanînê kir. Lê bi berxwedana jinan û hewldanên wan ên kolektîf, pêkanîna vê yasayê hat rawestandin.
Di Meclîsê de gelek nîqaşên pêkanîna vê yasayê hatin meşandin. Jin di ser pêkanbûna pêkanîna vê yasayê de, rastî êrîşên ferasetî, bedenî û îşkenceyê hatin hiştin. Dawiyê jî nîqaşa neçariya yasaya “şar û namûsê” ya ku Meclîsê ji bo jinan guncaw dîtiye, piştre jî tedbîrên ku dewletê ji bo jinan di polîtîkaya pratîk de bipêş xistiye, derketin holê. Di nav van tedbîran de cezayê pere yê bi qasî 255 milyar tumenî û navendên rehabîlîtasyonê yên ji bo jin bi şarê bên qayîlkirin hatine vekirin jî hatin rojevê. Jinên ku li hember yasayên koletiyê yên dewlet li wan ferz dike serî rakin, ewê di navendên rehabîlîtasyonê de bên girtin. Her wekî di nav civakê de mohra dînbûnê li wan tê xistin. Ev jî, asta ku dewleta Îranê di aliyê zext û zordariyên li ser jinan pêk tîne, nîşan dide. Lê belê jinan li hember van pêkanînên dewletê jî serî danenîn. Li hember polîtîkayên dewletê yên derbarê jinan de, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û di encama van nerazîbûnan de hikûmet neçar ma di mijara navendên rehabîlîtasyonê de paşve gav bavêje.
Pêkanînên wekî cezayê girtinê, darvekirin û demdirêjî yên li hember rojnamevan, aktîvîstên hiqûqî û tewar zarokan berdewam kirin. Ev pêkanîn bûn parçeyek zexta ku piştî serhildana şoreşger a "Jin, Jiyan, Azadi" li hember jinan hatin pêkanîn. Pêla tundiya ku pergala bavsalar li Îranê li hember jinan dimeşîne, ji bo ku wan teslîm bigre pêk tîne, berdewam dike. Di nav van tedbîran de, birîna cezayê darvekirinê ya li rojnamevan û peywirdara xizmetên civakî Pexşan Ezîzî û parazvana mafên jinan Werîşe Muradî, bû hewldana derba li hember di serî de jinên Kurd, her wiha hemû jinan û civakê.
Derkiriyên van axan: Jin
Wek bersiva van zextan, ji Kurdistanê bigre heta Tehran û Afganistanê aktîvîstên jin ên di girtîgehan de û yên li derveyê girtîgehan, xwestin ku cezayê darvekirinê bê betalkirin û Pexşan û Werîşe bên berdan. Wek helwestek radîkal, aşkera kirin ku aştî û aramiya li Rojhilata Navîn, girêdayî azadiya van herdu jinan e û yekîtiya xwe ya li derveyê sînoran, danîn holê. Ji ber ku fikr û ramanên wan hatine çespandin civaka Bahaî jî yek ji wan civakan e ku ji ber baweriyên xwe hatine biçûkxistin, derkirin û dîlkirin. Li gor raporên mafên mirovan piraniya girtiyên Bahaî, jin in. 10 jinên Bahaî hatine dîlkirin, 90 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û mal û milkên wan hatine desteserkirin. Ev jî perçeyek îşkenceya sîstematîk a Komara Îslamê ya li hember vê civakê ye.
2024: Têkoşîna jinan a li hember DAIŞ, El Qaîde û Talîbanê
Avakirin, belavbûna komên cîhadhez ên wek Talîban, DAIŞ, El Qaîde, Tahrîr El Şam û Cephet El Nusra, ji bo civakan û bi taybetî jî ji bo jinan bû xetereyek mezin. Birêxistinkirina komên cîhadîst û çete ya li Rojhilata Navîn, mîna perçeyek projeya Rojhilata Navîn a nû hat pêşxistin. Em dikarin Afganistanê mîna perçeyek vêya bibînin. Talîbana ku avabûnek El Qaîdeyê ye, wek perçeyek projeya nû ya Rojhilata Navîn, wek rêveberiya Afganistanê hat erêkirin, ev jî qaneyek sedîsed e. Destpêkê ev yek ji aliyê jinên Afgan ve hat bilêvkirin û jinan eniya xwe ya li hember vêya fireh kir. Par jinan li Afganistanê li hember pêkanînên Talîbanê yên dijminê jinan in, kampanyayek mezin meşandin. Enstîtuyên Tibê yên Jinan hatin girtin, xebata jinan a li saziyên netewî û navnetewî hat qedexekirin, dibistanên piştî pola 6’an li keçan hatin girtin, “Yasaya fermandayîna qenciyê û parastina ji xirabiyê” bi awayê 4 beş û 35 xalan hat erêkirin. Ev pêkanînên ku armanca wan derkirina jinan a ji qada civakîbû, rastî nerazîbûnên mezin ên saziyên mafên mirovan ên navnetewî û navdarên navnetewî hat.
Saziyên jinan ên wekî “Şemiyên Mor”, “Ber Bi Azadiyê Ve Jin”, “Tevgera Yekîtî û Piştevaniya Jinên Afgan”, “Tora Piştevaniya Jinan” û “Civaka Şoreşger a Rawa”, li hember yasayên rêveberiya Talîbanê ku jinan der dikin, bang li jinên Afgan kirin ku têbikoşin û bibin yek. Her wiha bêdeniya Neteweyên Yekbûyî ya li hember sûcên ku Talîban dike, wek tevlîbûna li polîtîkayên Talîban ên li hember xelkê Afganistanê û jinên Afgan nirxandin. Li gor nêrîna wan Talîban ji bo civînên Neteweyên Yekbûyî hatibe vexwendin, ev bi awayekî herî berbiçav nîşan dide ku ev saziya global di mijara neyartiya li hember jinan û dijberiya mirovahiyê de, hevkar in.
“Jin, Jiyan, Azadî” di hevgirtinên berfireh de belav bû
Di sala 2024'an de ji Kurdistanê heta Îranê û Afganistanê jinan ji bo reformên civakî û hiqûqî sekneke bêhempa nîşan dan. Van jinan di têkoşîna ji bo mafên xwe û civakê de bedêlên giran dan; Jiyana xwe ji dest dan, hatin girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû man, lê tu car dev ji têkoşînê bernedan. Qêrîna “Jin, Jiyan, Azadi” ya li hemû qadên têkoşînê bilind bû, sînor derbas kirin û bû banga yekîtiyê. Ev sekna jinan, nîşaneya têkiliya di navbera aqilê hevpar û zanînê, axê, gel, ekolojî, azadî û wekheviyê de ye. Jin bi zanatî û hişmendiya kolektîf, li hember polîtîkayên zextkar ên hêzên hegemonîk serî rakirine û vê zanabûna têkoşîna bi hêz ava kirine. Li hember şerên parkirinê yên desthilatdaran, dem hatiye ku hemû jin, mêr û ciwan ji bo hevdîtinek di nav dij şoreşê de hevgirtinek ava bikin. Berovajî wê, civak û ekolojî dê rastî ruxandinek mezin bên.