Rageşiya Îsraîl û Îranê wê ber bi ku ve biçe?
Di demeke ku aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de bi êrîşên hevbeş zêde dibin, senaryoyên cuda der barê hedefa êrîşan û encamên gengaz de tên nîqaşkirin.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Îsraîlê di 13’ê Hezîranê de li ser Îranê dest bi êrîşn kir û ragihand ku ew bernameya nukleerî hedef digre. Êrîşên ku tevahiya cîhanê bi fikar di weşanên zindî de temaşe dikin, berdewam dikin.
Rageşî çawa gihîştin vê astê? Ev êrîş ji bo herêm û cîhanê tê çi wateyê? Encamên êrîşan dê çi bin û ew ê çiqas domdar bin? Bertekên cîhanî yên li hember êrîşê dê çi wateyê bidin? Her çendî ev û pirsên din li ser maseyê ne jî bi rastî hemû şîrovekar bi nezelaliyê li pêvajoyê dinêrin ji xwe dipirsan dê çawa û bi çi rengî bi pêş bikeve. Her kes bi meraq li bendê ye ka pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve dê ber bi ku ve biçe lê gelek senaryo li ser vê mijarê hene.
'Îlankirina şer'
Pêvajoya ku bi êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir, bi îdiaya "pêşîgirtina li hilberîna çekên nukleerî" weke "Operasyona Şêrê Bilindbûyî" bi nav kir, bi êrîşên hevbeş berdewam dike. Medyaya dewleta Îranê ragihand ku 20 berpirsên payebilind, di nav de Serfermandarê Giştî Mihemed Baqerî, di roja yekem a êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Rastiya ku ev kes bi hedefgirtina rasterast a cihên xwe hatine kuştin, nîqaşên li ser qelsiya îstîxbaratê li welêt gur kiriye û wekî ku Îsraîl demek dirêj bi berfirehî ji bo vê êrîşê amadekariyan dike hatiye şîrovekirin. Îranê di daxuyaniyeke piştî êrîşan de ragihand ku ew helwesta Îsraîlê wekî "ragihandina şer" dibîne. Îranê yekser piştî îlankirina şer dest bi êrîşên xwe kir.
Bernameya nukleerî ya Îranê çi bû? Hêza wê ya nukleerî çi ye?
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku êrîşên bi navê "Operasyona Şêrê Bilindbûyî" "operasyoneke leşkerî ya hedefgirtî bû ku armanc ew bû gefa Îranê ya li ser hebûna Îsraîlê paşve bikşîne" û îdiayên; "Di mehên dawî de, Îranê gavên ku berê qet neavêtiye avêtine, hewl dide uranyuma dewlemendkirî bike çek. Ger neyê rawestandin, Îran dikare di demek pir kurt de çekên nukleerî hilberîne." Îsraîlê her wiha li Îranê êrîşî tesîsên nukleerî yên welêt kir.
Medyaya Îranê ragihand ku tesîsên Natanz û Arak di nava hedefên van êrîşan de bûn. Hat ragihandin ku Îsraîlê tesîsên nukleerî yên Îranê li Fordo û Îsfahanê hedef girtine. Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafael Grossî, got ku rayedarên Îranê ragihandine ku tesîsên li Fordo, Îsfahan û qismek li Natanzê zirar dîtine. Hat ragihandin ku di tesîsan de rijandina kîmyewî û radyoaktîf heye lê rewş niha "di bin kontrolê de ye".
Natanz û tesîsên nukleerî
Natanz wekî mezintirîn tesîsa dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê tê zanîn. Tesîs bi qasî 250 kîlometreyan li başûrê Tehranê ye û ji du beşan pêk tê. Santrala Pîlot a Dewlemendkirina Sotemeniyê (PFEP) û Santrala Sereke ya Dewlemendkirina Sotemeniyê (FEP) ku ji bo li hemberî êrîşên hewayî li ber xwe bide di bin erdê de hatiye çêkirin. Asta zirara tesîsê di êrîşeke muhtemel de bi salan e mijara nîqaşê ye. Li gorî peymana nukleerî ya ku di sala 2015’an de hatiye îmzekirin, Îranê qebûl kir ku dewlemendkirina uranyûmê bi rêjeya ji sedî 3,67 sînordar bike lê piştî ku DYA di sala 2018’an de di bin serokatiya Donald Trump de ji peymanê vekişiya, Îranê dest bi dewlemendkirina uranyûmê di astên bilindtir de kir û di dawiyê de gihîşt asta ji sedî 60. Tê zanîn ku asta dewlemendkirina uranyûmê ji bo çekên nukleerî ji sedî 90 e. Natanz bûye hedefa gelek êrîşên sîber û sabotajê û teqînek di sala 2021’ de ku Îranê Îsraîl sûcdar kir çêbû.
Tesîsên ku di bin parastinê de ne
Tesîsa Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Fordo navendeke dewlemendkirina uranyûmê ya bin erdê ya pir parastî ye ku li nêzî Qomê, bi qasî 100 mîl li başûrê Tehranê ye. Avakirina veşartî ya tesîsê, di kûrahiya çiyayekî de, di sala 2009’an de hat eşkerekirin ku fikarên navneteweyî li ser çalakiyên nukleerî yên Îranê derxist holê. Tesîs bi her awayî tê parastin.
Reaktora Hantap ku berê wekî Reaktora Ava Giran a Arak dihat nasîn, tesîseke nukleerî ya Îranê ye li nêzî bajarê Hantap li Parêzgeha Navendî ye. Di destpêkê de wekî reaktoreke lêkolînê hatiye sêwirandin, tesîs xwedî potansiyela hilberîna plutonyûmê ye ku dikare di çekên nukleerî de were bikaranîn. Tesîsa Îsfahanê beşek ji bernameya nukleerî ya welêt e, balê dikşîne ser veguherandina uranyûmê bo formên pêwist ji bo sotemeniya reaktorê û dewlemendkirinê. Santrala Nukleerî ya Bûşehrê yekane santrala nukleerî ya Îranê ye ku li başûrê Bûşehrê li perava Kendava Farisê ye. Tesîsê di sala 2011’an de dest bi xebatê kir û uranyûma ku ji hêla Rûsyayê ve tê peydakirin bikar tîne.
Reaktora Lêkolînê ya Tehranê wekî tesîseke biçûk tê binavkirin ku ji bo lêkolîn û hilberîna îzotopên bijîşkî tê bikaranîn. Parçîn, li başûrê rojhilatê Tehranê, weke tesîseke leşkerî ya veşartî tê zanîn ku li gorî raporên berê yên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, guman tê kirin ku di bernameya nukleerî ya Îranê de aliyek leşkerî heye. Rayedarên Îranî qebûl nakin ku li wê derê xebatên nukleerî hene.
Berteka Amerîkayê çi bû?
Piştî êrîşan, rayedarên Îsraîlî diyar kirin ku ew bi Washingtonê re der barê êrîşan de hevrêziyê dikin lê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku tu eleqeya wan bi vê yekê re tune ye û ew tu alîkariyê nadin. Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Êrîşên plankirî yên din dê hovanetir bin." Li gorî analîstan, dibe ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê di rojên pêş de berdewam bikin. Êrîş ne tenê bernameya nukleerî ya Îranê, di heman demê de pergalên wê yên parastina hewayî jî hedef digrin. Ev rewş bi tena serê xwe weke nîşaneyek tê şîrovekirin ku êrîş dê berdewam bikin. Rojeva sereke ya şîroveyan ew e ku êrîş ne li dijî tesîsên nukleerî bûn lê belê weke beşek ji projeyek nû bûn.
Çawa rageşî gihîştin vê nuqteyê?
Karbidestên Amerîkî û Îranî ji meha Nîsanê ve li ser bernameya nukleerî ya Îranê danûstandinan dikin. Roja Pêncşemê, 12’ê Hezîranê, hat piştrastkirin ku hevdîtina dawî dê di 15’ê Hezîranê de li Omanê were lidarxistin. Serokê Amerîkayê Donald Trump berê ragihandibû ku ew nêzî rêkeftinek bi Îranê re ne. Trump her wiha bang li Îsraîlê kiribû ku êrîşî Îranê neke. Karmend û xizmên wan ên li balyozxaneya Amerîkî li Iraqê di 11’ê Hezîranê de piştî zêdebûna rageşiyên bi Îranê re hatin tehliyekirin. Her çend Trump got "em pir nêzî rêkeftineke baş in", wî her wiha îdia kir ku êrîşeke muhtemel a Îsraîlê li ser Îranê dikare "her tiştî xerab bike." Lê belê di 12’ê Hezîranê de, Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku Îranê erkên xwe yên ji bo pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî binpê kiriye. Her çendî Îranê diyar kir ku rapor li ser "belgeyên sexte" yên ji hêla Îsraîlê ve hatine peydakirin hatiye çêkirin jî rayedarên Pentagonê diyar kirin ku ew bawer dikin ‘gelek nîşane’ hene Îran ber bi hilberîna çekên nukleerî ve diçe.
Gelo armanc guhertina rejîmê ye?
Ji aliyekî din, ji bilî bernameyên nukleerî, daxuyaniyên hatine dayîn helwesta rejîma Îranê ya li hemberî gel jî ligel van êrîşan nîqaş dikin. Rizgarkirina gel ji zilma rejîmê wekî aliyekî din ê van êrîşan tê îfadekirin. Tam di vê nuqteyê de pirsa "Gelo Îsraîl dikare guhertina rejîmê li Îranê bike armanc?" derdikeve pêş. Li gorî hinek kesan, armancek berfireh a Binyamîn Netanyahu heye; ew jî guhertina rejîmê li Tehranê ye. Ji ber ku daxuyaniya roja Înê êvarê hat dayîn ev daxuyanî dihewîne: "Dem hatiye ku gelê Îranê rabe ser piyan û li dora al û mîrata xwe ya dîrokî bibe yek da ku ji rejîma xerab û zordar rizgar bibe." Êrîşa Îsraîlê wekî gefek rastîn ji bo rêveberiya Îranê tê şîrovekirin. Encamek gengaz a êrîşan dikare hilweşîna rejîmê û ketina Îranê ya nava kaosê be. Lê belê li vir jî behsa wê yekê tê kirin ku kî dê di welatekî ku toreke muxalefetê ya piralî heye de were ser desthilatdariyê. Li Îranê, çalakiyên ku girseyên berfireh temsîl dikin bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin organîzekirin. Dikare were gotin ku di van çalakiyan de dîsa hevpeymanên berfireh hatin avakirin. Der barê Îranê de gelek senaryo dikarin bi pêş bikevin. Li ser vê mijarê gelek senaryo hene.
Çawa û li ku derê wê pêş bikeve?
Pisporên ku dibêjin êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dê krîzeke cîhanî çêbikin, hişyar dikin ku bi taybetî aboriya cîhanê dê ji van êrîşan bi bandor bibe. Bi taybetî îhtîmala girtina Tengava Hormuzê di bazaran de bûye sedema fikaran. Ji bilî hewldanên Îranê yên ku bi çekên nukleerî bibin hêzek ku Îsraîlê teşwîq dike, şîroveyên din jî hene ku her du welat wekî hêzên wekîl êrîşî hev dikin. Her çend Amerîka û Çîn tên destnîşankirin jî tê texmînkirin ku êrîş stûnek parvekirinê li Rojhilata Navîn pêk tînin. Pêvajo dê çawa û ber bi çi ve biçe û bi kîjan gavan wê winda bibe, pirsên ku li benda bersivdayînê ne li ser maseyê ne.