Li Yemenê li dijî jinan kampanyayên reşkirinê zêde dibin
Li Taîzê êrîşên ku di medyaya dijîtal de tên meşandin, jinên di pozîsyonên rêveberiyê de ne dikin hedef. Parêzvanên mafên mirovan hişyarî didin ku kampanya ji bo ewlehiya jinan gef e.
Navenda Nûçeyan – Di salên dawî de li bajarên cûda yên Yemenê, li dijî jinên di pozîsyonên rêveberiyê de kampanyayên reşkirinê zêde bûne. Parêzvanên mafan, diyar kirin ku gotinên paşverû û reşkirinê rasterast gefê li ewlehiya jinan dixwe û fikarên xwe yên di vê mijarê de anîn ziman.
Parvekirinên reşkirinê yên derbarê parêzvana mafan Mesk el-Mukremî de di medyaya dijîtal de hatine kirin, perçeyek vê pêvajoyê ye. Li gel Mesk el-Mukremî, hemû jin hedef tên girtin, êrîşên tê jiyîn di heman demê de bû sedema bertekan.
Parêzvanên mafan diyar dikin ku ev êrîşên li dijî jinan, nîşan dide ku li dijî jinên di pozîsyonên rêveberiyê de ku li bajar dijîn, gotinên reşkirin û nefretê zêde dibe.
Pispor hişyarî didin ku ger ev rewş bidome, li dijî ewlehiya jinan dê gef ava bike. Parêzvanên mafan bang li hêzên ewlehî û rayedarên xwecihî kir ku derbarê kampnayayên reşkirinê de tavilê lêpirsînê bidin destpêkirin û berpirs hesab bidin.