Li Hezex Mûş û Qilebanê bang kirin ‘Em azadî û aştiyê dixwazin’
Li Hezex, Mûş û Qilebanê Newroza îsal tevî baranê bi coşeke mezin hat pîrozkirin û Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadên Newrozê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Hezexa Şirnexê, Mûş û Qilebanê Newroza îsal bi dirûşma "Azadî û Yekitiya Demokratîk" bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bûn. Welatî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ketin qada pîrozbahiyan. Pîrozbahiyan bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Hezex
Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Newroza Amedê re şandibû dest pê kir. Aktivîsta TJA’yê Eylul Îmuk peyam xwend. Piştre Hevseroka navçeya Hezexê ya DEM Partiyê Songul Erdem li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘Em azadî û aştiyê dixwazin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û Newroza îsal ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetên aştiyê ava kiriye pir bi wate ye û got: “Kurdan her dem aştî xwestin. Bila êdî mirin tunebe. Azadî nêz e, em ê bi hev re vê yekê bijîn. Em li dilê Botanê Hezexê dibêjin em ji aştiya bi rûmet re amade ne. Werin em bi hev re dengê birêz Ocalan bi hev re bilind bikin. Ji mirinê re bes e. Bila êdî dayîk negirîn. Ne dayîkên Kurdan ne jî dayîkên kesên din bila negirîn. Êdî bes e. Em azadî û aştiyê dixwazin. Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Birêz Ocalan tiştê ku ket ser pêk anî. Niha jî dora gavavêtinên şênber a dewletê ye.”
Dayîkên aştiyê agir pêxistin
Pîrozbahî bi stranên Hozan Servan û gerandina govendan geş bûn. Agirê Newrozê ji hêla Dayîkên Aştiyê ve hat pêxistin. Li dora agir girseya kombûyî govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz hatin berzkirin. Tevî baranê jî pîrozbahî nesekinîn, gerandina govendan ranewestiya. Pîrozbahiya li Hezexê bi gotina stranên Koma Hezex bi dawî bû.
Mûş
Li Mûşê bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Garê ya Trênê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada ku bi alên rengîn hat xemilandin, bi hatina gel a bi kincên neteweyî tije bû. Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek welatî amade bûn.
‘Newroza te pîroz be Serok Apo’
Ciwan û jinan bi nîşaneyên serkeftinê û bi rengên kesk, sor û zer pîrozbahiya Newrozê bi coş kirin. Di pîrozbahiyê de herî zêde dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Gel bi dirûşmên “Newroza te pîroz be Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.
Di deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Her wiha li nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de bi dengê wî hatin guhdarkirin.
‘Serkeftin a me ye’
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş di axaftina xwe de diyar kir ku agirê Mazlum Dogan bi sê darikên kibrîtê pêxistiye tarîtiyê ronî kiriye û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir. Hevserok Îlyas Aslan jî got: “Ev Newroz mîladek e. Bila bibe wesîleya aştiyê. Gelê Kurd bi hêz e, em ê teqez bi ser bikevin.”
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan û Hevserokê DBPê Umut Yılmaz jî daxwaz kirin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘Azadiya gel girêdayî azadiya rêberê wî ye’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz diyar kir ku Newroz berxwedan û vejîna gelê Kurd e û wiha got: “Ev Newroz Newrozeke cuda ye. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ve girêdayî ye. Newroza 2026’an wê bibe Newroza azadî û yekîtiyê. Avakirina civaka demokratîk wê bi têkoşîna jin û ciwanan pêkan be. Têkoşîna ku jin tê de nebin, bi ser nakeve. Civaka demokratîk di heman demê de parastina xwezayê û azadiya jinan e. Ji ber vê yekê em ê li hemberî her tiştî parastina xwezayê bikin. Gimgim ne tenê ye, em ê wê radestî kapîtalîzmê nekin. Em ê ji bo azadiya gelan, azadiya xwezayê û azadiya jinan têkoşînê bimeşînin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Bila Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, bibe wesîleya vekirina deriyên girtîgehan û vekirina riya siyaseta demokratîk.”
‘Riya aştiyê diyar e’
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku agirê Newrozê ji roja yekem ve her diçe geştir dibe û got: “Newroza 2026’an, azadbûna Rêber Ocalan û gelê Kurd e. Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Heke em îro dikarin vê Newrozê pîroz bikin, bi saya têkoşîna hat dayîn e. Gelê Kurd bi rojan e Newrozê pîroz dike û dixwaze qedera xwe bi destên xwe tayîn bike. Em jî ji bo vê têdikoşin. Duh girtiyekî siyasî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Di dema ku Devlet Bahçelî digot ‘hûn nikarin Kurd û Tirkan ji hev veqetînin’ de, hevalê me yê girtî jiyana xwe ji dest da. Heke niyeta we biratî û aştî be, riya wê diyar e. Dawî li dijminatiya li dijî Kurdan bînin, bila Rêber Ocalan azad bibe. Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e. Bila baş bizanibin ku gelê Kurd li hemberî zaliman serî netewandiye û wê netewîne jî. Em baweriya xwe bi vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, tînin. Em ji bo statu, ziman û rûmeta xwe têdikoşin û em ê berdewam bikin.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê Dayîkên Aştiyê, siyasetmedar û girseya Newrozê ve hat pêxistin. Pîrozbahiyê bi stranên stranbêj Denîz Esmer berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.
Qileban
Pîrozbahiya Newrozê li navçeya Qileban a Şirnexê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ hat pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî baranê jî welatiyan zû dest bi hatina qada pîrozbahiyê kirin. Welatî bi cilên gelêrî û aksesûarên kesk sor û zer, heta qadê çûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pêşî, peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Dema ku peyama Abdullah Ocalan dihat xwendin, jinan bi nîşaneyên serkeftinê peyam pêşwazî kir.
Hevseroka Bajarê Şirnexê ya DEM Partiyê Taybet Bîlgî di bernameyê de axivî û got: “Agirê Newrozê ku bi bedena Rahşan û Mazlum hatiye pêxistin qet venamire. Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û rêbertiya xwe bihêztir bikin. Yên ku hebûna gelê Kurd înkar dikin, ên ku di Newrozê de zilmê li me dikin, bila bizanibin em li vir in.”
‘Heta ku statueyek tunebe em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Piştre, parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez axivî diyar kir ku Newroza 2026'an ji bo gelê Kurd pir girîng e û got: “Newroz li hemû kesên ku li her çar perçeyên Kurdistanê daketin kolanan pîroz be. Îro, em Newroza kesên li qadên azad, girtiyên di girtîgehan de û bi taybetî li Rêber Ocalan ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, pîroz dikin. Me bedelên giran dan heta ku me ev qadên Newrozê tijî kirin. Em ê tu carî kesê ji bîr nekin, ji Kawayê Hesinkar bigre heta Mazlum. Armanca wan azadiya gelê wan bû. Heta ku em negihîjin armancên wan, em dev ji têkoşînê bernedin. Weke gelê Kurd, me her gav li dijî şer aştî parastiye. Ji ber vê yekê gelek komkujî pêk hatin, lê me qet dev ji têkoşîna xwe berneda, me her gav serî hilda. Niha em dîsa bang dikin; têkoşîn dê berdewam bike heta ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê statuyê bi dest bixin. Divê em bi awayekî demokratîk û aştiyane bijîn. Xala duyemîn a girîng ev e ku divê yekîtiya gelê Kurd were bidestxistin.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi dirûşmên "Newroz pîroz be" hat pêxistin. Welatiyên ku govend girtin gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê serok Jiyan nabe" berz kirin.
Bername bi govendê bi dawî bû.