Êrîşên Îsraîl û Îranê li dijî hev didomin: DYE’yê plana xwe eşkere kir

Bi êrîşên fuzeyan ên Îranê li dijî Îsraîl, Kuweyt, Bahreyn û Urdunê re, bersivdayîna Îsraîlê li Tahranê, tansiyon bilindtir kir. Bîlançoya derketiye holê û rageşiya li Tengava Hurmizê, asta herêmê ya şer radixe ber çavan.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilata Navîn, şerê di navbera Îsraîl û Îranê didome, êrîşên dijî hev û bandorên ku li herêmê belav bûne kûrtir dibin. Di pêvajoya hemwext a êrîşên fuzeyan, hewayî û hewldanên dîplomatîk didomin de, pevçûn hem di asta leşkerî de hem jî di asta mirovî de bûye krîzeke herêmî.

Muhafizên Şoreşa Îranê, di daxuyaniya li ser televîzyona dewletê de, ragihand ku di serî de Îsraîl, li dijî Kuwêt, Behreyn û Urdunê êrîşên fuzeyan pêk anîne. Hat diyarkirin ku di êrîşan de xalên cuda yên Bakurê Îsraîlê, navenda Tel Avîvê jî di nav de, li dijî baregehên DYE’yê ku li Kuwêt, Bahreyn û Urdunê ne êrîş pêk anîne.

Îsraîlê êrîşê Tehranê kir

Artêşa Îsraîlê jî piştî êrîşên fuzeyan ên ji Îranê hatin, di saetên şevê de, li dijî Tehranê tevgereke nû ya hewayî da destpêkirin. Di daxuyaniya ji aliyê artêşê ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: “Rêze êrîşên ku binesaziya rejîma Îranê dikin hedef” didin meşandin.

Ji DYE’yê plana aştiyê’

Rêveberiya Washingtonê, bi armanca bidawîkirina şer diyar kir ku wan planeke 15 madeyî ji Îranê re şandine. Tê ragihandin ku plan ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve bi riya Pakistanê ji Îranê re hatiye şandin. Madeyên planê yên derketine pêş wiha hatin rêzkirin:

“* Divê were garantîkirin ku Îran çekên nukleer bi pêş nexe

* Divê stokên uranyuma hatiye dewlemendkirin, bên radestkirin

*Divê hinek tesîsên nukleer bên hilweşandin

* Divê piştgiriya ji bo komên mîna Hîzbullah û Hamasê were qutkirin

* Divê ji bo kapasîteya fuzeyê û menzîlên wê sînordarkirin hebe

* Divê Kendava Hurmuzê vekirî were hiştin”

Li hemberî vê tê pêşniyarkirin ku pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê bên rakirin û destek ji bernameya nukleer a sivîl re bê dayîn. Tê diyarkirin ku aliyê DYE’yê ve agirbestek ji bo mehek hatiye pêşniyarkirin.

Ji Îranê daxuyaniya Tengava Hurmizê

Li aliyê din Îranê, têkildarî Tengava Humizê daxuyanî da. Rêveberiya Tehranê ragihand ku “keştiyên ne dijmin” eger li gorî quralên ewlehiyê tevbigerin, dikarin tengavê derbas bikin.