Li Sûriyeyê di mehek de 5 zarok 3 jin hatin kuştin

Li gorî belgeyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di meha Adarê de ji ber zêdebûna sûcan 40 kesan jiayan xwe ji dest dane. Çavdêriyê diyar kir ku ev yek j berfirehbûna tundiyê û zêdebûna xetereyên ku ewlehiya sivîlan hedef digre, pêk tê.

Navenda Nûçeyan – Ji ber aloziya rewşa ewlehî ya berdewam li Suriyeyê, her wiha kêmbûna şiyana rayederên peywendîdar ji bo kontrolkirina rewşa li Suriyeyê, di meha Adarê de li gelek deverên herêmê rêjeya tewanan li bajarên cuda zêde bûye.

‘Başkirina ewlehî û xurtkirina serweriya qanûnî’

Belavbûna erdnîgarî ya tawanan û pirrengiya qurbaniyan ku di nav wan de jin û zarok jî hene, firehbûna xeleka tundiya civakî û zêdebûna gefên li ser ewlehiya sivîlan li Sûriyeyê diteysîne. Ev dane nîşaneya pêwîstiya lezgîn a pejirandina tedbîrên bibandor ji bo başkirina ewlehiyê û xurtkirina serweriya qanûnê ye. Yasayên ku dê bibin alîkar da ku tewan bên kêmkirin, ji bo nifûs bên parastin û pêşî li xirab bûna aramiya civakî girtin.

‘5 zarok, 3 jin li Sûriyê hatine kuştin’

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku di meha Adarê de 34 bûyerên sûc li çend bajarên Sûriyeyê belge kirine, ku di encamê de 40 kes, di nav wan de 5 zarok û 3 jin, hatine kuştin. Ev yek jî nîşan dide ku rewşa ewlehî û aramiyê li Sûriyê xirabtir dibe, her wiha rêjeya zêdebûna sûcan li deverên cuda jî pir bûye.

Li gorî belgeyan, hejmara sûc û qurbaniyan li gorî bajaran diguhere, herî zêde li Helebê, piştre Dêra Zorê û Îdlibê hatine tomarkirin. Li gudewarên Şamê, Hema, Hums, Reqa, Şam, Hesekê, Laziqiyê û Derayê jî bûyerên cuda çêbûne.

Ev dane nîşana zêdebûneke girîng di rêjeyên tawanên sûc de li hejmarek bajarên Sûriye yê ne. Ev nîşane bale dikşînin der zêdebûn û berdewamiya pirsgirêkên ewlehiyê yên ku civakên herêmî pê re rû bi rû dimînin.

Ev bûyer û pêşketin, pêwîstiya bilindkirina hewildanên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û aktîvkirina mekanîzmayên hesabdayînê û serweriya qanûnê destnîşan dikin. Mîsogerkirina parastina sivîlan da ku diyardeyên sûc li welat bên kêmkirin armanc dikin.