Qeyrana evhewayê ya cîhanê gef li 90 milyon kesên koçber dixwe

Li seranserê cîhanê 90 milyon kesên bi darê zorê koçber bûne, bi gefên giran ên qeyrana avhewayê re rûbirû ne. NY’ê vê rewşê wekî "bêedaletiya cot" bi nav kir.

Navenda Nûçeyan- Bi lezbûna guherîna avhewayê re, mirovahî bi xetereyek mezin re rûbirû ye. Guherîna avhewayê ku êdî ne tenê hişyariyek jîngehê ye, bûye rastiyek berbiçav ku gerstêrkê ji nû ve şekil dide. Her ku karesatên xwezayî yên wekî hişkesalî û lehiyê zêde dibin, gef li ewlehiya xurek, aramiya aborî û jiyana nifşên pêşerojê dixwe.
Li gorî rapora nû ya ji aliyê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat amadekirin û 5'ê Mijdarê hat weşandin, nêzîkî 90 milyon kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirin li seranserê cîhanê an jî ji her çar kesên ku hatine koçberkirin sê ji wan, li welatên ku bi astên bilind û pir bilind ên gefên avhewayê re rûbirû ne dijîn.
Rapor, diyar dike ku ev mirov bi bandorên wêranker ên jîngehê yên wek ziwabûna giran, lehiyên kujer û germahiyên zêde re rûbirû dimînin. Rêxistinê banga çalakiyek navneteweyî ya bilez kir da ku bi mîlyonan penaber û kesên ku hatine koçberkirin biparêze.
Rayedarê UNHCR’ê, bi bandorên krîza avhewayê re rûbirû bûna penaberên ku ji şerên ku ew nebûne sedem direvin, wekî "bêdaletiya cot” bi nav kir. Rayedar, diyar kir ku guherîna avhewayê gef li mal û debara wan dike û tekez kir ku divê ev mirov di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de li paş nemînin.
Zêdetirî du ji sêyan penaberên ku di nîvê yekem ê sala 2026’an de vegeriyane welatên xwe, li herêmên bi xetera avhewayê ya bilind bi cih bûne. Li Sûriyeyê ku mazûvaniya nêzî 4 milyon penaber û kesên ku hatine koçberkirin dike, hewldanên wan ji ber kêmbûna çavkaniyên avê û bandorên qeyrana avhewayê asteng dibin. Li gorî raporê, tê payîn ku heta sala 2050’an sêyeka kampên penaberan a li Efrîkaya Başûrê Sahrayê salê zêdetirî 100 rojan germahiya zêde bibînin.

Karesatên girêdayî şert û mercên hewayê

Li gorî raporê, di 10 salên dawî de karesatên giredayî şert û mercên avhewayê bû sedema ku zêdetirî 255 mîlyon mirovên li seranserê cîhanê koçber bibin. Tê texmînkirin lehiyên giran ên li Rojhilatê Efrîkayê heta dawiya sala 2026’an dê bibe sedema koçberbûna bi mîlyonan mirovên li Somalî, Kenya, Sûdana Başûr û Ugandayê.
Her wiha 4.7 milyon mirovên bêwelat ên cîhanê li welatên ku xetera avhewayê ya bilinde dijîn. Rapor, destnîşan dike ku welatên xeternak û yên ku ji pevçûnan bandor bûne tenê ji sedî 10’ê fînansa gerdûnî ya avhewayê werdigirin û tekez dike ku veberhênana li qawîm û debara jiyanê dikare pêşî li pêlên nû yên koçberiyê bigire.