Ji jinên Efgan banga domandina têkoşîna maf û azadiyan
Tora Azadiya Jinên Efganî, ragihand ku îro bi beşdariya komek jinan a di çarçoveya çalakiyên perwerde, hişyarî, piştgirî û protestoyê yên torê de civînek bi sernavê ‘Jinên Efgan: Dengê hêviyê yê di nava zehmetiyan de’ li dar xist.
Navenda Nûçeyan – Tora Azadiya Jinên Efganistanê (FWN), bi daxuyaniyek ragihand ku îro li Efganistanê civînek bi sernavê “Jinên Efganî: Dengê hêviyê ya di nava zehmetiyan de” lidar xist.
Tora Azadiya Jinên Efganistanê, diyar kir civîna ku komek jin beşdar bûn, wek beşek ji çalakiyên xwe yên perwerdehî, hişyarkirin, piştgirî û protestoyê hatiye organîzekirin. Armanca çalakiyê hişyarkirina mafên bingehîn ên jinan, xurtkirina baweriya wan bi xwe, pêşxistina hevgirtin û piştgiriya hevbeş û her wiha afirandina platformek ji bo nîqaşkirina rewşa jin û zarokên keç ên li Efganistanê bû.
‘Divê qedexeyên heyî nebin sedema bêdengkirina jinan’
Tora Azadiya Jinên Efganistanê, destnîşan kir ku jin hê jî di warên wekî perwerde, kar, azadiya tevgerê û beşdarbûna jiyana civakî de bi sînorkirinên mezin re rûbirû dimînin. Torê diyar kir ku endamên torê hewl didin bi civînên perwerdehî, kampanyayên hişyarkirinê û piştgiriya xwepêşandanên sivîl, ragihandinê di navbera jinan de biparêzin û têkoşîna ji bo mafan xurt bikin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tevî astengiyên darayî, zehmetiyên heyî û fikarên ewlehiyê, çalakî li gelek deveran û di hinek rewşan de jî li malên endamên torê hatine lidarxistin. Torê, tekez kir ku qedexeyên heyî divê nebin sedema bêdengkirina dengê jinan û dûrxistina wan a ji civakê. Torê banga berdewamiya hewldanên ji bo hişyarkirina jinan û parastina mafên wan ên bingehîn kir.
Banga bihîstina dengê jinan
Tora Azadiya Jinên Afganistanê, bang li Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî jî jinên Neteweyên Yekbûyî, Raportora Taybet a Mafên Mirovan a li Efganistanê û rêxistinên din ên navneteweyî kir ku bêtir bala xwe bidin rewşa çalakvanên jin ên li Efganistan û welatên cîran dijîn.
Torê, ji dezgehên medyayê yên herêmî û navneteweyî xwest ku bêtir cîh bidin dengên jinên li Efganistanê û bi rêkûpêk çalakiyên wan ên sivîl, xebata wan a perwerdehî, xwepêşandan û ezmûnên jiyana rojane dîtbarî bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku weşandina vegotin, rapor, daxuyanî û peyamên xwepêşandanê yên jinan, dê bibe alîkar ku daxwazên wan ji raya giştî ya navneteweyî û saziyên biryardanê re bên ragihandin.
Tora Azadiya Jinên Efganistanê, di dawiyê de tekez kir ku jin û zarokên keç ên Efganî ne tenê hewceyê peyamên hevgirtinê ne, di heman demê de hewceyê piştgiriya berbiçav, ewlehî, mafê perwerde û xebatê, azadî û derfeta mafê gotinê ya pêşeroja welatê xwe ne jî.