Çalakvanên Mexmur: ‘Rêberê me nirxê hemû mirovahiyê ye’

Li ser çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, hezar û 206 roj derbas bûn. Koma nû ya 230’an nobet dewirgirt.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja xwe ya hezar û 206’an de didome. Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 230’an ve hat dewirgirtin.

Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 229’an Şanstêr Babat daxuyaniyek xwend.

Daxuyani wiha ye:

“Rêberê me nirxê hemû mirovahiyê ye. Ji her deverê dinyayê Rêber Apo tê xwendin û qebûl kirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe pêşeroja gelan ronî dike, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê dibe alternatîfa herî mezin ya pergala kapîtalîst. Esareta Rêber Apo ya ku gihişt 28 salan her çiqasî wek bi destê dewleta Tirk hatiye kirin xuya bike jî gelek hêzên navneteweyî di nav vê komployê de ne. Ne dîrok, ne gelê Kurd ne jî em ciwanên Apocî êrîşên li ser Rêber Apo qebûl nakin û em ê hesabê vê yeke bipirsin.

Bi destpêkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve me dengê Rêberê xwe bihîst. Bi vê coş û moralê em çalakiya xwe didomînin. Lê xuya dike ku dewleta Tirk dixwaze pêvajoyê bixitimîne, destkeftiyên me daxe asta herî jêr. Em vê polîtîkayê qebûl nakin û bi rêxistina xwe ve em ê vê pêvajoyê serbixînin.

Em dizanin ku ev çalakiya me dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve tacîdar bibe. Bi vê îddîa û baweriyê em weke Yekitiya Xwendevanên Azad bi xeyal û armanca pêşwazîkirina Rêber Apo ya li ser sûrên Amedê ve em dibêjin yan serkeftin yan serkeftin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 230’an û dirûşmeyan dawî bû.