Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrîşên ser Rojava banga Yekîtiya Netewî kir

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê banga Yekîtiya Netewî li partiyên siyasî yên Kurdî kir û got: “Divê herkes baş bizane, jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bihusteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên komên çete yên Şamê û Enqerê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

‘Ev êrîş rasterast îrade û bedana jinê hedef digrin’

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di vê dema dîrokî û çarenûsaz a şoreşa Rojava de, li her çar beşên Kurdistanê û hemû aliyên cîhanê deng, îrade û hêrsa xwe dixin yek û wiha hate gotin: “Dîmenên hovitiya ku di çend rojên dawî de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û bermahiyên DAIŞ’ê ve li dijî jinan hatin belavkirin, carek din rûyê wan ê kirêt û qirêj cîhanê dît. Ev êrîş rasterast îrade û fîzîka jinê hedef digrin, nîşana tolhildana ji şoreşa jinê ye. Divê herkes baş bizane ku jinên Kurd li Kobanê, Şengal û her bihusteke vê axê de DAIŞ’ê têk birin û şikandin. Îro jî wê li hember van çeteyên hov û tarî ne pêngavek paş ve bê avêtin ne jî serê xwe bitewînin.”

Banga Yekîtiya Netewî

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo me deriyê çareserî û kilîta serkeftinê tenê yekîtiya Kurda ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû partî û hêzên Kurdistanî dikin ku di vê roja dîrokî de li derdora berxwedana gelê xwe ji yekgirtin û bihêzbûna netewî re bikin, pêşengtiyê bikin. Her wiha em bang li saziyên demokratîk û navneteweyî dikin ku li hember van hovitî û jenosîdan bêdeng nemînin û xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin.”