Pirtûka ‘Jineolojî Başûr’ li Silêmanî hate danasîn
Li Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Kurd a li Silêmanî bi beşdariya jinên nivîskar û çalakvan pirtûka ‘Jineolojî Başûr’ û kovara ‘Jineolojiyê’ hate danasîn.

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Di 6’ê Gulanê de li Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneyê Kurd, li Silêmanî pirtûka bi navê ‘Jineolojî Başûr’ û kovara ‘Jineolojî’ hate danasîn.
Nasandina pirtûkê ji aliyê nivîskar Sînor Rehman, nivîskar Şîrîn Tahir ve hate kirin. Nasandina pirtûkê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê destpê kir.
Nivîskar Sînor Rehman derbarê pirtûkê de wiha got: “Ez vê danasînê pêşkêşî Nagîhan Akarsel dikim. Di sala 2019’an bi armanca derxistina rastî û dîroka jinê tê herêma Kurdistanê, ji ber wê em vê danasînê pêşkêşî wê dikin.
Hejmara yekem ya Kovara Jineolojî di 8’ê Adara 2016’an de derket û heta niha 33 hejmar hatine weşandin. Di sala 2021’an de niqaş li ser naverok û forma çapkirinê ji aliyê Nagîhan Akarsel ve hate kirin û pêşniyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi nêrîna jinê were nivîsîn. Ji ber wê hinek hejmarên Jineolojî taybet ji bo perçeyên Kurdistanê hate weşandin. Hejmara 31’an taybete bi Başûrê Kurdistanê derket.”
‘Li deriyê hemu jinan dide’
Nivîskar Şîrîn Tahir jî wiha got: “Girînge ku jin pirtûka Jineolojî Başûr bixwînin. Her wiha di gelek aliyan de behsa rewşa başûr dike û civakê dixwîne wek xezînek wisa ne ji bo zanîna me li ser pirsgirêkên jin ku bi taybet li Başûr heye. Jineolojî Başûr tenê girîngî nade aliyê zayenda jinê, girîngî dide aliyê siyasî, civakî û aborî. Bi armanca agahîdayînê li deriyê hemû jinan dide. Bi taybet ew jinên ku xebat ji bo rizgariya netewî kirine. Pirsgirêkên ku jin dijîn dikole. Hemû cûrên tundî û zêdebûna tundiya li dijî jinên Başûr, ji bo ew jinên divê beşê de nikarin xwe rêxistin bikin ji bo têkoşînek ya zayendî û beşbûnê bi hevdû ve girê bidin, pêwîstî bi avakirina fikrek rast taybet ji bo rewşa jinên Kurd heye.”
‘Divê em hemû jinan hişyar bikin’
Nivîskar Şanaz Hîranî wiha behsa van cûrên çalakiyan kir û got: “Encamdana van cûrên kombûnan girîng e, divê ev cûrên kombûnê zêdetir bin. Ji bo em bikarin ji cihên girtî derbikevin derve. Ji ver wê pêwîstiya civak bi van cûrên kombûn, çalakî, semîner û hişyarkirina jinan heye. Yek ji hedefa me ya herî sereke ew e ku heta niha me nekariye di çend aliyan de jinan hişyar bikin. Tenê jin li ser mijarên maf, erkê xwe ne hişyar in, her wiha di aliyê zagonî de ne hişyar in ku çawa bikare parastina xwe di mijarên tundiyê de bikin. Divê em jinan di her alî de hişyar bikin. Li başûrê Kurdistanê heta niha zîhnyetek heye ku li ser feraseta kesan serdest e. Ev zihniyek wiha kiriye ku divê jin di çarçoveyekê de bijîn, ji derveyî hinek azadiya ku wan daye, nikare di aliyê fikrî de azad be. Divê em bi têkoşîn û kar û xebatên xwe hemû jinên başûr derbarê mafê wan de hişyar bikin.”
Şanaz Hîranî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazim bi semîner û konferansên mezin li cihên vekirî dest behsa mijaran di nava civaka Kurd de qedexe ne û nehatin behskirin, behs bikim. Pirsgirêka azadiya fikrê jinê, pirsgirêkek gelek girîng e û divê ev mijar werin destgirtin.”