Kongra Star: Biryara tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef betal bikin
Kongra Star tayînkirina qatilê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji bo fermandariya leşkerî şermezar kir kir û banga darizandina kujerê jinan kir.

Qamişlo – Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst, çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ku navê wî di lîsteya cezayên Emrîkayê de ye, ji bo fermandariya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra ku serçeteyê koma Ehrar El Şerqiye ye, di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kir. Kongra Star li dijî vê biryarê ku qatilê Hevrîn Xelef wek fermandarê komeke leşkerî tayîn kir, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Rêxistina Kongra Star, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat xwendin.
‘Ev biryarek xeter e’
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo ve hat xwendin. Gulîstan Gulo destnîşan kir ku Hatem Ebû Şeqra wekî fermandarê Firqeya 86’emîn a Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê hatiye tayînkirin û wiha got: “Berpirsyarê lêçûnên wezaretê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê ye. Ew li dijî pêkhateyên herêmê tevgereke dijminane ye. Bi giştî û bi taybetî li dijî îradeya azad, maf û bihêzkirina jinên Sûriyeyê. Em her wiha tayînkirinek wisa, wekî kiryarek ku li dijî edaleta veguhêz e û her îhtîmalek amadekariyê ji bo wê û ji bo tevahiya qonaxa veguhêz ku em wekî jin û mêrên Sûriyeyê hewce ne tehdît dike, dibînin.”
‘Em vê rêbaza bêberpirsyarî şermezar dikin’
Gulîstan Gulo diyar kir ku ewê li hember vê biryarê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Her çiqas em vê rêbaza bêberpirsyarî şermezar dikin jî, em wê wekî berovajîkirina peymana 10’ê Adarê dibînin. Ev peyman di navbera rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk û serokatiya rêveberiya demkî de, hatibû mohrkirin. Bi taybetî bendên têkildarî mafên pêkhateyan û jinan. Li gorî vê yekê, em daxwaz dikin ku biryar were betalkirin û Hatem Ebû Şeqra ji bo darizandinek zelal û adilane bişînin dadgehên têkildar. Her wiha em daxwaz dikin kesên ku ev biryara belavbûyî dane, lêborînê ji malbata pêşenga siyasî Hevrîn Xelef bixwazin. Hevrîn Xelefa ku bi tevî hevalên xwe ji aliyê kujerê sûcdar Ebû Şeqra ve hat kuştin.”
‘Destê wî di kuştina Êzîdî û gelê me de ye’
Gulîstan Gulo destnîşan kir ku hatiye piştrastkirin ku destê wî di kuştina bi dehan Êzîdî û gelê Kurd de ye û wiha got: “Dema ku ew bi rêxistina terorîst a DAIŞê re bû, tevlî vê qetilkirinê bû. Em wek Kongra Star, piştrast dikin ku baweriya rêveberiya demkî niha ji ber kiryarên bi vî rengî ne tenê di çavên Sûriyeyiyan de, di heman demê de li herêmê û cîhanê jî di xeterê de ye. Em wî hişyar dikin ku nêzîkatiyên erênî yên ku ji hêla hin hikûmetên herêmî ve têne nîşandan, wî ji encamên kiryar û nêzîkatiyên wî yên ne welatparêz rizgar nakin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jyan Azadî” bi dawî bû.