JINNEWS: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê aşkere kir. Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê berhev kirine di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

12 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jin ji aliyê mêrên pê re di asta derberdanê de, 4 jin ji aliyê gumanbarên ku nêzîkatiya wan nayê zanîn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe, jinek ji aliyê kes nas nakeve hat qetilkirin.

Li Stenbolê  12, Îzmîr 2, Tekirdag 2, Riha 1, Aksaray 1, Samsun 2, Kastamonu 1, Hatay1, Manis 1, Qers 2, Erzirom 1, Denizlî 3, Meletî 1, Konya 1, Afyon 1, Eskişehir 1, Edeneyê jî 1 jinek hat qetilkirin.