Li Îranê amûra zext û gefê: Darvekirin
Di civakan de piştî pêkhatin û xurtbûna hiyerarşiyê, komkujî û darvekirin weke awayek cezakirinê ji bo jiholêrakirina kesên din an jî afirandina îtaetê dest pê kir.

VIYAN MAHRPERWER
Mahabad – Benê darvekirinê sembola tundiya herî berbiçav e ku ji hêla despotîzmê ve tê bikaranîn da ku îtaetê neçar bike, bitirsîne û wêran bike lê tevî vê yekê jî berxwedana sivîl nehatiye astengkirin. Benê ku bi awayê şidandî bi qirika mirovan ve hatiye girêdan, weke awayê herî dijwar ê tundiyê tê hesibandin. Di civakan de piştî pêkhatin û xurtbûna hiyerarşiyê, komkujî û darvekirin weke awayeke cezakirinê ji bo jiholêrakirina kesên din an jî afirandina îtaetê dest pê kir û ev mîrate di dawiyê de gihîşt rejîmên totalîter û îdeolojîk. Van rejîman weke ‘amûreke mirinê’ dest bi pêkanîna cezayê darvekirinê kirin. Îro ji li welatên mîna Îranê ev rêbaz didome, bi dehan sal in mirovên wêrek darve dike. Bi taybetî jî jinan hedef digrin. Ev amûrê zextê çima tê karanîn û rejîm vê çawa bi kar tîne? Divê nivîsê de, em ê li ser analîzên derûnî û mînakên derdorê yên darvekirinê bisekinin.
Cezayên li Pexşan, Werîşe û Şerîfe hat birîn têkoşîna jinên Îranî hedef digire
Ji bo naskirina mirovan çavderî riyek e. Bûyerên li dora me, bi awayekî kûr dikevin nav psîkolojiya mirovan û ev bandor bi demê re xwe di tevgerên me de jî nîşan didin. Biryarên darvekirinê yên ku di rejîmên zextkar de tên girtin, ji bo tepisandina protestoyan an jî li hemberî sûcdaran çavtirsandinê weke milekî zextê ji xwe re kar dibîne. Wisa dixwazin bi çavtirsandinê mirovan ji riya wan vegerînin. Mînakek din jî serhildana “Jin Jiyan, Azadî” ye. Rejîma Îranê kesên di protestoyan de cih girtin bi darvekirinê ceza dike, di heman demê de hewl dide desthilatdariya xwe ya tepeserkirî ji nû ve bisepîne. An jî di sala 1980’yan de bi komkujiyên ku li Rojhilat hatin kirin û bi darvekirinan dixwestin têkoşîna azadiya gele Kurd bitepisînin bi dehan kes hatin darvekirin. Îro ew bi cezayên darvekirinê û gefên kuştinê yên li çalakvanên bi navê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhammedî birine, têkoşîna jinên Îranî hedef digirin.
Darvekirin, ji bo xwediyên desthilatdariyê “ji nû ve girtina dest a kontrole ye.” Ew weke çareseriyek dawî ji bo pêşîgirtina li belavbûna ramanên gefxwar xizmetê dike. Bi gotineke din, darvekirin wekî "qurbaniyeke paqijkirinê" tevdigere ku fikar û tirsên ji ber azadiya civakî û serhildanê çêdibin kêm dike. Lê belê, ev çalakî bi gelemperî weke astengker tevnagere. Darvekirin dikare weke lîstikek psîkolojîk a bêhişmendî, pêşandana serweriyê ku hêza hikûmetê li ser gel nîşan dide, were pênasekirin.
Ji bo kêmkirina hesasiyeta li hemberî darvekirinê zêdekirina şîdet û kontrolkirinê
Tevî nîşandana hêz û desthilatdariyê jî fermîkirina darvekirinan tenê çerxa tundiyê zêde dike. Ev çerx dikare belavî deverên din bibe û kesên bindest hilberîne. Bêguman, ev yek mimkun e ger xelk an jî beşek ji wan bi hikûmetê re hevkariyê bikin. Bo nimûne, pejirandina îdamkirina kesên ku ji ber tawanên ne siyasî yan baweriyê ne (weke kuştin an jî bikaranîna madeyên hişbir) cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, mînakek ji vê ye. Temaşekirina sehneya ku jinan bi keviran ceza dikin, ew weke rewşek tê dîtin ku ruhê serfiraz ê civaka baviksalar têr dike. Lê belê sedema bûyeran çi be, li şûna cezayên wiha divê qanûnên nivîskî werin sepandin. Di van rewşan de, ketina civakê nava çerxek tundiyê dibe sedem ku kuştin normal bibe û "aliyê mirovî" yê mirinê bê paşguhkirin. Pirsgirêka ku niha derdikeve pêş, dibe "sedemeke darvekirinê." Di civakê de cudakarî û nefret zede dibe, çalakiyên tundiyê zede dibin û heta nêrîna giştî li ser darvekirina çalakvanên siyasî-bawerî jî dibe ku biguhere. Her wekî ku alîgirên rejîma Îranê ji darvekirina dijberên siyasî yan jî Behayiyan kêfxweş dibin.
“Qêrîna ji davekirinê re na” riyeke ber bi jiyana azad ve ye
Niha li girtîgehên Îranê gelek kes di bin gefa darvekirinê de ne, çalakiyên protestoyî yên civakê û bêdengnemayîna wan, deriyek ji bo jiyana azad e. Civaka Rojhilat a li Îranê di van çalakiyên protestoyî de pêşeng in. Berî û piştî darvekirinên siyasî, wan bi zanebûn berteka xwe bi bikaranîna hemî rêbazên têkoşîna sivîl ên weke medyayê, propagandaya li ser asta civakê, girtina dikanan û civînên girseyî nîşan dan. Di hinek rewşan de gel, ket nava hewldanên ku kesên ji bo cezayên kuştinê cezayê darvekirinê li wan hatine birîn werin efûkirin. Ev jî ji bo pêşîgirtina leza çerxa tundiyê girîng e. Balkêş e ku rejîma Îranê hewl da li Bokanê kampanyaya bexşînê ya ji bo girtiyekî ku ji ber kuştina di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn asteng bike da ku hevgirtina gel bişkîne û baweriya giştî têk bibe. Nerazîbûnên berdewam ên weke kampanyaya "Roja Sêşemê na ji darvekirinê re" ku di hundirê girtîgehan û li derve tên lidarxistin, gavek û şêweyek girîng a berxwedanê ye li dijî sîstema ku dixwaze di binhişê gel de dîktatoriyek mutleq ava bike.