Pirtûka Destpêka Jineolojiyê ji standa mîhrîcanê hat komkirin

Pirtûka Destpêka Jineolojiyê ya Akademiya Jineolojiyê ji standa ku li Mîhrîcana Munzurê hat vekirin hat komkirin.

Navenda Nûçeyan - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di roja 3’emîn de bi çalakiyan didome. Di çarçoveya bernameya îro de, pirtûka Akademiya Jinolojiyê ya Destpêka Jineolojiyê ku li stanta ku ji aliyê Weşanên Aramê ve li qada panela bi navê “Jineolojî Siyaseta Demokratîk Nîqaş Dike” li Kolana Sanatê hatibû vekirin, hat komkirin.

Piştî panelê sedemê komkirina pirtûka hatibû plankirin ku ji aliyê siyasetmedara Kurd Sabahat Tuncel ve bê îmzekirin, biryara 6’emîn Dadweriya Cezaya Sulhê ya Stenbolê ya di 6’ê Sibata 2019’an de wek hincet hat nîşankirin.