Pirsûs li ser piyan e: Ji bo Kobanê kolan bi kolan berxwedan

Bi deh hezaran kesên ku êrîşên li ser Rojava şermezar dikin, tevî gaza rondikrêj a polîsan û guleyên plastîk jî hewl didin xwe bigihîjînin sînorê Kobanê. Tevahiya navçeyê, veguherî qada berxwedanê.

Navenda Nûçeyan- Bi deh hezaran kes li navçeya Pirsûsê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin kom bûn. Girseyê dema ku xwest ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe, polîsan bi gaza rondikrêj êrîş kirin.

Piştî êrîşan, bi taybetî ciwan li hemû kolanên Pirsûsê belav bûn û hewldan xwe bigihîjînin sînorê Kobanê. Dema ku li kolanan bi polîsan re pevçûn çêbûn, li aliyê din ê sînor berxwedêrên Kobanê li benda girseya ku hewl dida di nava berfê de sînor derbas bike man.

Hat hînbûn ku guleya plastîk a di dema mudaxeleya polîsan de hat avêtin li çavê rastê yê welatiyê bi navê Tacettîn Kamar ket. Tacettîn Kamar ê bi giranî birîndar bû, piştî mudaxeleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, wî rakirin nexweşxaneyek li Rihayê.

Postereke mezin ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin

Gelê ku beriya meşa ber bi sînorê Kobanê ve li Qada Cumhuriyetê kom bû, posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nivîsa "Jiyan bê rêber ne mimkun e" vekir. Piştî vekirinê, kesên li meydanê dirûşmên wekî "Bijî rêber Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

Rêveber û endamên DEM Partî, DBP, HDK, ESP, TOP, EHP, SYKP, EMEP, YSP, KESK, Federasyona Elewî Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Meclîsên Sosyalîst û Platforma Demokrasiyê ya Sosyalîst û bi hezaran welatî beşdarî meşa li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsa Rihayê ber bi sînorê Kobanê ve hat lidarxistin, bûn.

Gelê ku dest bi meşê kir, wêneyên Ziyad Heleb û şervanên din ên di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" berz kir.

Polîsan bi bombeyên gazê xwestin girseyê asteng bikin lê bi deh hezaran welatiyan, tevî êrîşê û barîna berfê jî hewl didin xwe bigihîjînin ser sînor.

Piştî êrîşa polîsan, li hemû kolanên Pirsûsê berxwedanê dest pê kir.